Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

10'ê cotmehê: Yên dixwazin bêxwîn li ezmanan binêrin (2)

Dosya Haber
Cotmeh 06 / 2016


 
 

 
Jinên aştî emanet hiştin
 
JINHA
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Di şerên mêran da destpêkirin, di bajarên ku mêran hilweşandin de, di komjiyên mêran pêk anîn… Di her demê de li her derê yên dengê aştiyê bilindkirin û bedana xwe dan ser jiyanê jin bûn û di 10'ê cotmehê de ji bo aştiyê bînin derketibû rê.piştî wê rojê 30 jinên aştî emanet kirin li ser milê jinên ku gotibûn 'soza me ji bo we emê aştiyê bînin' hatin hildan.
 
Jinên li her derê cîhanê li eniya pêş têkoşîna jiyanê dan di 10'ê cotmehê de qad tije kiribûn. Di şerên mêran dabûn destpêkirin de jin hedef hatin girtin. Di 10'ê cotmehê de bi hezaran jinî re jinên li Gara Tirînê ya Enqereyê hatin cem hev li dijî şer aştî diparastin.  Dema derketin rê her tişt li dû xwe hiştin û piştî hatin qetilkirin jî emanetên xwe hiştin:Aştî.
 
 Aycan Kaya, Ayşe Denîz, Azîze Onat, Başak Sîdar Çevîk, Bedriye Batur, Berna Koç, Dîcle Delî, Dîlan Sarikaya, Ebru Mavî, Elîf Kanlioglu, Emîne Ercan, Fatma Esen, Fatma Fîlîz Batur, Fatma Karabulut, Gozde Aslan, Gulbahar Aydeniz, Gulhan Elmascan, Îdîl Guneyi, Kubra Meltem Mollaoglu, Leyla Çîçek, Meryem Bulut, Necla Duran, Nîlgun Çevik, Sarigul Tuylu, Sevgi Oztekin, Sevîm Şînîk, Seyhan Yaylagul, Sezen Vurmaz Babaturk, Şebnem Yurtman, Şîrîn Kiliçalp û Muhammed Veysel Atilgan.
 
Bi zarokê ligel wan Veysel re di 10 cotmehê de haqatin qetilkirin û çîroka wan tevî her tiştî tije hêvî ye. 
 
Aycan Kaya
 
Aycan Hevseroka HDP'a Uskudara Stenbolê bû. cenazeya wê di 12'ê cotmehê de şandin Êlihê. 
 
Ayşe Denîz
 
Ayşe endama Lijneya Rêveberiya navçeya Karşiyaka ya HDP'ê bû. muşavîra malî bû.  cenazeya wê bi Bernayê re li goristana Dogançay a Îzmîrê ji aliyê jinan ve hat definkirin. 
 
Azîze Onat 
 
Azîze endama rêxistina HDP'a Uskudarê bû. li gundê Zivzik a Şîrwana Sêrtê hat dinê. Piştre diçin Stenbolê. Beriya biçe Enqereyê ji bo zarokên Kobanê pêlîstok berhev kiribû.  cenazeya wê di 12 cotmehê de li ser milê jinan li Umraniyeyê hat definkirin. 
 
Başak Sîdar Çevîk
 
Başak li Zanîngeha Atilimê xwendekar bû. Başak Sîdar Çevîk bi malbata xwe re li qada mîtîngê hat cem hev. Di komkujiyê de meta wê Nîlgun hat qetilkirin. Bavê wê got wan tenê aştî dixwest. Nîlgun li Pirsûsê hat definkirin. 
 
Bedriye Batur
 
Bedriye bi meta xwe Fîlîz Batur re li qadê bû. bi hev re derketin vê rê û bi hev re jiyana xwe ji dest dan.  Cenazeya wan li Alanyayê hat definkirin.
 
Berna Koç
 
Berna endama Mala Gel a Îzmîrê bû. karkera paqijiyê bû û li aliyê din ji bo zanîngehê xwe amade dikir. Bernayê li zanîngeha Celal Bayar beşa Nexşerê û Kadastroyê qezenc kir. Bernayê di biçûkatiya xwe de malbata xwe winda kiribû û malbatekê ew xwedî kiribû.  lê ew malbata xwe jî winda kiribû û di yurdê de mezin bû. Berna li Îzmîrê bi tevlîbûna hezaran hatibû definkirin.
 
Dîcle Delî
 
Dîcle 17 salî bû li Sêrtê hatibû dinê. Malbata wê li Stenbolê dijî û li lîseya bakirkoyê dixwend.ji bo aştiyê derket rê û wêneyê di mîtîngê de kişandibû bû wêneyê wê yê dawî. 
 
Dîlan Sarikaya
 
Dîlan li Zanîngeha Çukurovayê xwendekara arkeolojiyê bû.  Cenazeya wê li Edenê ji aliyê hezaran kesî ve hat definkirin. 
 
Ebru Mavî
 
Ebruyê li Zanîngeha Enqereyê dixwend. Beşa kîmayayê dixwend û ji bo mîtîngê j alanyayê hatibû. Ebruyê di teqînê de jiyana xwe ji dest da û cenazeya wê birin Elbîstanê. 
 
Elîf Kanlioglu
 
Elîf ji Aydinê hatibû Enqereyê.  Li Zanîngeha Mêrsînê beşa zimanê biyanî dixwend. Bavê wê di cenazeya wê de got: "Keça mi ji bo aştiyê ji bo kes nemire li wir bû. Keça min Laz bû. Ji bo Kurd nemirin, Çerkez nemirin, tirk nemirin li wir bû." cenazeya wê li navçeya Arhavî ya Artvînê hat definkirin. 
 
Emîne Ercan
 
Emîne endama EMEP'ê bû. Cenazeya wê di 12'ê cotmehê de li Çorumê hat definkirin. 
 
Fatma Esen
 
Endama HDP'ê bû û di 12'ê cotmehê de li goristana Gazî ji aliyê jinan ve hat definkirin. 
 
Fatma Fîlîz Batur
 
Fatma hevseroka HDP'a Alanyayê bû. têkoşîna jinan dida. Jinên şîdet didîtin diparast. Ji bo jinan kar didît. Di 10'ê cotmehê de li Alanyayê bi Bedriye Baturê re hat definkirin. 
 
Fatma Karabulut
 
Li HDP'a Uskudarê peywirdar bû. cenazeya wê di 11'ê cotmehê de şandin Konyayê û li gundê Kirkişla ya Cîhanbeyliyê hat definkirin. 
 
Gozde Aslan
 
Gozde endama baskên ciwanan a CHP'a Meletiyê bû. ji Meletiyê hatibû. Gozde di 12'ê cotmehê de li Meletiyê hat definkirin. 
 
Gulbahar Aydenîz
 
Gulbahar jî endama baskê ciwanan a CHP'ê bû. cenazeya Gulbaharê jî di 12'ê cotmehê de li Meletiyê hat definkirin. 
 
Gulhan Karli Elmascan
 
Gulhan Karli Elmascan mamoste bû. bi hevjînê xwe ku salek bû zewicî bûn re  ji Edenê hatibû mîtîngê. Di 12'ê cotmehê de cenazaya wê şandin li Eregliya Konayayê hat definkirin. 
 
Îdil Guneyi
 
Îdîl  li TCDD endezyar bû.  ji zanîngeha Hacettepeyê mezun bibû. Îdil di 12'ê cotmehê de li Enqereyê li goristana Karşiyaka hatibû definkirin. 
 
Kubra Meltem Mollaoglu
 
Kubra namzeya parlamenteriya rêza 12'an  a yekemîn herêma Stenbolê ya HDP'ê bû. di 11'ê cotmehê de li Uskudarê li goristana Karacaahmetê hat definkirin. 
 
Leyla Çîçek
 
Endama Lijneya Rêveberiya Tarsusa HDP'ê bû.  cenazeya wê di 12'ê cotmehê de li Tarsusê hat definkirin. 
 
Meryem Bulut
 
Meryem Bulut 70 salî bû û endama Rêveberiya HDP'a Şîşliya Stenbolê bû.  her kesî dayika Meryem nas kir. Dayika Aştiyê bû.  Meryem di 12'ê cotmehê de li gundê Îkîztepe ya Êlihê hat definkirin. 
 
Necla Duran
 
Necla endama Mala Gel a Antakyayê bû.  cenazeya wê di 12'ê cotmehê de li navçeya Defne taxa Aşagiokçularê ji aliyê hezaran kesî ve hat definkirin. Cenazeya wê bi dirûşmeyan hat definkirin. 
 
Nîlgun Çevîk
 
Nîlgun Çevîk ji Rihayê tevlî mîtînga Enqereyê bû. Nîlgun berê nexweşa pençeşêrê bû û derbas kiribû. cenazeya wê di 12'ê cotmehê de li Pirsûsê hat definkirin. 
 
Sarigul Tuylu
 
Sarigul endama HDP'a Sariyerê bû.  cenazeya wê di 11'ê cotmehê de li ji Mala Cemê a Nurtepe hat oxurkirin. 
 
Sevgî Oztekîn
 
Sevgî ji bo azadiyê li qadê bû. Di 11'ê cotmehê de li goristana Karşiyakayê hat definkirin. 
 
Sevîm Şînîk
 
Sevîn ji Alanyayê çibû Enqereyê.  Cenazeya wê di 12 cotmehê de li Alanyayê hat definkirin. 
 
Seyhan Yaylagul
 
Seyhan  ji Elbîstanê çibû Enqereyê. Li Elbîstanê li mala cemê merasîm pêk hat û li Meletiyê hat definkirin. 
 
Sezen Vurmaz Babaturk
 
Sezen bi keça xwe ya 15 salî re li Enqereyê bû. keça wê birîndar bû, wê jiyana xwe ji dest da. Di 12'ê cotmehê de li Meletiyê hat definkirin. 
 
Şebnem Yurtman
 
Şebnem li zanîngeha Mersînê xwendekar bû. endama Lijneya Rêveberiya Partiya Kedê bû. cenazeya wê li navçeya Karaîsali a Edenê hat definkirin. 
 
Şîrîn Kiliçalp
 
Şîrîn li Stenbolê mamoste bû.  di heman demê de lîstikvana Sahneya Jinan a Stenbolê a Egîtîm Senê bû.  di 11'ê cotmehê de li Kuluyê hat definkirin. 
 
Muhammed Veysel Atilgan
 
Û zarok Veysel… Veysel 9 salî bû.  bi bavê xwe  Îbrahîm Atilgan re hatibû mîtîngê. Diçû pola sêyemîn.  Di vîdeoyek xwe de gotibû ew dixwaze bibe parêzer. Cenazeya Veysel di 11'ê cotmehê de li Êlihê hat definkirin. 
 
Sibê: Şahid 10'ê cotmehê vedibêjin
 
(sy\hu)