Nûçe Dosya

Salek piştî dîroka ji nûve li Sûrê hat nivîsin (5)

30/11/2016

Yên di berxwedana Sûrê de jiyana xwe ji dest dan navê xwe li vê berxwedanê dan nivîsîn û ji van du heb hêj 17 salî bûn, Rozerîn Çukur û Çekvar Çubuk bû. Xwişka Rozerînê Gulluşahê wiha got: “Ew gihişt armanca xwe. Ez bi wê serbilindim.” Hevala Çekvar, Mizgînê jî wiha got: “Çekvar wê neqedin. Ew bûn parçeyek berxwedana destanî.”

Salek piştî dîroka ji nûve li Sûrê hat nivîsin (4)

29/11/2016

Li Sûrê piştî berxwedana ku 103 rojan berdewam kir şûnde di meha Adarê de daxuyaniya operasyon qedyan hat dayîn. Li taxan hilweşîn berdewam dike û li her kolanê kalekol hat ava kirin. Gel çeteyên tiryakê û polîtîkayên sîxurtiyê vegotin û diyar kirin ku ev parçeyeke polîtîkayeke îskanê ye.

Salek li ser berxwedana Sûrê ya dîrokî re bihurî (3)

28/11/2016

Bi meha cotmeha 2015’an re li navçeya Sûrê di esasa parastina cewherî de gel xendek dikola. Heta meha mijdarê dewletê qedexeyên fîîlî îlan kir û êrîşê navçeyê kir. Tevî vê gel çalakiyên deng derxistinê pêk anî û deng dida berxwedanê. Piştî 6’ê mijdarê şûnde pevçûnan bi navber heta 28’ê mijdarê berdewam kir. Di 28’ê Mijdarê de piştî ku serokê baroyê Tahîr Elçî hat qetilkirin şûnde berxwedanê dest pê kir û salek li dû xwe hişt.

Salek li ser berxwedana Sûrê ya dîrokî re bihurî (2)

27/11/2016

Piştî li Kurdistanê rêveberiyên xwerser hatin îlankirin şûnde yekem hedef Sûr bû û salekî li wir berxwedana dîrokî hat nîşan dan. Vê berxwedanê di hişê her kesî de cihekî destanî girt û gel têkildarî Sûrê de gelek tiştên efsûnî

Salek li ser berxwedana Sûrê ya dîrokî re bihurî (1)

26/11/2016

Her çiqas şahidiya berxwedanan a Sûrên Dîrokî yên Amedê bigihêje salên beriya Zanînê jî şerê xwe yê herî bi xof di navbera 2015-2016’an de jiya. Wisaye ku yên li Sûrê berxewdan berê xendek dikolan û di berxwedana 2016’an de jî di berxwedanê de gel xendek kolan û pişta xwe dan Sûran.

Mêr-dewletê xwe li şîdetê pêça, jinan berxwedan li xwe kir (4)

21/11/2016

Li herêma Federal ya Kurdistanê ligel têkoşîna jinan li hember tunditya mêr,jinan banga avakirina xeta têkoşînê ya hevpar kirin.

Mêr-dewletê xwe li şîdetê pêça, jinan berxwedan li xwe kir (3)

21/11/2016

Li Rojavaya ku berxwedana dîrokî ya berdewam dike de jinan, di 2016’an de jî hûnandina jiyana nû berdewam kir û di pêngavên Mînbîc û Rakkayê de jî di eniya pêş de cih girtin, sozdan ku heta yek DAIŞ’î jî bimîne wê têkoşînê bidomînin.

Mêr-dewletê xwe li şîdetê pêça, jinan berxwedan li xwe kir (2)

20/11/2016

Li Tirkiyeyê di sala dawî de ji ber şerê li Kurdistanê dan destpêkirin gelek jin hatin qetilkirin, van êrîşan li bajarên Tirkiyeyê wek înfazê xwe da der. Bedena jinên hatin qetikirin hatin teşîrkirin û polîtîkayên dijminê jinê qadên jiyana jinan hedef girtin.

Mêr-dewletê xwe li şîdetê pêça, jinan jî berxwedan li xwe kir (1)

20/11/2016

Ji 25'ê Mijdara 2015'an heta 26'ê Mijdara 2016'an li hemû cîhanê şîdeta mêr-dewletê zêde bû. Li Kurdistan û Tirkiyeyê û her wiha li her derê cîhanê şîdeta mêr li ser bedena jinê û jiyana wê ket nav êrîşan û dîsa ya ku ev şîdet şikand jî berxwedana jinê bû. di sala dawî de şîdeta herî mezina dewletê hat dîtin û li kolanan bedena jinan hat teşîrkirin û jinan jî bi berxwedanê navê xwe li dîrokê nivîsin.

Qêrîna Behrareş ya naqede: Karaseta Çernobîlê (4)

15/10/2016

Aysun Paksoy ku li dijî pençeşêra memikan têdikoşe, di heman demê de parêzvana mafê jiyanê ye.Aysun di çalakiyên li dijî santrolên hîdroelektîrîk û santrala nukleerê de cih digire got: "Ez çawa bi nexweşiya xwe re têdikoşin bi heman awayî li dijî projeyên wêrankirina xwezaya Behrareş jî têdikoşim. Wê Behrareş jî qezenc bike ez jî."

Qêrîna Behrareş ya nasekine: Karaseta Çernobîl (3)

14/10/2016

Jinên dema komkujiya Çernobîlê pêk hat li Rojhilatê Behrareş bûn gotin: "Kengî pençeşêr bû qedera gelê Behrareş wê demê dengê kesên rastî vedigot hat bihistin." Jinan gotin Çernobîl wek mijarek qedexe veguhertine tabuyê û ji bo rastî neyên veşartin bang dikin.

Qêrîna Behrareş ya qet nakeve: Komkujiya Çernobîl (1)

12/10/2016

Helbestkar Nazim Hîkmet di helbeta xwe ya 'Basîvanê Japon de' encama bombeya atomê ya di duyemîn şerê cîhanê de avêtin Japonyayê vedibêje û tiştên ku vegotibûn yek bûyereke ku dişibe wê di serî de li Rojhilatê Behrareş li Hopayê pêk hat. Bêguman nedizanî wê tiştek wisa li cihê ku ew jî mabû bê jiyîn. Wê demê gelên Rojhilatê Behrareş bi gotina ' netirsin çay vexwin' kişandin nava komkujiya Çernobîlê. Gelê wê herêmê bi salane qêrîna karaseteke ku qet nesekinî berdewam dikin.

Qêrîna Behrareş ya qet nakeve: Komkujiya Çernobîl (2)

13/10/2016

Çernobîl di 26'ê Nîsana 1986'an de pêk hat û piştî komkujiyê bi rojan şûnde derkte holê ku Rûsyayê teqîn ji rayagiştî ya cîhanê veşartiye. Li gorî nûçeyên di çapemeniya cîhanê de girtiye jî, ji rastiyên zanistî dur, li gorî gotinên dewletê hatin serwîskirin.

10'ê cotmehê: Yên dixwazin bê xwîn li ezmanan binêrin (4)

08/10/2016

Têkildarî piştî komkuijya 10'ê cotmehê îdianameya hat qebûlkirin û dosyaya di 7'ê mijdarê de tê dîtin de parêzera Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10'ê cotmehê Îlke Işikê agahdarî kir û got dosya ji komeke DAIŞ'ê ya 36 kesî pêk tê hatiye amadekirin û got ti peywirdarê cemawerî wek gumanbar neketiye dosyayê. Îlkeyê got di dosyayê de têkiliyên navbera gumanbaran de jî nehatiye lêkolîn kirin û dukuman nehatine deşîfrekirin û got mirina du gumanbarên 10'ê cotmehê Yunus Durmaz û Halîl Îbrahîm Durgun jî bi gumane.

10'ê cotmehê: Kesên xwestin bê xwîn li ezmanan binêrin (3)

07/10/2016

Di ser komkujiya 10'ê cotmehê de salek derbas bû û yên şahidiya komkujiyê kirin diyar kirin ku piştî teqînên li pey hev pêk hatin, qêrîna aştiyê ya li Gara Tirînê şênbertir bûye. Şahidan diyarkirin ku rastî êrîşa polîsan hatine û ji ber êrîş û dereng hatina ambulansan windahiya can zêde bûye.

10'ê cotmehê: Yên dixwazin bêxwîn li ezmanan binêrin (2)

06/10/2016

Di şerên mêran da destpêkirin, di bajarên ku mêran hilweşandin de, di komjiyên mêran pêk anîn… Di her demê de li her derê yên dengê aştiyê bilindkirin û bedana xwe dan ser jiyanê jin bûn û di 10'ê cotmehê de ji bo aştiyê bînin derketibû rê.piştî wê rojê 30 jinên aştî emanet kirin li ser milê jinên ku gotibûn 'soza me ji bo we emê aştiyê bînin' hatin hildan.

10’ê cotmehê: Yên dixwazin bê xwîn li ezmanan binêrin (1)

05/10/2016

Di ser 10’ê cotmehê komkujiya Enqereyê de salek derbas bû. di salekê de pêvajoya şer kûr bû, li Kurdistanê polîtîkayên komkujî û îmhayê ketin dewrê. Di 10’ê cotmehê de li Enqereyê li Gara Tirînê welatiyên hatibûn ‘Mîtînga Ked, Aştî û Demokrastiyê’ daxwaza aştiyê tevî hemû komkujiyan qîr kirin. Di pankara wê rojê hat vekirin hîna cihê xwe diparêze: ‘Me çiqas bêrî kiriye ku bê xwîn li ezmanan binêrin.”

Warê baweriya veguheriye vînê: Kobanê (3)

17/9/2016

Şervanên YPJ'ê yên ku cihê xwe di berxwedana Kobanê de girtine diyar kirin ku, wan şerê hebûn û nebûnê daye û gotin: "Baweriya me tev ya serkeftinê hebû. Tevahî hevalên me yên bûne qehreman û şehîd ketine, pêşengiya şoreşê kirin. Me Kobanê azad kir û niha jî bi rihê şehîdan em li Kobanê azad dijîn."

Warê baweriya ku hêvî wenda nekiriye û veguheriye vînê: Kobanê (2)

16/9/2016

Şêrîn Osman ya ku di berxwedana dîrokî de cih girt û di eniyên pêş de şer kir, di encama êrîşê çeteyan de çavek xwe wenda dike. Şêrînê destnîşan kir ku, bi saya Arînan, Viyanan, Gulanan û Destîna Kobanê bi serket û got: "Bila çavê wan li pişt nemîne, em bi hêza wan bi serketin. Bila dilê wan şad be."

Warê baweriya veguheriye vînê: Kobanê (1)

15/9/2016

Li Kobanê di pêşengiya berxwedana jinan ya 136 rojan de ku hêvî wenda nebû û bawerî veguheriya vînek mezin bi serkeftinek mezin encam bû. Jinên Kobanê yên ku cihê xwe di nava berxwedana 15 Îlona 2014'an de girtine, kêliyên berxwedanê bi mera parvekirin û gotin: "Me li ber xwe da û em bi serketin."