Malbata Mujgan Ekîn serî li ÎHD’a Amedê da

15:12


AMED - Malbata Mujgan Ekîn a ku 43 roj berê li Enqereyê hatibû binçavkirin û jê agahî nayê girtin vê carê jî serî li Şaxa ÎHD’a Amedê da.

Malbata Mujgan Ekîn a li semta Batikentê ya Enqereyê di 24'ê cotmehê de hat binçavkirin û 43 roj in jê agahî nayê girtin serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê da. Li ser navê malbatê meta Mujgan, Emîne Ozmen û xizmên wê hatin komeleyê bi Serokê Şaxa ÎHD’ê Racî Bîlîcî re hevdîtin pêk anîn û derbarê aqûbeta Mujgan de agahî dan Racî û rêveberên ÎHD. Piştî malbatê agahî da, rêveberên ÎHD’ê jî serlêdan qebûl kirin û ÎHD diyar kir ku ji bo dîtin û agahî sitendina Mujgan dê di nav liv û tevgerê de bin û çi bikeve ser milê wan dê pêk bînin.

Piştî serlêdanê malbat ji avahiya ÎHD’ê veqetiya.