Zarokê Kerbelayê Mehmûdê devliken
İçerden Yazılar
Barana Nur
Mehmûd Bulak ê ku dema li Amedê di xwepêşandana şermezarkirina komkujiya li Cizîrê bi guleya polîsan hate qetilkirin, ji aliyê bi hezaran kesî ve bi diruşmên "şehîd namirin" û "PKK tolhildan hat" oxirkirin.
Adorno gotibû: "Piştî Autshwist bila kes helbestên evînê nenivîse." Lewra bi tevkujiyê re wateya mirovbûnê û mirovahiyê bi xwe mir. Niha li Kurdistanê her roj, her kêlî mirov tên kuştin û mirovahî can dide. Piştî Cizîrê, piştî Surê, piştî Silopiya û Farqînê... Piştî Kurdistanê helbestên evînê nikarin werin nivîsandin. Lewra li Kurdistanê her roj, her demjimêr, her kêliyê evîn tê kuştin. Li Bakurê Kurdistanê evîn nikare jidayîk bibe. Li ser lêvan besmînî dicemidin. Hemî têgihên evînê ne. Di bîbika çavên çiruskî de bê peyam disekinin. Li ber her goristanê dibin zaristan. Li ber her dîwarên kavilbûyî vediguhere zemanan.
Lê îro Kurdistanê bi xwe helbest, zeman û zarîn, hewar û axîn, diruşme û qêrîn... Her deng û helbest li Kurdistanê helbeste, seranserê berxwedana Kurdistanê. Şane bi şane, kêlî bi kêlî ji ristên Ehmedê Xanê, Feqiyê Teyran û Cegerxwîn tê honandin. Li Kurdistanê helbest jiyane. Jiyan jêrzemîna zeman. Bê av bê nan jiyanek ku radestiyê nasnakin. Bigiyan û bedena xwe bûne serhildan. Çiman û çi nemane.
Dayîka Mehmûdê devliken dilorîne!
dayê gorî îro awirderiyayê min veşêrin.
Veneşêrin li wan deran
li axa sar di tariya şevan
Ew delalê berdilê diya xwe ye
nasnake xwînmij û jiyan kujian
Ditirsê ji tariyan
diltarî rutarî şevşevkên rubariyan
Ew hîna zaroke
navêjin axê ser ruyê wî yê herîrî
Ew duh li ber çenga diya xwe bû
bi azarekê birîna çengê bi hêrsa dayîkê digirî
Wî nasnedikir kuçe û kolanên Amedê
Lê ew bû nexşa bilindahiyên Suran
dilêr û dildarê medê
Em dê û bavên kerbelayê
hilgir û çarmexvanên belayê
Me delalên xwe bi bihuşta dinê da
li ber geşa gurên devbixwîn
avêtin hembêza xelayê
Me navê Mehmûdê dildar siparte Çekwar
ji hilma difire hezar hewar
ka alana van rezan?
Ka tolhilderên ji van dizan
Bila bişewitê bêdengiya
Ker û lalîtiya van bajaran
Li dora goristanan ji jêrzemîna zoristanan ji dilên ber volkanan dengek bilind dibe;
"Em hemû Mehmûdin
Bikuştinê qet naqedin"
Girtîgeha Tîpa M a Gebze