Nûçe Dosya

Çîroka Emîne Akçay û xizaniya jinê (1)

25/5/2016

Xizanî jî li gorî zayenda civakî cuda dibe û di vê esasê de herî zêde bandor li ser jinê dikir. Bi vê dosyayê re em ji ‘întîxareke mirovan xemgîn dike’ ya di çapemeniyê de derketiye, derdikevin rê û di xizaniyê de jinê û sedemên berbi întîxarê dibin, digirin dest. Çapemeniyê xizanî û sedemên li pişt xizaniyê, kêmasiyên dewleta civakî, torên piştevaniya civakî ku piranî pê serbilindî çêdibe, piştguh kir û bi sernavê ‘dawiya bi êş’ tine dike.

Komkujiya Hewlêrê 19 salin li benda ronîbûnê ye (4)

17/5/2016

Hatice Guven (Hêlîn) û xweşka wê Bîrsen Gûven (Berbang) ên ku ji ber zilma dewleta Tirkiyê tevlî refên PKK'ê bûne, herdû xweşk di Komkujiya Hewlêrê de hatine qetilkirin. 19'e salin malbat li peyî cenazê du xwişkan digerin.

Komkujiya Hewlêrê 19 salin li benda ronîbûnê ye (3)

16/5/2016

Dayika Avyan a ku di komkujiya Hewlêrê de hatî qetilkirin û xwişka wê diyar kirin ku Avyan û hevalên xwe li hemberî teslîmyetê li ber xwe dan û gotin: "Avyan teslîmî siyaseta xayîn ya PDK'ê nebû. Ev yek ji bo me romet û serbilindî ye. Ev nîşaneya wêye ku dubare keçên Kurd li ser xeta Zerîfe, Besê û Bêrîtanan di sekin û kesayeta xwe de xiyanet binxistin."

Komkujiya Hewlêrê 19 salin li benda ronîbûnê ye (2)

15/5/2016

Xwişka Ruken a ku di komkujiya Hewlêrê de hatî qetilkirin Hesîbe Heme Salih di derbarê jiyan, hêvî û xeyalên wê de axivî û got: "Pir pirtûk dixwend. Timî li wateya tiştan digeriya. Dema ku zanîngeh dixwend rojekê vegeriya malê got; 'Ya ez ji zarokatiyê ve lêdigeriyam min dît.' Ruken û jinên beşdarî nava tevgera azadiyê dibûn pêdiviya şoreşa jinan li Başurê Kurdistanê didîtin."

Komkujiya Hewlêrê 19 salin li benda ronîbûnê ye (1)

14/5/2016

Dayika Peyam a ku di komkujiya Hewlêrê de jiyana xwe jidest dayî Mehbûbe Esedî got: "Berî Peyam biçe xwest ji bo min xelatekê bigire, ji min re kirasek kirî. Dema amadekariyê çunê dikir em li ser mijara çuna wê axivî got: 'Ez dixwazim bibim şehîda Kurdistanê.' Ez jî bi vê helwest û xebatên keça xwe serbilindim."

Jinên bi agirê berxwedana di Newrozê de hatine cem hev (5)

19/3/2016

Sema Yuce, 21’ê Adara 1998'an de piştî Îdeolojiya Rizgariya Jinan hat îlankirin li Girtîgeha Canakkaleyê got: “Ez dixwazim bedena xwe bikim pirek di navbera 8’ê Adar û 21’ê Adarê de” û bedena xwe da ber agir. Sema Yuce di nameyên li paş xwe hişt de hizîrîna xwe ya kur û ronahiya ku ji hevalên xwe yên li gel wê diman re mîras hişt di rêya pratîk a têkoşîna jinên a kîlometre dirêj de bû berên têkoşînê.

Jinên bi agirê berxwedana di Newrozê de hatine cem hev (4)

18/3/2016

Her ku agirê Newrozê geş dibû sînor û Kurdistan derbas dikir. Du jinên kurd Ronahî û Berîvan Manneheîm li Almanyayê bedena xwe dan ber agir û wiha gotibûn: “Em dizanin û bawer dikin ku agirê azadiyê yê me vêxistî dê mezintir bibe. Bedena me û fikrên me bila diyarî hemû gelê kurd be.” Piştî wê rojê di devê her kesê de gotinek hebû: “Ger azadî ewqas hêsan baya dê Bêrîvan û Rohanî xwe ne şewitandibana.”

Jinên bi agirê berxwedana di Newrozê de hatine cem hev (3)

17/3/2016

Rahşan Demîrel a 17 salî bi agirê bedena xwe bersiv da gefên rayedarên derdiketin telefzîyanan digotin ‘Newroz qedexeye vêxistina lastîkan qedexeye’ û bû agirê raperînê. Rahşan wiha gotibû: “Ez li Kadîfekaleyê xwe dikim Newroz. Divê ez bersiva Cizîr, Mêrdîn û Nisêbînê bidim. Xwedî li min derkevin. Ez bang li Îsmet Sezgîn dikim dê Newroz were pîroz kirin… ger bi lastîkan ne be jî em ê bi canê xwe pîroz bikin.”

Jinên bi agirê berxwedana di Newrozê de hatine cem hev (2)

16/3/2016

Dîrok 21’ê Adara 1990’an ciha Sûrên Amedê… Zekiye Alkan got: “Newroz bi vêxistina agir tê pîrozkirin” li hemberî zilmê, tarîbûnê serî rakir. Jinên kurd di şopa lingê wê de rêya berxwedanê dişopînin.

Jinên bi agirê berxwedana di Newrozê de hatine cem hev (1)

15/3/2016

Newroza ku navê berxwedana li dijî zilmê ye, bi têkoşîna jinan pêl bi pêl belav bû. Binevş Agal (Bêrîvan) ku navê xwe ji destana 'Cembeliyê Mîrê Hekkarî û Binevşa Narîn' girtiye bû sembola jinên ku li Cizîrê li ber xwe dan.

Jinên ku serhilana xwe veguherandin berxwedanê ber bi azadiyê ve dimeşin (6)

05/3/2016

Bi jineolojiya ku zanista jinê ye û bingeha xwe ji têkoşîna jinên kurd ya 30 salan digire wê mirovahî û jinbûn ji nû ve zindî bibe. Jineolojî nirx û tecrûbeyên jinên hemû civakan yên ji destpêka dîrokê ku jinan bi têkoşîn û kedeke mezin gîhandine heta roja me ya îro ji nû ve şîrove dike.

Jinên ku serhilana xwe veguherandin berxwedanê ber bi azadiyê ve dimeşin (5)

04/3/2016

Li Rojava û tevahî Kurdistanê jin di refên pêş ên berxwedanê de cîh digirin û hêza xwe ya cewherî derdixin holê. Jinên aliyê Tirkiyê jî parastina xwe ya cewherî dikin. Bi sedan sale Nevin, Çilem, Yasemin û jinên weke wan teslîmî hişmendiya bi navê 'qederê' hatî nîşandan nebûne û gihane rewşa sembolbûnê. Gotian Çilem ya "Jinek dema bixwaze dikare xwe ji nû ve avabike" bûye sedema berxwedana jinên ji zanîngehê heya nava kolanan. Parêzera feminist Ceren Şimşek jî ji bo parastina cewherî dibêje; "Vîna jinan derxistian holê bi serê xwe serhildaneke."

Jinên ku serhilana xwe veguherandin berxwedanê ber bi azadiyê ve dimeşin (4)

03/3/2016

Ji Arîn Mîrkana ku li Rojava çalakiya fedaî pêk aniye, heta Meryem Kobanê ya ku ji deriyê îxanetê neboriye û li Bakûrê Kurdistanê Sêvê Demîra ku li qadên xwerêveberinê gotibû berxwedan jiyane heya Hidayet Taştamura ku dibêje "Tenê bedena min a mirî dê ji vir derê" hember zîhniyeta 5 hezar sal berxwedana bêhempa didin.

Jinên ku serhilana xwe veguherandin berxwedanê ber bi azadiyê ve dimeşin (3)

02/3/2016

Deyfe, Fatma, Adîle, Hanzat, Mîna, Meryem, Sakîne, Zîlan, Sema, Bêrîtan, Viyan; navdarên jin ên berxwedana jinên kurd û bisedan jinên din ên ku me navê wan ne gotî… Di rûpelên dîrokê de jinên kurd gelek serkeftin û qehremanî bi destxistin. Têkoşîna jinan a 40 salan bi artêşbûna re gihişt lûtkeyê.

Jinên ku serhilana xwe veguherandin berxwedanê ber bi azadiyê ve dimeşin (2)

01/3/2016

Ji jinên ku pirtûk nîvîsin û mecbûr man bi navê zilam derxînin heta jinên ku ji ber partiyek siyasî vekirine bi cudakeriyê hatine sûcdarkirin…. Ji meşa jinan a li hemberî lêdanê ya bi strana "Jin Hene" hata Mor Çatiyê… Ji jinên gotin "Laşê me yê me ye" heta jinên bi kom ji bo ji hevjînên xwe veqetin daxwazname dan… Tevgera Jinên Tirkiyeyê ku li hemberî zîhniyeta zilamê serdest bi gotina Fatma Nesîbe Hamin a "Heke di dema zikmakî de lepek hesin û dilek hişk dabana min, destpêkê minê serê zilaman parçe bikira" hat avakirin.

Jinên ku serhilana xwe veguherandin berxwedanê ber bi azadiyê ve dimeşin (1)

29/2/2016

Têkoşîna azadiya jinan li gelek deverên cîhanê bi pirên xwişkan belav dibe, bi xweparastina cewherî mezin dibe û dîrokek ji nûve zindî dibe. Kîna hemû jinên ku ji 8'ê Adara 1857'an û heta roja îro hatine qetilkirin dibe serhildana jinan.

Li hember qetlîama xwezayê berxwedana bi rengê mor (3)

26/2/2016

Ekolojîstvan Şehbal Şenyurt Arinli bal kişand ser polîtîkayên dewleta tirk ya talana li ser xwezaya Kurdistanê ku di bin navê ‘Ewlehiyê’ pêk tîne û wiha got: “Têkoşîna li hemberî van talanên tên kirin qet têrê nake. Divê hawirdorparêzên cîhanê, Kurdistan û Tirkiyeyê têkiliyên xurt bi hev re daynin û tercubeyên xwe bi hev re parve bikin da ku têkoşînek hevpar bimeşînin.”

Li hember qetlîama xwezayê berxwedana bi rengê mor (2)

25/2/2016

Ekolojîstvan Bengî Akbulut diyar kir ku têkoşîna ekolojiyê bi pêşengiya jinan rêve diçe û anî ziman ku ax ji bo jin xwedî hebûnek civakiye û got têkiliya ku jin bi axêre datîne dişibihe têkiliya wan yê li hember hevdû.

Li hember qetlîama xwezayê berxwedana bi rengê mor (1)

24/2/2016

Îqtîdarên siyasî û polîtîkayên hewirdor her roj bi taxrîbatek nû yê xwezayê dertên pêşbirê me. Li gorî istatîstîkên EPDK'ê yê sala 2011'an, li Tirkiyê hîna înşakirina 600 HES berdewam dike û ji wan 250'î li herêma Behra Reşe. Çalakiyên li Tirkiyê yê Yirca, Gezî û Yeşîl Yolê hember RES, santralên termîkê û veguherîna bajaran her ku diçe muhalîftiyek civakî qezenç dike û mezin dibe.

Ji komploya 17 salan re 'bûyîna kûlîlka zinaran' (6)

14/2/2016

Ji Koordinasyona PAJK'ê Bêrîtan Dêrsim komploya navnetewiya ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî kirin nirxand. Bêrîtan diyar kir ku îro li hemberî komployê alaya berxwedanê li Cizîr, Silopî, Gever, Sur û her çar aliyê Kurdistanê diheje û bang li her kesê kir ku li derdora netewa demokratîk bicivin.