Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Komkujiya Hewlêrê 19 salin li benda ronîbûnê ye (2)

Dosya Haber
Gulan 15 / 2016


 

 
'Ruken û hevalên xwe li Başurê Kurdistanê pêwîstiya şoreşa jinê didîtin'
 
Şengar Biradost/JINHA 
 
SILÊMANÎ - Xwişka Ruken a ku di komkujiya Hewlêrê de hatî qetilkirin Hesîbe Heme Salih di derbarê jiyan, hêvî û xeyalên wê de axivî û got: "Pir pirtûk dixwend. Timî li wateya tiştan digeriya. Dema ku zanîngeh dixwend rojekê vegeriya malê got; 'Ya ez ji zarokatiyê ve lêdigeriyam min dît.' Ruken û jinên beşdarî nava tevgera azadiyê dibûn pêdiviya şoreşa jinan li Başurê Kurdistanê didîtin."
 
Nahîde Heme Salih bi nasnav Ruken di sala 1972 de li bajarê Silêmaniyê çavên xwe li jiyanê vekiriye. Ruken li gel 4 xweşkên xwe di nava zehmetiyên hişmendiya mêrê serdest dixwînin û di nava lêgerînandebûn. Ruken piştî xwandina zanîngehê temam dike, di sala 1996'an de tevgera azadiya gelê Kurd nas dike. Li bajarê Hewlêr di nava xebatên rêxstinkirinê de cîh digire. Di sala 1997'an de di nava Yekîneyên Azadiya Jinên Kurdistanê (YAJK) ê de dest bi xebatê dike. Di 16' ê Gulana sala 1997'an de di encama operasonên artêşa tirk ên bi alîkariya PDK'ê ser Nexweşxana Hevya Sor a Kurdistan, Rojnama welat û saziya YAJK'ê de li gel hevalên xwe yên xebatê hat qetilkirin. Malbata Ruken diyar kir ku li gorî agahiyên wan girtî, despêkê keça wan Ruken bi sazî girtine û du rojan di destê PDK'ê de girtî maye, paşê jî çî lê kirine nizanin. Malbatê da zanîn ku cenazeyên gelek mirovên di wê komkujiyê de qetilkirine li navçeya Mamel Qîr a Hewlêrê di gorek komî de digirin û nadin xwediyê wan.
 
'Timî li wateya tiştan digeriya'
 
Xwişka Ruken Hesîbe Heme Salih despêkê ji bo jiyana xwişka xwe Ruken a zarokatiyê û tayîbetmendiyên wê wiha got: "Ruken keçek bi hest, mirov dost û jîr bû. Timî dixwast ji derdora xwe re alîkar be. Dixwast bibe hêza xwe li hember kot û bendên paşveru bisekine û hêza xweya veşarî derxe holê. Timî li wataya tiştan digeriya. Herçiqas digerya, lê bersiva pirsên xwe di nav civakê ne didît. Wê pirtûkên ser şoreş û kesayeta şoreşgêrî di xwandin û bi mere parve dikir. Di xwast tiştê ku di hizira xwe de gihiştiyê bi kiriyar jî pêk bîne."
 
'Ya ku ez ji zarokatiyê ve lêdigerim min dît'
 
Hesîbe destnîşan kir ku Ruken û jinên tevlî nava tekoşîna azadiyê dibûn pêwîstiya şoreşa jinê li Başurê Kurdistanê didîtin û wiha doman: "Dema ku Ruken Zanîngehê dixwand rojekê vegeriya pir kêfxweşbû got; 'Ya ku ez ji zarokatiyê ve lêdigerim min dît'. Her çiqas me ew qas wate jî ne dida lê wê demê wê hindek kes naskiribûn. Bi hizrek nu şadibû. Wê demê Ruken û xwişkek me ya din di nav rêxistinên din de di xebtîn. Ew kesê ku wê demê têkilî bi tevgera azadiya gelê kurd re çêkirin pêwîstiya şoreşa jin di ditin li Başurê Kurdistanê. Pêwîstî bi şoreşek hizrî û civakî di dîtin. Ji bo wê jî ref bi ref berê xwe didan serê çiya. Ruken destpêkê dema çû me got wê perwerdeyekê bibîne û vegere, lê wê biriyara xwe dabû. Dema ku cara yekê bi serdan ve geriya pir hatbu guhartin, nêzîk bûnên wê wek yên Rêberan bû."
 
'Ruken û Hêlîn bi îskencê qetilkirin'
 
Hesîbe di derbarê têkiliyên PDK'ê yên bi Tirkiyê re û sedema komkujiya Hewlêrê jî wiha axivî: "Hevalên ku li Hewlêr di xebitîn bandorek zêde li ser gel dabûn çêkirin. Ev jî bû sedema tirseke mezin di dilê PDK'ê de ku ji siya xwe jî ditirsiyan. Herweha wê demê jî wek niha PDK dibin deshilata dewleta Trik de tev digeriya. Wê demê destpêka bi cih kirina MÎT a trik bu li deverên Başurê Kurdistanê, taybetî jî li devera Behdînan. Wan hevalan welatî li hember xeteriya hatina dewleta Tirik şiyar dikirin. Ji ber wê jî bi hevkariya PDK'ê li ser nexweşxane, dem û dezgahên rêxistinê operasonên komkujiyê kirin. Ruken ji wê demê hinek nexweşbû bi hevalek xwe re li malekê diman. Lê cîranê wê malê endamê Îstîxbarata PDK'ê buye, ji bo wê jî agahî di de asaîşa PDK'ê Ruken û hevala wê ya ku bi jîrbûna xwe dihat nasî ya bi navê Hêlîn, bi qondaxê çekê wan ji mal derdixin û birin girtîgehê. Paşî endamek Îstixbaratê hat gel me û ji min re got piştî 2 rojan Ruken û Hêlîn dibin îşkenca herî dijwar de qetilkirin."
 
Hesîbe bilêvkir ku ev 19 salin ew li peyî hestiyê xwişka xwe û hevalên wê digerin lê negihane hestiyên xwişka xwe. Hesîbe banga şikandina bê dengiya raya giştî û saziyên mafê mirov kir û got: "Em dixwazin hestiyê wan ciwanên ku bi neheqî bi xiyanetê hatin qetilkirin bidin me. Ew ji me re watayek pir mezin e. Ji ber şehîdên komkujiya Hewlêr ji me re sembola berxwedanê ne li hember teslîmiyetê."
 
'Bi dîtina despêkê ez hînbûm ku ew mirovên cudane'
 
Bavê Ruken Heme Salih Rehîm jî wiha behsa destpêka tevlî bûna Ruken a nava rêxistinê kir: "Dema Ruken ji mal derket cara yekem ez çum navenda rêxistinê li Silêmaniyê min got; 'Kî rêvebere?' Odek nîşanî min dan. Dema ez çum jor min dît ku hevalê rêveber gêzik di destê wî da ye û odê paqij dike. Wê demê ez ecêbmayî mam. Ji ber li gel me kesê Rêveber xizmetkar û berdestên wan hene." Heme Salih çend deqeyan sekinî û got: "Wê demê min fêm kir ku ew kesên cudane, ku aramanca wan mezin e."
 
Heme Salih da zanîn ku ji bo darezandina kujeran û dîtina hestiyên zarokên xwe wan gelek caran serlêdan kirine û wiha berdewam kir: "Dixwezin ser komkujiya Hewlêr a bi xiyaneta herî qirêje di dîroka xiyaneta nava Kurdan de ye bigirin. Pir caran me serlêdana perlemento û wezareta mafên mrovan kiriye, me ji wan xwast ku tenê hestiyityên me bidin, em tiştek din naxwazin. Heya niha em nizanin mezerê wan li kuderê ye. Ez ji her kesî dixwazim ku zextê bi xin ser PDK'ê ji bo ku hestiyên zarokên me bidin."
 
'Bila carekdin axa başur nefiroşin'
 
Heme Salih Rehîm di dawiyê de bang li rêxistinên kurdan kir ku nehêlin carekdin PDK axa Başurê Kurdistanê bifiroşe û wiha dom kir: "Ez ji PKK'ê jî ji hemu tevgerên Kurdistanê di xwazim ku bi tu awayê nehêlin îdî axa Başur bi destê dewletên dagîrker bê talan kirin û bê wêran kirin. Ez naxwazim kes şerê PDK'ê bike, çunkî xiyanet di xwîna wan daye. Wê dewleta Trik carek din bîne wek berê heya Raniye anîbû. Wê îranê bîne wek berê heya Koyê anî, wê Îraqê bîne wek 31'ê yê Tebaxê çewa komkujî pêk anîn. Ez bang li deshilata başur dikim ku bese wê axa ku bi xwîna sed hezar şehîdan sor buye nefroşe dijminan."
 
Sibê: Portreya Avyan a di Komkujiya Hewlêrê de jiyana xwe jidest dayî 
 
(zt)