Nivîsên Hundir Çap Bike Veşêre

Zarokê Kerbelayê Dilêrê Dilagir

İçerden Yazılar
Sibat 24 / 2016


 
 
Barana Nur
 
Yakup Yalçinê ku di sala 1989'an de li Tutaxa Agiriyê hatiye dinê, hîna di yeksaliya xwe de bûye koçberê Çenakalê. Dema ku li Zanîngeha 18'ê Martê xwendiye di sala 2009'an de bi operesona qirkirina siyasî ya AKP'ê hatiye girtin, 6 salan di zîndanê de dîl maye. Di çalekiya 12'ê Rêzberê ya gireva birçîbûnê de cihê xwe girtiye. Piştî ku ji zîndanê derketiye di nava xebatên DEM.GENÇ'ê de cîh girtiye. Bi êrîşa li ser navçeyên Kurdistanê û xwerêveberiyan de berê xwe daye Cizîrê û tevlî berxwedana rometê bûye. Di jêrzemîna yekemîn de hatiye qetilkirin. 
 
Di sed sala 21'an de gelo kîjan parzemînê çend temen dikarin wisa kurt, wisa dirêj, wisa xweru, wisa tijewerin vegotin? Em wek gel di nêvenga kaos û dojeha Mezopotamyayê de; ji kurahî, şewata êşê û şanezaniya hêjatiyê li ber darezînê ne. Li ber teqînê herifîne.
 
Em gel, heval, şervan û şopdarê wan dilêrên dil-agirin. Em deyîndarên deyînên mezin, ji berpirsyara xwe şaşwazin. Lewra em dizanin lê lehengên wisa, hevaltiyên wisa, bersivên mezin ên tayî xwe dixwazin. Lewma hemî pênaseyên me kêm û hemû pesnên me li ber vê rastiyê lewazin.
 
Temenek ji li şona arpêjan bi çîrokan, Brê Hesko Têlî hatiye dinê. Gelo kîjan zarîna li porê zinaran bi xwe re tîne, di dilê xwe de dihewînê. Heval Sema Yuce digot; "Jin çirskê agirê kurd ên xwelîgirtîne." Îro her dilê ciwan kozikek di qefesa dilê xwe de dihewîne. Rêheval Yakup mîna temenekî li bêjîngê bikeve di nava hemî xwînmijî, xwînrêjî û dilkujiya mêtîngeriyê de, hîna di yeksaliya xwe de hêvênê serhildanê ji Agiriyê girtiye. Temenê xwe di çemên Agiriyê de şuştiye, dengên xwe ji zinarên bilind ji qefeyên asê herikandiye. 
 
Di nava bişaftinên metrepolan de, niha li kêleka kurdewariyê sekiniye. An na dê çawan mîna Agirî serbilind, mîna Arasê bê sekin, ji Egeyê ta Cizîra Botan ji seransera Kurdistanê bê.
 
Her dil dîlbûnê hilnagire; eyî nasê dila! Dîwar bi ser hinan de tê, dil hene, dibin kaniya miçiqî. Dil hene, dibin kîreseya xeniqî. Lê dil jî hene di nava di nava çar dîwaran de, dibi zor û zilma neyaran de, dibin dilê şoreşger yên heqîqî, mîna Memê Alan ku li ser pişta bazê rewan berê xwe dida Cizîra Botan. Bi têlek porê Zînê dibû dil, dibû xewinên kurdewaran de dibû delîl. 
 
Yakupê hevrê ber û dilê xwe dida vê rêyê. Li Agiriyê bû hêvên, li Egehê meya, li zîndanê bû şur, li kolanan hilnehat. Li Cizîrê bû jiyan. Dê hezar salî ji me re vebêjî çîroka bê peyam. Ji jêrzemînan ta stêrkên asîman. 
 
Di kesayeta te de bejna xwe li ber dilêrên Cizîrê û tevahî welat ditewînim. 
 
Girtîgeha Tîpa M a Gebze