Xebatên xweser jiyana jinê jî bedew dike
09:31
Sosin Xanê/JINHA
RIMÊLAN- Li bajarê Rimêlan yê Kantona Cizîrê ji bo ku jin debara jiyana xwe bikin xebatên xweser yên weke dirunxaneyên jinan didin meşandin.
Zêdetirî saleke li bajaroka Rimêlan li ser daxweziya jinên bajêr Yeketiya Star dirûnxaneyek vekirine. Jin ji bo ku debara xwe ya jiyanê bikin û her wiha xebatên xwe yên xweser bidin meşandin, ji sibê heya saetên êvarê li dirûnxanê dixebitin. Rêveberiya dirûnxanê Şerîfe Îbrahîm di derbarê xebatên xwe de agahî da û got: "Armanca me ya herî sereke ewe ku em xebatên xweser bidin avakirin. Niha nêzî 17 jin li dirûnxanê dixebitin. Ji bo pêdiviyên jiyana xwe pêk bînin em fon didin jina."
Şerîfe di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya xebatên xweser ya jinan û wiha got: "Pêwîste her jinek di nava saziyên xweser de cihê xwe bigre. Ji ber di nava xebatên xweser de hêza jin derdikeve pêş û di warê xwe rêvebirinê de dibe xwedî zanistiyek.
Her wiha xebatkara dirûnxanê Kelsûma Salîh jî derbarê xebatê de axivû û got: "Ez gelek kêfxweşim ku di nava xebatek xweser de cihê xwe digrim. Di warê debara jiyana xwe de jî bêy ku em alîkariyê ji kesek bixwezin em xwe rêve dibin. Hêza jin heye ku bikaribe jiyana xwe bi xwe rêve bibe, ji ber vê yekê pêwîste jin li hember pergala desthilatiya mêr derkeve û ji bo xweseriya xwe bixebite."
Refîda Ehmed jî derbarê xebatên xweser ya jinan de axivî û wiha got: "Di nava civakê de gelek guhartin çêbûne. Demên borî de civak destûr ne didin ku jin derkeve û bixebite. Lê belê niha jin di her xebatê de û li her qadê jiyanê pêşengtiya civakê dike. Şoreşa Rojava guhartinên mezin di jiyana jin û civakê de pêkanî. Banga min ji hemû jinan ewe ku xwedî li şoreşa Rojava derbikevin û bi berpirsyarên xwe yên dîrokî dev bigerin."
(rc)