Li Stenbolê pira serbihor hilweşiya: 2 kes mirin
11:40
JINHA
STENBOL - Li navçeya Avcilar a Stenbolê pira serbihur a li ser riya E-5 hilweşiya. Di encama hilweşandina pirê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û du kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Avcilarê ya Stenbolê pira serbihur a li ser riya E-5'ê di encama tanker lê qelibî hilweşiya. Di encama hilweşandinê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn. Şaredara Avcilarê Handan Toprak diyar kir ku di encama hilweşîna pirê de 2 kesan jiyana xwe ji dest daye. Di encama hilweşîna pirê de kamyona kasaya wê girtî jî di bin pirê de ma. Ji ber hilweşîna pirê trafîka cadeya E-5'ê ji trafîkê re hate girtin û xebatên xilaskirinê destpêkirin.
(zt)
