Nivîsên Hundir Çap Bike Veşêre

Xweza û Ziman

İçerden Yazılar
Gulan 10 / 2015


Rojvan Erdem/JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Xweza û ziman du heyînên bê hev ne gengaze bijîn. Ji ber di nava xwezayê de her zindiyek xwediyê reng, deng û zimanek xwesere û bi van xweseriyên xwe bedew dibe. 
 
Ziman heyînek xwezayiye. Her zindiyek xwediyê zimanek xwe yê xwesere. Her gel bi rengîniya xwe ya xweser çanda xwe dihone. Di xwezayê de dema ku zindiyek tê dinê despêkê hînî rengê diya xwe û zimanê wê dibe. Di nava gerdunê de ajalek ji aliyê ajalek dinê ve nayê bişaftin. Her ajal xwediyê kîjan rêbazên jiyanê be wiha berdewam dike. Di nava rêbaz û zagonên xwezayê de her zindî bi deng, reng û zimanê xwe jiyan dike. Em mirov jî parçeyek ji wê xwezayê ne. Dema ku em weke parçeyek wê xwezayê li xwe binêrin divê em bi wî şêweyî nêzbibin. Divê em jî li gorî heman rêgez û zagonan bê bişaftin bijîn.
 
Dema ku em li jiyana mirovan dinêrin xwezaya xwe winda kirine. Ji ber tenê di nava mirovan de şidet, tindî û bişafitin heye. Dema ku em li pergala deshilatiyê dinêrîn, kî dibe serdest hewildide zimanê xwe li seranserî cîhanê serwer bike û zimanên dinê jî tine dike. Pergala kaputalîst ya ku pêşengiyê ji yek rengî û yek dengiyê re dike dixwaze mirovan ji rengan biqedîne. Ev kirinên wan jî li dijî zagonên xwezayên yên her kes bi deng û rengê xwe biji ye. 
 
Mirov bi reng, deng û xwezaya xwe bedewe. Bila hemû heyîn, hemû zindî bi xwezaya xwe ya rengîn, bi reng û dengê xwe bijîn. Ji ber bedewiya herî mezin di nava deryaya rengan de veşartiye. Her gotinek, peyîvek xwediyê wateyên gelek kurin. Weke noteyên muzîkê her tîpek dengeke û hevgirtina wan dibe dengê muzîkê.
 
Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtêk
 
(zt)