KJK’ê bang li jinan kir ku li hemberî çeteyên DAIŞ’ê ‘parastina rewa’ pêşbixin

16:35

JINHA


BEHDÎNAN - Koordînasyona Komelên Jinên Kurdistan (KJK), YPG û Hêza Parastina Jinan YPJ ên li herêma Cezaa ya Rojavayê Kurdistanê li hemberî çeteyên DAIŞ berxwedaneke serkeftî pêş xistin silav kir. KJK’ê her wiha di serî de li Başûrê Kurdistan û Rojava li hemû qadan banga parastina cewherî li jinan kir û wiha hat gotin: “Em wek bermayên Bêrîtanan ên navê li hemberî teslimiyetê xeta berxwedanê ne, bang li jinan dikin da ku ji bo azadiyê, ji bo xakê, ji bo jiyanê parastina xwe ya cewherî pêş bixin û bi hêz bikin.


KJK di daxuyaniya xwe de got; “Êrîşên çeteyên DAIŞ ên ji bo şkandina korîdora ewlekariyê ya ji Şengal heta Rojava dirêj dibe li hemberî êrîşên herêma Cezaa hêzên me yên YPG û YPJ’ê di rojên buhrî de di encama pêngava berxwedanê de herêm ji çeteyan rizgar kirin. Em wek KJK pêngava berxwedana Cezaa ya bi serkeftineke mezin pêk hat silav dikin û hêzên YPG/YPJ’ê pîroz dikin.”


Daxuyanî wiha berdewam dike:


“Rastiyeke girîng a operasyonên ku bajaroka Cezaa û gundên derdorê ya ji çeteyan rizgar kir heye. Pêngava Cezaa nîşanî tevahî cîhanê daye ku di berxwedan û şer de ya esasî baweriya bi xwe û moral e, bawerî û îdîa ye, dilsozî û ruhê fedatiyê ye, xwe kilîtkirina bi serkeftinê re ye. Dema ev nirx bi taktîk û stratejiyên rast bêne girêdan ti berxwedaneke ku negihije serkeftinê tine ye. Tişta ku têkoşîna hêzên YPG û YPJ’ê yên ji 2 salan zêdetir e li hemberî DAIŞ bi serkeftî li ber xwe didin, çeteyan bi derfetên û amûrên bi sînor paşde dixin û destkeftiyên gelê Rojava diparêzin, ev nirxên manewî, biryardarî û azm e.


‘Dixwazin xaka Mezopotamyayê ya dîrokî tune bikin’


Têkoşîna hêzên YPG û YPJ’ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ pêwîst e tenê wek berxwedaneke leşkerî neyê destgirtin. Li dijî tevgereke qirkirinê ya piştperdeyeke wê ya îdeolojîk a cidî heye, pêngavek mijara gotinê ye. Ev çeteyên ku armanc dikin di bin ala xwe ya tarî de pirrengiya dîrokî ya xakên Mezopotamyayê bi awayekî sîstematîk tine bikin bi vê armancê hewl didin qirkirinê, qirkirina çandî, qirkirina civakê pêk bînin. Lê belê li gel van bi taybet armanc dikin qirkirina jinan bi rêbazên herî hovane û çors pêk bînin û bidin kirin. Ji ber vê yekê destpêkê êrîşî jinan dikin. Di cihên ser de digirin destpêkê li hember jinan fetwayan derdixin. Bi sedan dibe ku bi hezaran jî jin dibin ‘xenîmetê’ de direvînin, li gor van çeteyên xwedî zîhniyeta herî paşverû jin tenê dikare bibe koleya mêr.


‘Li hemberî qirkirina jinan û ya civakê parastina xwe ya rewa pêşbixin’


Ji ber vê yekê herî zêde ji jinan ditirsin. Ew ku dibêjin ‘an îtaet an jî mirin’ jinên Kurd bi gotina ‘ne teslîmbûn, ne mirin, berxwedan!’ bersivê didin. Parastina xwe ya cewherî pêş dixin, li hemberî qirkirina civakê û qirkirina jinan a DAIŞ bi rê ve dibe nîşan didin ku ne bêçare ne. hêzên YPJ’ê bi vî aliyê xwe ve hem ji bo Kurdistan, hem ji Rojhilata Navîn, hem ji bo jinên cîhanê dibin mînak. Parastina cewherî ya jinan bê çiqasî heyatî û lezgîn e radixe ber çavan. Cesaret û baweriyê dide tevahî jinan. Bi awayekî berbiçav wateyeke vê ya bi vî rengî ya Berxwedana Cezaa heye.


Wek Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd di serî de Başûrê Kurdistan û Rojava, li tevahî qadan em bang li jinan dikin ku parastina xwe ya cewherî pêş bixin. Li hemberî êrîşên DAIŞ ên di meha Tebaxê de li qadên cuda gelek jinan di vî alî de gav avêtin, ji bo ewlekariya xwe tedbîrên xwe girtin. Îro çeteyan di serî de li hemberî jinên Kurd, li hemberî jinên Mezopotamya şer îlan kirine û teslîmiyetê ferz dikin. Em wek bermayên Bêrîtanan ên navê li hemberî teslimiyetê xeta berxwedanê ne, bang li jinan dikin da ku ji bo azadiyê, ji bo xakê, ji bo jiyanê parastina xwe ya cewherî pêş bixin û bi hêz bikin. Bi vê ve girêdayî banga me di serî de ji bo jinên Rojhilata Navîn û tevahî jinan ev e li hemberî qirkirina jinan a ji aliyê çeteyên DAIŞ ve tê meşandin bibin yekdeng.”


Çavkanî: ANF


(zt)