Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Warê baweriya ku hêvî wenda nekiriye û veguheriye vînê: Kobanê (2)

Dosya Haber
Îlon 16 / 2016


 

 
Wek jin di eniyên pêş de me şer kir'
 
Rabia Eto/JINHA
 
KOBANÊ– Şêrîn Osman ya ku di berxwedana dîrokî de cih girt û di eniyên pêş de şer kir, di encama êrîşê çeteyan de çavek xwe wenda dike. Şêrînê destnîşan kir ku, bi saya Arînan, Viyanan, Gulanan û Destîna Kobanê bi serket û got: "Bila çavê wan li pişt nemîne, em bi hêza wan bi serketin. Bila dilê wan şad be."
 
Bi boneya salvegera berxwedana dîrokî ya Kobanê, jinên şahîdê berxwedanê wan kêliyan ligel me parve dikin. Cîgira Hevserokên Desteya Werzişê û rêvebira Tevgera Jinên Rojava a Kantona Kobanê Şêrîn Osman ligel şer û êrîşên giran yên çeteyan dev ji axê xwe berneda. Her çiqas di encama êrîşê çeteyan de Şêrîn çavek xwe wenda kiribe jî dev ji têkoşîna xwe berneda. Şêrînê diyar kir ku, çeteyên DAIŞ'ê berî êrîşê Kobanê bikin bajarên Hema, Hims û Derezorê dagir kiribûn û wiha got: "Çete wisa dihizirî ku dê bikaribin bajarên kurdan jî desteser bikin. Çeteyan nekarî vîna gelê kurd bişkîne û bikevin Kobanê." 
 
'Di encama ruha hevpar de berxwedan bi ser ket'
 
Şêrîn da zanîn ku, çeteyan di serî de êrîşê gundên Kobanê kiriye û wiha domand: "Ji ber wê destpêkê hemû gundiyan berê xwe dane bajêr.  Piranî jin, zarok û îxtiyar neçar man ku berê xwe bidin bakûrê Kurdistanê. Piştî ew koçber bûn, ciwan û gelek ji gel li Kobanê man û di çeperan de li berxwe dan. Di vê berxwedanê de tenê ciwanên Kobanê tunebûn, ji her çar aliyên Kurdistanê, herwiha ciwanên tirk, fars, ereb û yên ji welatên Ewrûpa jî di nav vê berxwedaniyê cih girtin. Di encama ruha hevpar de berxwedan bi ser ket.’’
 
'Di şerê rûmetê de jin bûn pêşengên jiyanê'
 
 
Şêrîn berxwedana jinan ya bê mînak jî bi bîr xist û wiha pêl da axaftina xwe: "Di şer de jin bûn xwedî roleke girîng. Jixwe beriya şer jî gelek jinan di xebatan da cih digirtin. Lê dema şer derket, jinên ciwan berê xwe dan nava YPJ’ê û dayikan jî berê xwe dan xebatên xizmetkirina şervanan. Ez bixwe jî tê de bûm, me gelek hevalên jin mil da milê hevdu û bi hev re me berxwedanî bilind kir. Gelek caran dema çeperên me diketin destê DAIŞ’ê, hevalên jin diketin pêşiya komê û bi tilîliyan diçûn çallakiyê. Wisa ew çeper careke din diketin destên me. Di şerê rûmetê de jin bûn pêşengên jiyanê." 
 
'Jin bi vîn û baweriya xwe li ber xwe dan'
 
Şêrînê destnîşan kir ku, Destîna, Arîn, Viyan û Gulan bi vîn û baweriya xwe li ber xwe dane û wiha pêde çû: " Hevalên jin bi bawereyeke mezin, bi vîn, hezkirina ji jiyanê û şerê xwe bûn pêşengên têkoşînê û bi hêza wan jî berxwedanî bi ser keft. Di dema şer de ez û hevala Viyan Amara bi hev re bûn. Beriya şer ew heval li Kobanê mamosteya zimanê kurdî bû. Hemû daxwaza wê perwerdekirina jinan bû. Bi destpêkirina şer re heval Viyan pênûs danî û li şûna wê çek hilda. Di çeperan de mil da milên jinên din ên şervan. Hevala Viyan di nav xwendevan de xwedî roleke sereke bû. Ez jî bi wesîleya salvegera berxwedana Kobanê wê hemû şehîdên qehreman bi minet bi bîr tînim û dibêjim bila dilê we hemûyan rehet be, axa we ji bo wê canê xwe feda kir, hevalên we bi hêza we ew rizgar kirin. Bila ruhê we şad be."
 
'Ji welatparêzî ber bi şoreşgeriyê ve'
 
Şêrînê bi lêv kir ku, bê îstîsna di her malbatek ya Kobanê de berdêlek hatiye dayîn û birîndar çêbûne û wiha berdewam kir: "Gelek hevalên me jî birîndar bûn û parçeyek ji canê xwe fedayê vî welatî kir. Min jî çaveke xwe wenda kir. Lê gelek hevalên me hene ku di şerê berxwedanê de bi giranî birîndar bûne û hîna jî felç mane hene. Hin ji wan lal, hinek bi tevahî nabînin. Hin jî di nav cihan da ne. Ji ber wê em ji Kobanê re dibêjin 'Bajarê Şehîdan'. Gelê Kobanê bi welatparêziya xwe dihat nasîn, lê piştî şer welatparêzî veguherî şoreşgeriyê. Çendîn ev şer giran bû jî, lê dîsan serkeftin bû ya gelê kurd. Heya dawî wê têkoşîna me bidome."
 
Sibê: Şervanên YPJ'ê: Me şerê hebûn û  nebûnê da
 
(en/rc)