DOSYA HABER Yazdır Kaydet

Jinên bi barîkat, artêş û şoreşa xwe dibêjin 'No pasarán' (5)

Dosya Haber
Şubat 03 / 2016


 

Di herka dîrokê de barîkat û ruhê serhildêr ê jinan
 
Caroline McKusick/JINHA
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li New Yorkê ji jinên karker heta artêşa jinê ya Mîno her tim li hemberî mêtingerî û koletiyê têkoşiyan. Li Rûsya, Nijerya, Vîetnam, Nîkaraguayê jin her tim li ser piyan bûn. Dîrokê cîhanê bû dîroka serhildanên jinan. Jinan kolan, tax, fabrîka, gund û hemû qadên jiyanê veguherandin qadên berxwedanê, ji gelek serhildanan re pêşengî kirin.
 
Di roja me ya îroyîn de çawa ku jin li hemberî modernîteya kapîtalîst têdikoşin, ji destpêka vê pergalê heta niha li dijî pergalê bûn. Di dîrokê de mînaka yekem e ku artêşa jinan a Dahomey ya Mînoyan li dijî mêtingeriya Fransayê li ber xwe dan Li Dahomeyê (Bajarê Benîn) jin xwedî gelek mafan bûn û li vê derê di sedsala 17'emîn de artêşa jinan a yekem ango Mîno (dayikên me) hat avakirin. Bi taybet jî jinên civan tevlî vê artêşê dibûn û di daristanan de perwerdehiya leşkerî didîtin. Hejmara Mînoyan gihîşt 6 hezaran û fermandariyeke xweser ya vê artêşê hebû. Dirûşma wan jî wiha bû; "An serkeve, an jî bimire". Kîjan mêr dest dirêjî Mînoyan bikira rastî cezayê îdamê dihat. 
 
Artêşa Mîno li dijî dagirkeran şer kirin
 
Mînoyan li Dahomeyê di meclisê de cih girtin, di sedsala 19'emîn de li dijî bazirganiya koleyan derketin, nirx û xwezaya welat parastin. Ligel vê yekê jî koletî bi pêşket û dagirkeriya Fransayê belav bû. Mînoyan li hemberî çekên giran ên wekî; top, mîtralyozan yên Fransayê bi şûr û tifingan şer kirin. Li gelek deveran Fransa neçar ma paşve vekişe. Li gorî gotinên leşkerên Fransayê di salên 1890'î de Mînoyan paşve vekişiyan. Leşkerên Fransayê ji bo tecawizî Mînoyan bikin xwestin wan dîl bigirin. Mînoyan kincên xwe guherandin, ketin nav leşkerên Fransayê û şev serê leşkeran şerjêkirin. Fransiyan, Dahomey kirin cihê mêtingeriyê, ji jinan re çek hatin qedexekirin. Hêjî civak li hemberî Mînoyan rêz digirin, ligel qedexeyan nezewicîn û hê jî ji civakê re pêşengiyê dikin.
 
Karkerên terzî serî hildan
 
Li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê di sala 1900'î de Sêndîkaya Karkerên Jin ên Tekstîlê ya Navneteweyî hat avakirin. Ev di dîroka kedkarî û sendîkayan de gaveke girîng bû. Endamên sendîkayê piranî ji koçberên Îtalya û Îspanyayê bûn. Jinên ciwan di şert û mercên giran de dixebitîn, hefteyê 65 saet dixebitîn, rastî tacîzê dihatin, maeşê wan nedihat dayîn. Jinên ku di Fabrîkaya Trîangle de dixebitin di sala 1909'an de çûn grevê û dev ji kar berdan.  Hemû karkerên tekstîlê di 22'ê mijdara 1909'an de li hev civiyan. 
 
Serhildêra ciwan Clara Lemlich: Sebra min nema 
 
Ji sedî 70'î karkeran jin bûn û nîvê karkeran jî ciwan bûn. Di civînê de mêran bertekên tund nîşanî biryara grevê dan. Jina ciwan a ji Ukraynayê hatibû ya bi navê Clara Lemlich axaftineke wiha kir: "Min hemû axaftin guhdar kir, sebra min nema axaftineke din guhdar bikim. Ez xebatkareke fabrîkayê me û ji ber van şertên giran min dev ji kar berda. Ji axaftinên giştî aciz bûm. Niha divê em biryarekê bidin, em ê biçin grevê an na?" Clara bang li jinan kir ku biçin dengdanê û wiha got: "Ger ez dev ji doza xwe berdim bila ev destê min yê hewa birize." Jinan di 24'ê mijdara 1909'an de bi tevlibûna 15 hezar jinan grev dan destpêkirin. Ber bi êvarê ev hejmar derket 20 hezaran. 
 
Bi mehan li ber xwe dan
 
Ji ber serhildana 20 hezar kesan zext zêdetir bûn. Bi hezaran karker daketin kolanan. Polîsan 723 karker binçav kirin û 19 kes hatin girtin. Ligel zext û zordariyan jinên ciwan dev ji nobedê bernedan, pankartên 'Koletiyê dawî bikin', vekirin û rêxistinbûyîna xwe dewam kirin. 
 
Serhildana 20 hezar kesî heta 10 sibata 1910'an dewam kir. Di sala 1911'an de di Fabrîkaya Triangle de ku wekî navenda serhildanê bû, 146 karker bi şewatê hatin qetilkirin. 
 
Jinan şoreşa Rûsyayê dan destpêkirin
 
Di sedsala 19'emîn de gelek şoreş pêk hatin. Şoreşa Rûsyayê bi çalakiya jinan destpê kir. Di Şerê Yekemîn yê Cîhanê de karkeran bênavber li hemberî newekhevî û zextên patronan û tundiyên zayendî 'serhildana nan' dan destpêkirin. Jinan di sala 1917'an de 8'ê Adarê Roja Jinan a Navneteweyî pîroz kirin û piştgirî dan greva Fabrîkaya Putilov ku rojek berê dest pê kiribû û daketin kolanan. Jinan kevir avêtin camên fabrîkayê û banga serhildanan kirin. Di rojekê de 200 hezar kes bi alên sor li kolanên Petrogradê bûn. 
 
Jinan hişt ku leşker îstifa bikin
 
Li hemberî raperînê bi hezaran leşker şandin Petrogradayê û leşkerên xwedî çekên giran li avahiyên bilind hatin bicihkirin. Di roja 11'ê Gulanê de leşekerên ku ji bo şikandina serhildanê hatin ji aliyê jinan ve hatin rawestandin. Jin ji bo leşker îstifa bikin û çekên xwe deynin dest bi xebatan kirin. Leşker û polîsên di serhildanê de ligel cih girtin di vegerê de 40 hezar çek anîn û li gel belav kirin.
 
Leon Trotsky wan bîranînan wiha vedibêje: "Jin bi awayekî wêrek nêzî xetên leşkerî bûn. Çek girtin destê xwe û ferman didan: 'Singûyên xwe deynîn erdê û tevlî me bibin' leşker bi kelecan dibe, şerm dike, bi fikar li hevdu dinêrin û bi teredut dibin. Leşkeran dihatin dorpêçkirin." Li Petrogradyê avahiyên hikûmetê hatin şewitandin, kesên di girtîgehan de serbest hatin berdan û di wê rojên ku hezar û 300 kes hatin qetilkirin de, di 15'ê Adarê de çar xwe ji text vekişand.
 
Jinên Igbo yên ku ji bo aboriya xweser Şerê Jinan dan meşandin
 
25 jinên ji gelê Igbo yên ku li Nîjeryayê di sala 1929'an de li hemberî mîtîngeriyê li ber xwe didan, "Şerê Jinan" ê dîrokî birêxistin kirin. Weliyê yekem ê Nîjeryayê Lord Lugard ku ji mîtîngeriya Îngilîzan bû, hilbijartinên gelê Igbo yên şefên meclîsan qebûl ne kir û diyar kir ku dê şefên herêman ji aliyê walîtiyê ve bên hilbijartin. Şefên ku hatin hilbijartin jî xwestin baçek bilind deynin ser bazara jinan. Di xwestin bi vê baçê hêza jinan a di civakê de kêm bikin û rêyên ku gel xwe digihînin xwarinê zehmet dikirin.
 
'Jinên bi zilam re şer kirin' serî hildan
 
Di 1'ê Mijdara 1929'an de, mêtîngerên ku dixwestin bacan ji nûve sererast bikin, ji bo serjimariya nifusê zilamekê, ji jina bi navê Nwanyeruwa ya ku li Olokoyê ye xwest ku ji bo wan mirov û sewalan bijmêre.  Nwanyeruwa, ku bi zilam re nîqaş kir, diyar kir ku jinên ji gelê Igboyê ne bacê nadin û rewş ji jinên bajar re ragihand. 10 hezar jinên ku ji gelê Igbo û 6 gelên din biryar dan ku li hemberî bac û şefên dijdemokrat li bajarê Olokoyê meşekê li dar bixin. Çanda jinan a Igboyê ku bi stranan tundiya zilman a li ser jinê tîne ziman, jinan vê carê bi stranên xwe ji bo zilamên ku bi mîtîngeran re din ava hevkariyê de ne teşîr bikin gotin. Jinên ku ev stranên xwe li hemerî mêtîngeran bikaranîn hiştin ku gelek rayedar îstifa bikin. Piştre êrîşî dikan, banqe û avahiyên mêtîngeran ên ji Ewropayê kirin. 10 avahiyên dadgehên mêtîngeran hatin hilweşandin. Êrîşî girtîgehan kirin û girtî serbest berdan.
 
Serhildana jinên bazarê ji tevgera jinên Nîjeryayê re bû çavkanî
 
Serhildana ku 50 jin ji ber zextên polîs û leşkerên mêtînger tevlî bûn, bi vekişîna bacan û bêhêzhiştina şefên herêmê bi dawî bû. Jinên bazarê, rêxistinbûn û çalakiyên xwe berdewam kirin. Gelek rêxistinên mîna Tevgera Jinan a Abeokuta ku jina bi navê Funmilayo Ransome Kuti ku bi berxwedana xwe ya li hemberî mêtîngeriya li Nîjeryayê tê nasîn, di rêxistin kirina jinên bazarê ketin meriyetê. Abeokuta di sala 1949'an de belgeyên şefên ku piştgirî didan hikûmetê derxistin derve û banga serhildanê li 20 hezar jinên bazarê ku ji aliyê Tevgera Jinan a Abeokuta ve hatine rêxisinkirin kirin. Bacên ku ji jinan dihatin xwestin paşde kişandin, piştre bi pêşengiya Funmilayoyê Komeleya Hevkariya Jinan a Nîjeryayê ku ji bo mafê dengdayîna jinan û aboriyê têdikoşiya hat avakirin.
 
'Artêşa Kezîdirêjên' Vîetname: 'Kîna me dê rojekê bibe hevrîşim'
 
Li Vîetnama Bakur piştî ku hikûmeta komunîst hat ser kar jin di qada kar û aboriyê de bi rêya kotayan hatin bicihkirin, dîsa li Vîetnamê zewaca bi zaroktiyê û bi darê zorê hat qedexekirin. Jin jî li Vîetnamê pêşî li hemberî mêtingeriya Fransayê piştre jî li hemberî emperyalîzma Amerîkayê di şerê hat pêşxistin de di refên herî pêş de cihê xwe girtin. Li Vîetnama Bakur dema hikûmeta komunîst hêj li ser kar bû li Vîetnama Başûr şerê gerîlayan dest pê kir. Hêzên xweparastinê û gerîlayan ên ku ji jinan hatibûn avakirin di bin navê 'Artêşa Kezîdirêjan' di bin top û bombeyan ji bo de azadî û wekheviyê şer kirin. 
 
Jinên ku rêya Ho Chi Minh jinûve avakirin
 
Yekîneyên jinên ciwan ji bo kesên ji Bakur û Başûr tên û der basî Laosê bibin rêyên Ho Chi Minh ên di bin topbarane de vekirî bihêlin tawîz nedan. Di çeperek a şervanên jin mecbûr man ku bihêlin û paşde bizivirin de helbestek hat xwendin û ev helbest li ser zimanê her kesî bû: "Makîneya dirûtinê bil ez tevdigere. Daristan bi dengê çûksan dengvedide. Kîna me dê rojekê bibe hevrîşim, li dengê makîneya dirûnê tê. Em di kuştina dijmin de bi biryarin." Piştî şerê bi serkeftinê bi dawî bû jinan di avakirinê de jî rolekî girîng lîstin. Îro jin û zarokên li ser rêya Ho Chi Minh a li Vîetnam û Laosê dijîn, depoyên hilberînê û malên ku bi qalikên bombayan avakirine, ji perên balefiran gemî çêkirine, gulên ku ji kumxiran çêkirine û bi tîmen jinan ên derxistina mayînan kîna jinan a ku bûye hevrîşîn radixe ber çavan.
 
Ger dayik tunebûna şoreşa Sandinista pêk ne dihat
 
Di îlana azadiyê ya Çepera Azadiya Neteweyî ya Sandinista ya Nicaraguayê (FSLN) a sala 1969'an de ev tişt hatibûn gotin: "Şoreşa gel a Sandinistayê dê newekheviya ku jin li hemberî mêran dijîn bê rakirin. Dê di navbera jin û zilaman de wekheviya aborî, siyasî û çandî were ava kirin." Di têkoşîna ji vir û şûnde ji sedî 30 an jî 40 gerîlayan jin bûn û ligel jinan dayikan jî rolek girîng lîstin. Dayikên ku li hemberî desthilatdariya Somoza cihên ewle avakirin û parastin, berxwedana li taxan ava kirin û parastin. Li Nicaraguaya ku piştî şer ji sedî 50 mal bê bav man, ji sala 1970'an heta 1980'an jinên k udi bin banê rêxistina jinan a bi navê "AMPRONAC" de xwe birêxistin kirin, di aliyê erwerde, lênêrîna zarokan û çalakiyan de xwe birêxistin kirin.
 
Jinên Sandinista: Bi tevlibûna şoreşê jin rêzgirtina xweser bi dest dixin
 
Di roporteja bi dayikekê re hatiye kirin ku di pirtûka Roser Sola ya bi navê "Li Nicaragua Bûna Dayik" de cih digire dayik wiha dibêje: "Hemû kirinên me ji bo zarokên me bûn. Ji bo fêrî xwedinê bibin û jiyanek xweş derbas bikin bû. Em bi van fikran tevli şoreşê bûn. Em bi fikrên ku dê bixwînin û tiştên ku nizanin dê fêr bibin tevli şoreşê bûn." Karkera malê, dayika 9 zarokan, aktivîsta AMPRONAC û şervana Sandinistayê Gloria Carrión, bi van gotinan di rûpelên dîrokê de cihê xwe girt: "Jin ne di ferqa tiştekî de bûn. Tenê cil şûştin, kewîk kirin, xwarin çêkirin û zarok çêkirin. Lê ez niha ji te re dibêjim em şiyar bûn. Bi tevlibûna şoreşê jin rêzgirtina xweser bi dest dixin."
 
DAWÎ...
 
(mb/rc)