Der barê me de

Fêmkirina rastiya pêvajoya metakirina jinê ya ji aliyê zilam ve, pêvajoya dîlkirina jinê ya di nav çar dîwaran de û wendakirina jinê ya di nav dîrokê de, di aliyê xuyakirina sedema nîşandana jinê ya di çapemeniyê de, ya wekî ‘amûra naletî an jî pornografîk’ de, gelek girîng e. Çapemenî jî, bi gotinên sergirtî, yên ji bo pêşxistina pergala serdest a zilam, rêvebirina xwe didomîne, bi ku de bixwaze, wir de dikşîne. Rasterast rê nîşanî bertekan dide. Heta niha, sîstema zilam, berê bertekan rasterast da ser jinê. Di hevokên ku bi zimanê zilam hatin ragihandin de, jin an wekî amûra pornografîk, an di pozîsyona mexdûr de, an jî di pozîsyona ‘qetilxûn’ de hate ziman. Em bi Ajansa Nûçeyan a Jinê, ji vê yekê re dibêjin ‘raweste’.

AJANSA NÛÇEYAN A JINÊ (JINHA) ku di 8’ê Adara 2012’an de bi slogana “Û em zimanê çapemeniyê diguherînin. Êdî piştî me, dê di çapemeniyê de tu tiştek wek berê nebe” xwe tevli nav cîhana çapemeniyê kir, li ser înternetê, li navnîşana  www.jinha.com.tr, bi tirkî, kurdî û ingilîzî nûçeyan pêşkêş dikin.

Me got yên ku bi nêrîna wekheviya zayendiya civakî li jiyanê dinhêrin, ne mimkûn e ku ji zimanê zilam ê çapemeniyê acis nebin.

Me biryara vekirina Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) da. Ajansa me, ji berpirsyarên nûçeyan bigre heta edîtoran, ji nûçegihanên wêne heta kameramanan, bi tevahî ji kedkarên jin pêk tê.

Em debara xwe bi abonetiyê dikin.

Armanca ajansa me ew e ku her nûçeyek têkildarî jiyanê, bi nêrîna jinê ji rayagiştî ya cîhanê re ragihînin.

Em di wê baweriyê de ne ku divê têkiliya jinê ya bi axê re, xurt be.

Em balê dikşînin ser xurtkirina jinê ya di aliyê ramanî de.

Em dibêjin birêxistinbûna jinê ya xweser, xebateke lezgîn e.

Em destnîşan dikin ku divê jin ji bo azadiya xwe, bê navber têbikoşin.

Em di şûna pêşbaziyê de, piştevaniyê esas digirin.

Em xebata bi qalibên cıvata serfkar, red dikin.

Em feraseta estetîkê ya ku sîstema serdest a zilam, red dikin.

Em têkiliya jiyanê ya bi estetîk û xweşikbûnê re, dinirxînin.

Em dixwazin ku têgeha ''serdestiya zilam'' ji hemû qadên jiyanê derkeve.

Em dixwazin ku asta zilam a wekî ‘kirde’ û asta jinê ya wekî ‘bireser’ biguherînin û wekheviyê pêk bînin.

Em diyardeya pîrozkirina hêzê pirsyarî dikin.

Em serfkariyê erê nakin. ;em li hemberî yekparetiya xwezayê rêz digirin.

Em kedê li pêş digirin.

Em dixwazin hilberînê, bi parvekirinê zêde bikin.

Em hemû hebûnan ‘zindî’ dibînin û prensîba me rêzdariya li hemberî hemû zindiyan e.

Navenda Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) jinhaber@gmail.com xwe bighînin me.

“Û em dinvîsin, em nabêjin gelo dê zilam çi bêje û dinvîsin em.”