Nivîsên Hundir

Zarokê Kerbelayê Rozerîn

24/2/2016

BARANA NUR

Leyla Qasim û Şêrîn Elemhulî

21/10/2015

HAYRİYE OZKAN

Herdem Berxwedan

22/9/2015

Dîroka berxwedana girtîgehan di sala 1982'an heya roja meya îro her dem bi têkoşîn kirinê derbasbûye û hîna berdewam dike. Hişmendiya ku girtîgeh avakirî armanca wan mirov ji civakê û tekoşînê qutkirine. Lê ev jî rastiyek dîrokiye ku dewleta mêtînger bi kîjan aliyî ve dibe bila bibe, çekên ku li hemberî gelê kurd rakiriye, ew çek dîsan lê vegeriyaye. Dewletê her çendî ku girtîgeh ji bo tinekirinê çêkiribe jî lê niha bûye qada berxwedan û tekoşînê. Mirov ji jiyanê qutkirin, ne tiştekî girêdayî cîhe. Hele ku cîh û war ji bo îdeolojiya wê tevgerê tiştek ne bi wateye. Ev di kesayeta girtiyên azadiyê de, di hemû cîhanê de jî hate fêmkirin. Ji ber vê pilansaziya vê hişmendiyê ya qomploger, di dîroka berxwdana girtîgehê de her dem vala derketiye û derdikeve jî.

Hişmendiya AKP'ê Tirkiyê ber bi karesatê ve dibe

28/7/2015

Îslamyet dibêje; "nekujin." Lê belê di cîhanê de çeteyên DAIŞ'ê li hember mirovatiyê û dîroka mirovatiyê di bin navê îslamyetê de komkujî û tecawîzan pêk tîne. Di rastiyê de kirinên van çeteyan navê îslamyetê jî xira dikin. Hişmendî û kirinên van hovên mirovxwar li ber çavê cîhanê ye. Lê belê hêzên ku piştgiriyê didin van çeteyan dixwazin bi rêya çapemeniya alîgir ruyên xwe yên rast veşêrin. Lê mixabin rastî nayê veşartin. Hêzên ku piştgirî didin çeteyan, yek jî Erdogan û partiya wî AKP ye. Lewra xwedî heman hişmendiyê ye. Êdî hewce nake vê piştgiriya xwe înkar bike û ser bigire.

Rêwiyên heqîqetê

15/5/2015

Heqîqet û rastiya jiyana bi wate di çalakiya 14'ê Tîrmehê de veşartiye. Ji lewre 14'ê Tîrmehê yek ji çalakiyên şoreşgeriyên ku dewrana dîrokê diguherine.

Xweza û Ziman

10/5/2015

Xweza û ziman du heyînên bê hev ne gengaze bijîn. Ji ber di nava xwezayê de her zindiyek xwediyê reng, deng û zimanek xwesere û bi van xweseriyên xwe bedew dibe.

Xwedî derketina li ziman pêwîstiya demê û hesab pirsîna dîrokê ye

09/5/2015

Gava ku dibêjin ziman, jiyana ku em têde dijî tê bîra mirov. Bi her awayî ziman bi mirov û jiyanê ve girêdaye. Ji ber ku ziman, erdnîgariya mirov li ser jiyan dike, civaka ku xwe li ser wê erdnîgariyê avadike û ji bo wê civakê parastina cewherî pêşdixeye. Ziman ne tenê bi serê xwe, çandek ji her awayî girêdayî hişmendiya civakê watedayîna wê ye. Ehlaqê, hest û fikrê civakê ye. Ev jî tê wê wateyê ku civak bandora xwe li ser wan binghehan dide avakirin û tê wateya xwe temam kirina wê civakê.

Ziman ji bo me tê çî wateyê?

08/5/2015

Ziman çand, huner, jin, jiyan jîne û hemûban mirovahiyê ye. Dema ku ziman tune be, kes weke ker û lale. Girêdana ziman û jinê gelek cudaye, heger em li dîrokê binêrin, emê ketina jinê û ziman baş têbigihijin. Em dibêjin zimanê zikmakî, zimanê dayîkê. Ev gotin ji bo min gelek giringe, bi nirx û balkêşe. Berî 5 hezar salan dayîka xudawende bû, dawiyê bû kole. Dema ku dayîk ango jin hat xistin pêve girêdayî ziman jî hat xistin. Emê bi keda dayîkê û jinê carekedin ziman ji nava pencên bişaftinê derxînin holê.

Ziman jiyane afirênerê jiyanê jine

07/5/2015

Di gerdunê de her tiştek dengek û rengeke, ev dewlemendiya xwezaya gerduniye. Di gerdunê de tiştek vale û bê wate nîne. Her tiştek xwediyê reng, deng û nirxê xwe ye. Her tiştek bi hebûna xwe ya cuda bedewe û bi nirxe. Gelek teyîbetî hene ku mirovan dike mirov, lê di tevahî dîroka mirvahiyê de hêmana herî sereke ya mirovbûnê zimanê dayîkê yê qedîme.