Selma Irmak: Heger kurd tevlî Cenevre nebin emê qiyametê rakin
07:47
JINHA
WAN - Li Wanê ji aliyê rexistina BDP'ê ya Wanê ve bi navê "Bila Rojava tevlî Cenevre 2 bibin" mitîngek hat li darxistin. Di mitîngê de parlementera BDP'ê ya Şirnexê Selma İrmak axivî. Selma diyar kir ku şareşa Rojava şoreşa Rojhelatanavîne û got: "Yên ku dixwazin Rojava bixeniqînin, dixwazin şer ber bi aliyekî dinê ve bikişin." Selma da zanîn ku heger kurd tevlî Cenevre nebin dê li Tirkiye yê pirsgirêkên mezin ru bidin û wiha got: "Heger kurd tevlî Cenevre nebin dê kurd rabin ser lingan. Emê qiyametê rakin. Em li vêderê bang li hemû hêzan dikîn."
Serê sibê di saetên zu de navenda rêxistina BDP'ê jî dinav de li tesîsata Hîtîtan ya ketna navçeya Westanê de welatiyan hevserok û perlementerên xwe pêşewazî kirin. Bi tevlîbûna bi hezaran kesî li gel hevserok û parlementeran bi qonvoyekê ber bi navenda Wanê ve ketin rê heta gihiştin parqa Musa Anter. Mitînga ku ji aliyê navenda rêxistina Wanê ve bi navê "Bila gelê Rojava tevlî Cenevre 2 bibin" hat li darxistin. Serokê Navenda BDP'ê ya Wanê Musa İtah, endamên PM yê, Şaredarên navend û navçeyan, endamên MYK'ê, Namzetên Hevşaredariyên BDP, Parlementerên BDP'ê, Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê, rêxistinên sivîl yên civakî (STK), aktîvîstên DOKH'ê, Hevserokê HDP ên Esen Guney û Harun Okay tevlî bûn. Parlementerên ku ji girtîgehê derketîn jî tevlî bûn.
Çar aliyê mitîngê ji aliyê polîsan ve hatibû dorpêç kirin. Panqartên weke"Bila Cenevre 2 gelê Rojava bi nasnameya wan ve bipejirînin", "Me bi ciwanî despê kir û emê bi ciwanî serbikevin", "Heta ku Serok azad nebe aştî şaştiye", "Em berxwedana Rojava silav dikîn", "Bi jina azad ber bi netewa demokratîk ve", "Rojava şoreşa jinêye", "Divê kurd bi nasnameya xwe ya siyasî tevlî Cenevre 2 bibin", "Cenevre şaş nebe û me ber bi İsvîçre ve neşîne", "Em kurdin Cenevre nasnakîn", hatin vekirin. Alayên PKK û KCK'ê li gel wêneyên Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan hatin hildan. Wêneyên jinên ku ji aliyê rejîma İranê ve hatîn darve kirin li gel wêneyê kurê Hevserokê PYD'ê Salîh Mulim yê YPG yî Şervan, endamê Qonseya KCK'ê Rostem Cudî û wêneyên gelek HPG yî yan hatin hildan. Girseya ku ji hezaran pêk dihat dem dem siloganên weke "Bijî Serok Apo", "Şehêd namirin", "Bijî berxwedana Rojava", "Bê Serok jiyan nabe", "Jin jiyan azadî" û "Ciwan Fedayê APO ne" hatin berz kirin. Wêneyê Yildirim Ayhan yê di sala 2012'an weke mertalên zindî çuyîn Çelê û li wê guleya polîsan rastî dilê wî ketî û jiyan xwe ji dest dayî hat hildan. Jin bi kincên xweyên netewî tevlî mitîngê bûn û qada mitîngê xemilan din.
'Rojava li gel hemû pêkutiyan jî bi xwe qedera xwe diyar dikin'
Piştî nasandina beşdarvanan ji bo kesên ku di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Li ser navê qomîteya amadekar Ehmed Aygun axaftinek kin kir û diyar kir ku li Rojava kurd qedera xwe bi xwe diyar dikin û dîrokê dijîn û yên ku dixwazin Lozana duyemîn bi serê kurdan binin bila bizanin ku kurd ne kurdên berî niha 80 salanin. Ehmed da zanîn ku kurd tekoşînekî dîrokî didin û got: "Kurd li gel gerîla û girtiyên xwe di Rojhelata navîn de bûne hêza herî mezin. Li Rojava li gel hemû zoriyan jî kurd bi xwe qedera xwe diyar dikin." Paşê jî Serokê Navenda BDP'ê ya Wanê Musa İtah jî despêkê xweseriya gelê Rojava slav kir û paşê jî diyar kir ku AKP herdem dixwaze gelê kurd reş bike. Musa da zanîn ku di van demê dawî de AKP'ê li ser Şaredariya Wanê polîtîqayên qirêj da meşandin û got: "Di demekî nêz de li ser berendamê AKP'ê Osman Gulaçar operesyon bikirn şaş nebin." Musa diyar kir ku dê her dem bi gelê Rojava re yek bin û da zanîn ku berxwedana gelê Rojava berxwedana hemû kurdane. Musa di dawiyê de bang li deshilat dariyê kir û got: "Ya ku we bibe serkeftinê tenê girtina destê my yê ku me ji bo aştiyê dirêj kiriye."
'Ger ku kurd tev li cenevre nebin em dê qiyametê rakin'
Parmalentera BDP'ê ya Şirnexê Selma Irmak ku hefteyaborî serbest hat berdan jî derket ser dikê u wiha got: "Şoreşa Rojava şoreşa Rojhilata Navin e. Kesên dixwazin Şoreşa Rojava fitesînin dixwazin şer pêş bixin. Ger ku kurd tev li cenevre nein dê pirsgirêk mezin bibin. Ger ku kurd beşdari cenevre nebin em dê qiyametê rakin. Kurd êdî xwedî statu ne û divê ev statya wan bi awayeki fermî di nava welaten cîhanê de bê qebûlkirin.
Miting piştî axaftinê bi konserê hunermendên NÇM'ê bi dawi bû.
(zt)
