‘Em dikarin, ji ber ku em jin in!’

13:36

 


Hulya ADIYAMAN



MUGLA – Endamên Sendîkaya Kedkarên Malê ku li Tirkiyeyê xebatan dimeşîne û endameke Federasyona Kedkarên Malê ya Cîhanê (FHWW) ye, bi piranî jin in. Endamên vê sendîkayê, ji bo ku temînata wan a civakî pêk were têdikoşin. Endama vê sendîkayê Habîbe Înan (45), wiha dibêje: “Em dixwazin temînata me ya civakî (tenduristî), di destê me de be. Dema em heqdesta xwe bistînin, êdî em ê civakî bibin. Em civakî ne, karker in, cotkar in… Em dikarin ji heqê her karî bên der. Ji ber ku em jin in! Me di çavên xwe de nizm dibînin. Hê em 6 salî bûn, me dest bi xebatê kir. Me tevan titûn quraft, zeytûn jêkirin, em çûn ser pembo. Tu kareke ku me nekiriye, nemaye. Lê me nekarî tu mafeke xwe jî bixwazin. De ka bifikirin, mafeke me jî tuneye. Em mafê xwe dixwazin.”



Tora Piştevaniyê ya Kedkarên Jin ên Malê (HomeNet Turkiye), navê xwe ji rêxistina navnetewî ya HomeNet’ê girtiye. Di encama xebatên ku meşandiye de jî, Sendîkaya Kedkarên Malê ava kir. Di sala 1994’an de, wekî teşebuseke dest bi kar kir. Di sala 2009’an de jî, sazbûna xwe ya fermî aşkera kir. Ev sendîka, rêxistina yekem a ku dixwaze kedkarên malê bighîjin mafên xwe. Ev sendîkaya ku li Tirkiyeyê serbixwe ye, di hêla navnetewî de jî, wekî endameke çalak a Federasyona Kedkarên Malê ya Cîhanê (FHWW) xebatên xwe dimeşîne. Rêxistinên civakî yên sivîl ên Tirkiyeyî jî piştgiriyê didin vê sendîkayê. Endama Komeleya Jinan a Ekîn Cerenê Fîgen Aras, diyar kir ku ev sendîka ji aliyê sîstemê ve bi zanebûn tê piştguhkirin û wiha got: “Sîstem, bi awayekî bi zanebûn, pêşî li sendîkayê digre û nahêle bikeve rojevê. Lê yên ku xebatên jinan dimeşînin, feminîst, hewce ye ku piştgiriyê bidin ve têkoşînê, nîşan bidin û bikin rojeve. Ev, ji bo ku têkoşîna wan a li hemberî sîstemê derkeve holê pêwîst e. Hevgirtina jinê bi vî awayî dikare were nîşandan.” Sendîkaya Kedkarên Malê, hemû karkerên li malê dixebitin digre nav xwe. Piraniya endamên wê, jin in. Endama Sazûmankar a Sendîkaya Kedkarên Malê Gulsum Coşkun, diyar kir ku ev sendîka ji aliyê karkerên jin ve hatiye avakirin, lê zilam jî dikarin bibin endam. Coşkun, pirsên me yên der barê xebatên sendîkayê de, bersivand:


‘Sendîkaya me li hemberî şerê li welatê me xebatan dimeşîne’


-    Kedkariya malê çi ye?


Kedkariya li malê, bi sê awayî dibe. Awayê yekem, sîparîş, awayê duyemîn karê fason (ji bo şirketek), awayê sêyemîn jî, xebata ji bo hesabê xwe ye. Karkerên ku van her sê awayên kar dikin jî, kedkarên malê ne. Ji bo her parçeyek karê ku dikî, pere distînî. Karê fason, circirê pê ve datîne, parçeyê motorê, li gorî mîtroyê caw dihune, ber dihune. Sîparîş, yanê sîparîşên ku em ji cîranan, ji derdorê distînin. Bi piranî, xebatên hevalên ku diçin bazarê jî, wekî xebata ji bo xwe tê nasîn. Xebata ji bo xwe û xebata girêdayî cihekî, di rewşeke pir ketiye nav hev û tevlihev bûyî de ye.  Xebata ku em wekî xebata li ser navê xwe binav dikin, bi rastî xebateke girêdayî cihekî ye. Mînak, mirovên ku ji bo kar serî lê didin, CV’yek (agahiyên paşeroja xwe) dinvîse, xwe dide nasîn, dixwaze dibistana ku xelas kiriye û dikare çi karî bike, nîşan bide. Tiştê ku em dixwazin di xebata ji bo xwe de bikin jî, ew e. Em pîke didirûn, dora laçikê dixemilînin, lûfik dihûnin, da ku modêla em çêdikin, xuya bike. Bi dîtina wan re, sîparîş didin. Em sendîkayeke ku ji aliyê jinên van her sê karan jî dikin ve hatiye avakirin in.


Di nav pênaseya aborî de hûn wateyek çawa didin sendîkabûyînê?


Em rêxistineke heq û maf in. Em ne kooperatîf, ne komele ne, em sendîkayek in. Ji bo avakirina vê sendîkayê, me salên dirêj nîqaş kirin. Me ev yek, bi salan ceriband û me organîzasyona dahatê kir. Piştî ku me li ser wê nîqaşên cidî kirin, me sendîkaya xwe ava kir. Em ji dewletê, daxwaza temînata civakî dikin. Dewlet dikare vî mafê temînata civakî çawa bide? Nexwe tu bi aboriya vî welatî re mijûl dibî. Tu nikarî çavên xwe li vêya bigirî. Dema em dibêjin ‘Ji şer re na’ jî, em ji bo vê yekê dibêjin. Ji ber ku, li vî welatî dahat bi awayekî wekhev nayê belavkirin, beşeke pir mezin ê butçeyê, tenê li aliyekî tê barkirin. Yanê ji şer re diçe. Beşa ku bi tiştên wekî bacê ji mafên mirovan tê stendin, diçe wê derê. Ji ber vê yekê em li dijî butçeya ku ji şer re diçe ne. Ne ji bo şer, ji bo mirov be bila. Dema em dibêjin ji bo mirovan jî, pêşaniyên me hene. Ji bo jinê, ji bo kedkarên li malê, ji bo malên starê, kreşan, stargehên li pîr û kalan û nivîşkanan dinhêrin, stargehên jinan. Em dixwazin ku butçeya ji bo şer tê dayîn, ji bo vî aliyî bê dayîn. Bacên me hene, em hemû bac didin. Em miraq dikin ka ev bacên ku em didin, bi ku de diçin. Ev di aboriya nav malê de jî wiha ye. Dema tu bêyî ku pêdiviya te pê hebe sê berik bikirî, ewê pereyê ku tu pê biçî bazarê, nemîne. Ev di hêla pereyê ku ji bo şer diçe de jî wisa ye. Pere ji bo wî aliyî here, ji bo vî aliyi pere namîne. Li cihekî ku ewlehiya mirovan tunebe, li cihekî ku şer lê hebe dema tu bêjî temînata civakî, ew ê bersiva ‘Ewlehiya canê min tune’ bide. Ji bo vê yekê temînata civakî ji bo min di rêza duyemîn de dimîne. Ji ber vê sedemê divê sendîka bi şer re jî eleqedar bibin.


-    We çima hewcedarî bi sendîkaya kedkarên li malê dît?


Ji ber ku ez bê temînat dixebitîm, ji ber ku piraniya yên dixebitin jin in, ji ber ku tu rêxistineke temînata xebatê neparast, ji bo em heqê xwe bistînin, me pêdivî bi vê sendîkayê dît. Rêya bidestxistina mafê temînata me ya civakî, têkoşîna mafan, ev jî sendîka ye. Çareseriyeke din nîne.


-    Xebatên we yên sendîkayê d içi astê de ne?


Em birêxistinkirina xwe didomînin. Em li aliyê din jî, xebata ji bo xuyakirinê dimeşînin. Derketina çapemeniyê jî, parçeyeke vêya ye. Ji bo ku em xwe bidin nasîn, xwe bighînin kedkarên malê yên ku em negihîştinê û ew bikaribin bighîjin me. Em bi derdorên akamediyê re jî xebatan dimeşînin. Divê li ser vê mijarê lêkolîn bêne çêkirin. Divê ev mijar bikeve nav dersan jî. Em diçin kongre û konferansên ku karkerên din dikin û em bi pêşkêşiyên ku amade dikin, tevlî dibin. Em tevlî kongre û konferansên navnetewî dibin, bi kedkarên malê yên li cîhanê re hevnasîneke me çêdibe û em tiştên ku dizanin, bi wan re parve dikin. Meclîsa Mafê Tenduristiyê ya Gel a Bajêr tê avakirin. Em ê di pêvajoya ji niha û pê de, bi wê re mijûl bibin. Mafê tenduristiyê, qadeke ku divê em jî pê re mijûl bibin e. Berpirsyariyên me yên ku ji ber ku em jin in, hene. Em hewl didin ku bi rêxistinên din ên jinan re parvekirinên me hebin. Em dizanin ku em bi tena serê xwe biqîrin, dê tiştek nebe. Lewma jî em hevkariyê dikin.


‘Em bi têkoşîna hevpar dikarin daxwazên xwe bidest bixin’


-    Di xebatên we yên sendîkayî de pirsgirêk çêdibin?


Em di aliyê birêxistinbûnê de rastî pirsgirêkan nayên. Dema em behsa sendîkayê dikin, em di rêxistinbûnê de rastîde pirsgirêkan nayên. Piştî ku sendîka ava bû, me zêdetir xuya kir. Em armanca sendîkayê û xebatên ku divê bêne kirin, bi hêsanî vedibêjin. Em rastî pirsgirêkên qanûnî jî nayên. Xebatên ku li malê tên kirin, ketin çarçoveya Qanûna Deynan. Tiştên xweş dibin. Em di aliyê aborî de pirsgirêk dijîn. Ji bo em xwe bighînin kedkarên malê yên li her derê Tirkiyeyê, em bajar bi bajar digerin. Ev xebat di hêla madî de me dixe tengasiyê. Mînak ji vê derê diçî Colemêrgê. Em rêxistineke ku proje çêdike û li ser wê projeyê dimeşe, nînin. Dema em rastî pirsgirêkên wiha tên, em li malên hevalên xwe dimînin, em bi hev re xebat dikin û ji wir pere qezenc dikin û hewl didin çareser bikin. Mînak em yên li Muglayê, ger li dar dixin. Hevalên ku nayên gerê, bexş dikin. Em nabêjin ev qas pere bînin. Li gorî hêza me ya aborî. Kî ku pere bide, mîqtara wê ew bi xwe diyar dike.


-    Têkiliya we ya bi kedkarên malê yên li welatên din re di çi astê de ye? Birêxistinbûna navnetewî bi kêrî çit ê?


Ev xebatek li cîhanê bi lez û bez belav dibe. Piraniya wan jî, jin in. Me Federasyona Kedkarên Malê ya Cîhanê ava kiriye. Di rêziknameya wê de em hene. 3 civînên wê, li Tirkiyeyê hatin lidarxistin. Têkiliya me bi welatên din re heye. Em li cîhanê bi lez û bez belav dibin. Tenê bi xebata nav welat nabe. Li Bulgaristanê, li gorî qanûnên wan, heta ku 100 hezar kes neyên cem hev, sendîka nikarin bên avakirin. Demeke, me ew nîqaş kir. Em li Tirkiyeyê sendîkayeke vekin, li Bulgaristanê jî kedkarên malê bibin endam. Armanca me ew e ku em daxwazên xwe, bi hev re ava bikin. Zexteke wisa bidin ser rayagiştî. Demeke, me got em kampanyayeke çêkin. Kesên bê temînat dixebitin endamên sendîkaya me ne. Dewletê doz li me vekir. Me jî doz li dewletê vekir. Em biser ketin. Hê dewlet di doza xwe de biser neketiye. Nexwe li vir jî pir girîng e ku em bi hevpeymanên navnetewî, birêxistinbûnên navnetewî, hêz bidin hevdu, daxwazên xwe ava bikin. Daxwaza me yek e jixwe. Hem wek jin, hem jî wek kedkarên malê.


-    Hûn dikarin derheqê home net a li Tirkiyeyê de agahî bidin me?


Me Home net a navnetewî, li Tirkiyeyê jî ava kir. Ji ber ku navê rêxistina me ya navnetewî ye jî, me navê Turkiye Home net lê danî. Home net, li 2-3 welatan tê bikaranîn. Wekî ku min berê jî gotibû, sendîka deriyên xwe li zilaman jî vekiriye. Lê belê, di van têkoşînên sendîkayî de cihê jinê, wekî rêvebereke li paş mayî ye. Wekî xebateke ku di rêveberiya xwe de gelek hindik jin hene, pirsgirêka jinê li paş maye, dimîne. Lê home net, ji ber ku em wekî jin dikarin pirsgirêkên xwe nîqaş bikin, girîng e. Ya din jî, tenê kedkarên malê endamên sendîkayê ne. Yên ku piştgiriyê didin jî hene din av Home netê de. Ev sendîka jî, ji nav Turkiye Home netê derket. Sendîka, li wir ava bû. Ji ber vê yekê Turkiye Home net girîng e.


‘Kedkarên malê, werin em dengê xwe bilind bikin’


-    Tirkiye, di nav welatên ku hevpeymana xebata li malê ya hejmar 177 a Rêxistina Xebatê ya Navnetewî (ILO) îmze nekirine de cih digre. Li gorî we ev ji bo kedkarên malê dezavantajeke çawa ye?


Em vê yekê wekî dezavantaj nabînin. Tirkiyê dema ku bi hiqûqa xwe ya navxweyî re ket nav nakokiyê, aşkera kir ku dê li gorî hevpeymanên navnetewî biryar bide. Lewma jî, divê li gorî hevpeymanên navnetewî biryar bide. Anha, erêkirin an jî erênekirina hevpeymana ILO’yê ne girîng e. Me teklîfeke wiha li ILO’yê kir. Me got ger ku ji bo erêkirinê ILO xebatan bimeşîne, em ê jî wekî sendîka, piştgirî bidin. Lê em wekî sendîka, tiştên ku divê ILO bike û pê re mijûl bibe, nekin.


-    Di aliyê zêdebûna têkoşîna sendîkayî de rayagiştî xwedî erkên çawa ye?


Çawa ku em wekî jin dixwazin pirsgirêkên xwe ragihînin, divê ew jî wisa ragihînin. Em şahidên tu kesan nînin. Em karkerên rastîn in, em mirovên ku vê sendîkayê ava kirine û bi rastî jî vê sendîkayê birêve dibin in. Em bi xwe polîtîkayên xwe dimeşînin. Di Kongreya Tenduristiya Karkeran de, ji bo yên ku di sendîkayê de wekî pispor dixebitin û akademîsyenan, 20 deqîqe mafê axaftinê hate dayîn. Lê ji bo rêxistinên wekî me, tenê 5 deqîqe mafê axaftinê dan. Me xwe neqayîl kir û em 20 deqîqe axivîn. Li vir peyama ku dan me, ew ‘yên ku polîtîkayê ava dikin’, hûn jî ‘şahidên’ wan in bû. Dûbare dikim. Em şahidên tu kesan nînin. Divê mirov li hemberî dîmen û wêneyên ku çapemeniyê dema behsa me kir nîşan da jî baldar be. Dîmenên ku kişandine, her wekî kedkarên malê di malê de hatine dîlkirin û xizmeta kapîtalîzmê dikin dide fikirandin. Pispor vêya îdîa dikin. Em naxwazin şaş bên nasîn. Bila tu kes li ser navê me neaxive. Bila xebatên akademîk bêne kirin, lêkolîn bê kirin, were fêrbûn.
Em wekî kedkarên malê birêxistin dibin. Em sendîkaya Tirkiyê ne û em nikarin xwe bighînin her derê. Em ji vê derê bang li kedkarên malê dikin. Werin em xwe birêxistin bikin. Em dengê xwe bilind bikin. Em mafên xwe bistînin.


‘Sendîka, lêgerîna mafê xwe ye’


Endama Sendîkaya Kedkarên Malê Habîbe Înan ku li Bajaroka Bayir a Muglayê dijî:
Sala 2002’yan bû. 2 jin hatin. Ji bo civînên xwe yên li Muglayê, gazî me kirin. Me li Zanîngeha Muglayê civîn çêkir. Ji her derê hatin. Ji gundan jî hatin. Me xwe da nasîn. Bi rastî me got qey ev jin ji bo kar bidin me hatine. (Dikene). Piştre me hîn kir ku sendîka ye. Temînata civakî ya xebatkarên li fabrîqeyan heye. Temînata civakî ya xebatkarên li mixazeyan heye. Ew 8 saetan dixebitin, em 18 saetan dixebitin. Me got çima bila temînata me ya civakî tunebe û me ev sendîka ava kir. Em beşdarî civînan bûn. Civîn û civîn, rojeke me bazar danî. Me destkirên xwe, cawên herî baş, li bazarê raxistin. Ji bo ku neyê firotan jî, tiştên ku 1 TL bûn, me got 10 TL ye. Yên ku gotin buha ye, sîparîş dan. Û me li malê xebat meşand. Awayê rêxistinkirinê gelek girîng e. Dema ku sîparîş pir be, dê ji bo jinên ku dirûtin û nexş çêdikin jî kar were pêşkêşkirin. Bi vî awayî, dê hêza aborî bê peydakirin.


Malbata min jî gelek kêfxweş e ku ez di xebateke wiha de cih digirim. Em ji civînek diçûn civîneke din. Lê her tim tirseke hebû di dilê min de. Min digot lê ku teşqeleyek were serê me? Hevjînê min jî piştgirî da. Got ‘sendîka, lêgerîna mafê xwe ye’. Em çûn hemû civînan. Piştre me ev sendîka ava kir. Ji bo temînata xwe ya civakî bigirin destê xwe. Em mehaneyê xwe bistînin, êdî em ê civakî bibin. Ji me re gotin “Ev jin sergirtî ne. Tu civakîbûneke wan tuneye.” Em civakî ne, karker in, cotkar in. Em dikarin ji heqê her karî bên der. Ji ber ku em jin in! Me di çavên xwe de nizm dibînin. Hê em 6 salî bûn, me dest bi xebatê kir. Me tevan titûn quraft, zeytûn jêkirin, em çûn ser pembo. Tu kareke ku me nekiriye, nemaye. Lê me nekarî tu mafeke xwe jî bixwazin. De ka bifikirin, mafeke me jî tuneye. Em mafê xwe dixwazin.”


'Ji civakê re dibêjin rêxistin'


Endama Sendîkaya Kedkariya Malê ya li Bajaroka Bayir a Muglayê rûdinê Hafîze Kapiş, diyar kir ku piştî sendîka nas kiriye, gelek kêfxweş bûye û bûye endam. Kapiş, destnîşan kir ku divê jin ji bo bidestxistina mafên xwe, ji xwe bawer bin û ev tişt gotin: "Min di 12 saliya xwe de dev ji dibistanê berda. Heta niha ez di gelek karên wekî karkeriya çandiniyê, destkarî û dezgevanî û çêkirina cihêzan de xebitîm. Lê di van karan de ez bê temînata civakî xebitîm. Di 18 saliya xwe de jî ez zewicîm. Piştî ku zewicîm, pirsgirêkên min jî zêde bûn. Li aliyêkî betalî, aliyê din de jî bê peretî. Min gelek demên zehmet dîtin. Piştî ku min navê sendîkayê bihîst, bûm endam. Ji bo ku temînata civakî dest bixim, li Mugla û Enqereyê ketim nava hewldanan. Niha, 66 salî me. Êdî dixwazim temînata min a civakî hebe. Ji ber ku baweriya min bi têkoşîna sendîkayê heye, di nava berf û baranê de jî be, tevlî civînan dibim. Bi piştgiriya hevjînê xwe çûm sendîkayê. Cara yekem ku çûm sendîkayê, her tim behsa rêxistinê dikirin. Min ji kurê xwe re got, 'Behsa rêxistinê dikin. Ez ditirsim.' Wî ji min re got ‘netirse, ji civakêre dibêjin rêxistin'. Ez niha dixwazim bi rêya Ajansa Nûçeyan a Jinan, bang li jinan bikim. Bila li malê kar bikin û tiştên ku di hilberînin, bifroşin û debara xwe bikin. Ancax em dikarin bi vî awayî biserbikevin.”


'Em jî xebatkar in, lê çima li nexweşxaneyê em bi sîgorteya hevjînê xwe tên dermankirin'


Endama Sendîkaya Kedkariya Malê Sonay Tezcan jî anî ziman ku wê heta niha navê sendîqeyê nebihîstiye û wiha domand: "Min qet navê Sendîkeya Kedkariya Malê nebihîstibû. Dema min bi hevala xwe Hebîk re sohbet dikir, wê behsa sendîkayê ji min re kir. Kêfxweş bûm û ez jî bûm endam. Em çiqas dixebitin jî, nikarin heqê keda xwe bidest bixin. Ji bo ku bikaribim heqê keda xwe bigirim û temînata min a civakî çêbibe, bûm endam.”


Ji 6 saliya xwe heta niha dixebite


Tezcan, bilêv kir ku ji sala 2002'an vir ve tevlî civînan dibe û ev tişt lê zêde kir: "Ez ji 6 saliya xwe heta niha dixebitim. Li aliyekî diçûm dibistanê, li aliyêkê jî dixebitim. Lê ji ber kar, bi piranî nikaribûm tevlî dersan bibim. Me feqîriyek gelek dijwar dît. Min karên wekî terzîtî û bazarvanî kir. Lê tu carî, temînata min a civakî nehat dayîn. Ji ber ku temînata min a civakî tuneye, min gelek zehmetî dîtin. Em dixebitin jî, lê dema em li nexweşxaneyê tên dermankirin, bi sîgorteya hevjînê me li me dinhêrin. Ez naxwazim bi hevjînê xwe ve girêdayî bimînim. Ez dixwazim temînata min a civakî hebe. Ez bang li hemû jinan jî dikim ku ji xwe bawer bin. Em jinên kedkar in. Ger em bi hevre bixebitin, em ê biserkevin."


'Çiqas keda jinê biçûk tê xistin, jiyan jî ewqas qirêjî dibe'


Endama Komeleya Jinan a Ekîn Ceren ku li Amedê kar dike Fîgen Aras, balkişand ser aboriyê û diyar kir ku aborî, li Yewnenîstana Antîk tê wateya qanûna nava malê. Fîgen wiha got: "Aborî ji bo civakbûnê pêwîst e. Ew ahenga civakî pêk tîne. Peyva aboriyê di Yewnenîstana Antîk de tê wateya qanûna malê, karên jin li nava malê dike an jî karên ku jin dike. Xuya ye ku ev karekî jinê ye û dispêre hilberîne. Yanê mêtîngeriya bi darê zorê, karê bê ked û bê xebat, nayê qebûlkirin. Tê xwestin ku jinên hewceyî zilam û xizan bên afirandin. Li cîhanê herî zêde jin xwedî ked in, lê dîsa jî, li gor îstatîstîkan herî zêde keda jinê tê binpêkirin. Çiqas keda jinê tê xistin, ew qas jiyan qirêjî dibe. Ji bo ku jin bikaribe jiyana xwe bidomîne, hewceyî zilam kirine. Desthilatdar keda jinê nabînin û ji bo xwe bi kar tînin. Jin di nava aboriyê de nayên dîtin. Ew tenê, wekî dayîka zarokên xwe tê dîtin."


'Sendîkaya Kedkariya Malê xwedî li nirxên ku diafirîne derdikeve'


Aras, di berdewama axaftina xwe de got ku her tim keda jinê tê binpêkirin û wiha pê de çû: "Dema em li aboriya cîhanê dinhêrin, tenê sermayedar tên bîra me. Li hemberî wan jî, karker û kole hene. Hinek diafirînin. Hinek diafirînin hinek jî desteser dikin. Nifûsa cîhanê ji sedî 49,7 ji jinan pêk tê. Li cîhanê ji 4 xizanan 3, jin in. Lê ev nayê dîtin. Di vir de pirsgirêka zîhniyetê heye. Keda jinê du caran tê binpêkirin. Keda jinê ya di nava malê de jî, ji kedê nayê hesibandin. Lê jin her tim ji bo civakê ked didin. Keda wan civakî ye. Lê ev ked nayê dîtin. Lazim e keda jinê bê dîtin. Jinên li malê dixebitin, ji bo keda wan bê dîtin ev demeke dirêje têkoşîna sendîkavaniyê dimeşînin. Em jî wekî komeleyên jinan, rewşa wan ji nêz ve dişopînin. Sendîkaya Kedkariya Malê xwedî li nirxên ku diafirîne derdikeve. Keda jinê bê xwedî nahêle. Ew bi vê têkoşînê, nîşan didin ku nasnameya jinê çewa têk birine. Li Tirkiyê ji bo jinên li malê dixebitin, tu qanûn tunene. Tu mafên wan tunene. Ev jî ji bo vê yekê têdikoşîn. Di Hevpeymana Rêxistina Xebatê ya Navnetewî (ÎLO) de, keda jinê ya li nava malê, tê nasîn. Lê ev yek li Tirkiyê di nava tu qanûnan de cih nagire. Li hemberî vê yekê, divê kesên xebata jinê dikin û femînîst, xwedî li vê têkoşînê derkevin. Pêwîst e ku em piştgirî bidin. Jin di nava malê de gelek karên giran dikin. Her roj cil dişon. Karê wan nayê dîtin. Keda jinê tê binpêkirin. Ev jin jî li hemberî van niheqiyan têdikoşin. Em wan pîroz dikin. Em ê hertim piştriyê bidin wan.  


JINHA


Wêne – Kamera: Hulya Adiyaman


(ha/xo)