55 jinên Kobanê perwerdeya çekan qedandin

15:29

JINHA


KOBANÊ - 55 Jinên gundên rojavayê herêma Kobanê perwerdeya leşkerî ya fêrbûna bikaranîna çekan bidawî kirin.


55 Jinên gundên Pîrê Remê û Qor Sexîr ên li rojavayê herêma Kobanê ku temenên wan ji 18'na zêdetire beşdarî dewreya perwerdeya fêbûna bikaranîna çekan bûn. Dewre ji aliyê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi armanca fêrbûna xweparastinê hat organîzekirin. Piraniya beşdarên perwerdeyê jinên ciwan bûn. Di perwerdeya leşkerî de çawaniya şêwazên bikaranîna çekan, vekirina wan û hwd li gundê Qor Sexîrê hatin dayîn û 2 rojên li pey hev dom kir.


Paşê jinên ku perwerde dîtine, berê xwe dan cihên perwerde û tecrûbeyên leşkerî da ku bi awayekî pratîkî fêrî bikaranîna çekê bibin.


 (zt)