Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Jinên ku serhilana xwe veguherandin berxwedanê ber bi azadiyê ve dimeşin (4)

Dosya Haber
Adar 03 / 2016



Jinên ku ji Rojava heta Bakûr berxwedidin xwerêveberinê dihûnin
 
JINHA
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Arîn Mîrkana ku li Rojava çalakiya fedaî pêk aniye, heta Meryem Kobanê ya ku ji deriyê îxanetê neboriye û li Bakûrê Kurdistanê Sêvê Demîra ku li qadên xwerêveberinê gotibû berxwedan jiyane heya Hidayet Taştamura ku dibêje "Tenê bedena min a mirî dê ji vir derê" hember zîhniyeta 5 hezar sal berxwedana bêhempa didin.
 
Têkoşîna jinên Kurd ji Sakîneyan heta Sêvêyan, ji Ekînan heya Pakîzeyan, ji Hidayetan heya Fatmayan, ji Arînan heya Slavan, ji Ivanayan heya Gulanan û ji Sîbelan heya Peymanan serpêkhatiya berxwedanêye. Jinên ku ji Rojava heya Bakûrê Kurdistanê hember pergala desthilatdariyê mêr berxwedidin, ji tevahî jinên cîhanê re çanda berxwedaniyê avadikin. Jinên Rojava ên ku di şexsê DAIŞ'ê de hember tevahî hêzên desthilatdariyê berxwedidin, ji tevahî jinên cîhanê re bûn hêviyê modela jiyana nû. Di şexsê jinên Rojava de me hilweşîna pergala desthilatdariyê a 5 hezar sale jin tune hesab dike dît. Jinên Rojava niha li aliyek hember pergala baviksalarî têdikoşin li aliyê din jî pêşengiya înşakirina xweseriya demokratîk dikin.
 
Berxwedan li Rojava çawan despêkir?
 
Her çiqas Kurdên li Suriyê bi salan rastî tundiya rejîma Baasê hatibin jî, niha berxwedanek dîrokî raber dikin. Kurdên Rojava ligel tevahî êrîş di avakirina pergala xwe de bi îsrarin û di 19'ê Tîrmeha 2012'an de gavên înşakirina xweseriya demokratîk avêtin. Kurdên Rojava li aliyek ji bo mirovahiyê şerê rûmetê didin li aliyê din jî bi biryarek mezin xebatê înşakirinê didomîne. Li gelek bajarên Rojava jin cihê xwe di nava hêzên parastinê wek YPJ, HPC û QSD'ê de digrin û li aliyê din jî saziyên wek meclîsên gel, kooperatîf, weqfa jinan, asayiş, komîna jinan, rêxistina jinan, dad, malên gel, navendên çand û huner, navendê ciwanan, wezareta jinan û akademiyê jinan hatin avakirin. Sûryanî, Ereb, Asûrî û Ermenî jî cihê xwe di nava xebatê înşayê de girtin û tevlî bûn. Pergala ku bi pêşengiya jinan bi gotina "Şoreşa Rojava Şoreşa Jinê ye" ji tevahî cîhanê re bû çavkanî. Her çiqas em rastî mînakê berxwedana jinan di dîrokê de hatibin jî cara yekeme em şahîdiyê têkoşîn û berxwedana ku bi pêşengiya jinan pêk tê dikin.
 
 
Meryem Kobanê: Ez ji deriyê îxanetê re naborim
 
Di êrîşê çeteyên DAIŞ'ê ya li hember Şengalê gelek jin hatibûn revandin û li bazarê koleyan hatin firotin. Piştî wê çete êrîş birin ser Kantona Kobanê, lê li wir rastî berxwedana jinan hatin. Berxwedana ku bi mehan berdewam kir balê tevahî cîhanê kişand. Êrîş û dagirkeriya ku bi piştgiriya hêzên dewletê ser Kobanê pêk hatî gelek kes têk çûn û çekê xwe danîn. Vê navberê de gotina Fermandara YPJ'ê Meryem Kobanê "Ez ji deriyê îxanetê re naborim" şopê xwe li rojê dabû. Gotina Meryem Kobanê jî wiha ye, "Jina ku ji wê deriyê re derbasbibe, tê wateya ku wê koletiyê qebûl bike. Wê navberê berxwedana Serzorî hat bîra min û bi hêrsek mezin min got ez ê ji deriyê îxanetê re derbas nebim. Min dît ku, îxanet têk diçe û berxwedan wê bi serbikeve. Eger Kobanê ketiba, dilê Kurdistanê jî wê ketiba. Piştî berxwedana bi rûmet û xeta şehîdan li cihek din mayîn bê wateye. Ev gotina Rêbertiye; 'Li cihê ku ketîbûn lê giranbe berxwedan li wir despêdike.' Di şexsê keçên Kobanê de, em bûn şahîdê berxwedana jin."
 
Çalakiya fedaî ya Arîn Mîrkan bu sembola berxwedanê
 
Di 5'ê Cotmeha 2015'an de Fermandara YPJ'ê Arîn Mîrxan li Girê Miştenûrê hember çeteyên DAIŞ'ê yên tecavûzkar çalakiya fedaî pêk anî û bala tevahî cîhanê kişand ser berxwedana Kobanê. Hêzên YPJ/YPG' piştî çalakiya Arîn daxuyanî dan û wiha gotin, "Hevala me Arîn li hember êrîşê çeteyan çalakiya fedaî pêk aniye. Çalakiya hevala me Arîn êrîşê çeteyan paşve daye û bi dehan çete hatibû kuştin. Cesaret, fedekarî û baweriya ku hevala me Arîn bi çalakiya xwe danî holê ji bo tevahî şervanên YPG û YPJ'ê ew ê bibe xeta berxwedanê. Pêwîst be tevahî şervanên YPG û YPJ'ê bibin Arîn, lê em ê destûr nedin ti car êrîşa hember Kobanê bi ser bikeve."
 
Gulan ligel ku birîndar bû eniyê şer terk nekir
 
Înat ji kesên ku çekê xwe hêlayî jin ne çeperên xwe terk kirin ne jî di wê deriyê ku dibêjin 'îxanet' re derbas bûn. Ligel ku berdêlên giran dan cardin hember êrîşê çeteyan çeperên xwe terk nekirin û bi tilîliyan hêviya jinên berxwedêr li dîrokê nivîsîn. Yek ji van jinan Fermandara YPJ'ê Gulan Batman bû. Gulan çend car birîndar bibû, lê ji bo ku çeperên xwe ji çeteyên DAIŞ'ê re nehêle, tedewiya xwe red dike, dema cara duyem birîndar dibe jiyana xwe ji dest dide.
 
Viyan hunera xwe bi gel re kir yek
 
Şervana YPJ'ê Viyan Peyman jî bi dengê xwe yê xweş xwe bi her kesî da nasîn. Viyan bi çeka ku xistiye destê xwe û li kolanên Kobanê yê hatî hilweşandin bi lorîna stranan cihê xwe di mejiyê mirovan de girt. Ligel nasnameya şervantiyê yê hunermendiyê jî hilda Viyan û hunera xwe bi gel re kir yek. Di 6'ê Nîsanê de di têkoşîna hember çeteyan de Viyan Peyman jiyana xwe ji dest da. Viyan çeteyan wek "ji mirovahiyê parê xwe negirtine" dabû nasîn. Şoreşa Rojava bi mînakên berxwedaniya Îvanayan heya Sîbelan mirov dikare zêde bike. Berxwedena ku li hember hêzên dewletê hatî dayîn ji tevahî cîhanê re bû hêvî û mirov berê xwe dan qadên berxwedanê. Şoreşa Rojava veguherî hêzek enternasyonalist.
 
Berxwedan ji Sakîneyan heya Sêvêyan berdewam dike
 
Li Bakûrê Kurdistanê jî jin bi çanda berxwedanê a dîrokî li hember zîhniyeta desthilatdariyê û polîtîkayê çewsandinê têdikoşe. Berxwedana ku Sakîneyan, Bêrîtanan, Zîlanan û Semayan di nava 40 salan de avakirine, di roja îro de li qadên xwerêveberinê gel êrîşên dervî mirovahî jî Ekînan, Sêvêyan, Pakîzeyan, Fatmayan, Yasmînan, Tubayan û bi Hidayetan re ev berxwedan berdewam dike. Jinên ku li qadên xwerêveberinê bûne hedefê êrîşan, bedenê wan bê teşîr kirin jî tewîz ji têkoşîn û berxwedanê nadin. Di berxwedana Sîlopiyê de hêzên dewletê jinên pêşeng ên di qada berxwedan û xweparastina rewa de cih digirtin kirin hedef. Di 4'ê Çileya 2016'an de hêzên dewletê Endama Meclîsa DBP'ê Sêvê Demir, Hevseroka Meclîsa Gel a Silopyayê Pakize Nayir û Endama KJA'ê Fatma Uyar ku li kolanê Sîlopyayê 23 rojan di ber xwe dan kir hedef û qetil kirin. Qetilkirina 3 jinên kurd ên siyasetmedar, di hefteya komkujiya 9'ê Çileya 2013'an a Parîsê ku siyasetmedarên kurd Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin de pêk hat. Hêzên dewletê ku ji têkoşîna jinên kurd ditirsin di salvegera komkujiya 3 jinên kurd ên Parîsê de li Sîlopyayê 3 jinên kurd ên siyasetmedar dîsa qetilkirin. Ji Sêvêya ku dibêje "Berxwedan jiyane" heya Fatmayê ku got, "Serî li hember mêran netewînin" û heya Pakîzeyê ku got, "Eger Botan biserbikeve dê mirovahî biserbikeve" nîşan da ku tu jin serî hember pergala desthilatdariyê ne tewandiye.
 
Hîdayet Taştamur: Tenê bedena min a mirî dê ji vir derê
 
Endama YPS-JIN Hîdayet Taştamur (Asya) di 5'ê Sibatê de di pevçûnê de birîndar dibe û dûvre jiyana xwe ji dest dide. Hevalên têkoşînê diyar kirin ku Asya bi hêzek mezin li berxwedaye û şerkiriye û wiha gotin, "Berî Asya şehîd bikeve, mirovek jê pirsiya 'tunê jî birevî ji vir' ew jî bi ken bersiv da 'tenê bedenê min a mirî wê ji vir derê'. Seknek fedayî hebû, xwe ji dil û can tevlî YPS-JIN kiribû. Piştî şahedeta Asya tevlîbûn zêdebûn. Şahedeta Asya ji bo me roja zelalbûnê bû. Êdî roja têkoşîna bê dawî despêdike ji bo me. Asya di sekna xwede zelal bû digot tenê bedenê min yê mirî dê ji vir derê."
 
Yasemîn Çikmaz: Di riyê heqîqetê de ez ê pişta xwe nedim hevalên xwe
 
Yasemîn Çikmaz ya ku di jêrzemîna wehşetê de hatî qetilkirin bi gotina "Dayê ev riyê heqîqetê ye, ez ê pişta xwe nedim hevalên xwe" berê xwe dabû Cizîrê. Yasemîn hîna 16'e salîbû û di jêrzemîna wehşeta duyemîn de navê wê bi birîndarî hatibû bihîstandin. Yasemîn di 16. roja qedexeya li ser Cizîrê de ji mîkrofona JINHA'yê re wiha gotibû, "Sê heyv çêbû ez tevlî YPS'ê bûme, sedema tevlîbûna min jî; di berxwedana vir de serî de jin tine bûn, min vê yekê weke kêmahiyek mezin dît. Şoreşa Rojava jin pêk anîn û jin pêşenga şoreşê kirin. Min jî xwast wek jinek cihê xwe di nava berxwedanê de bigrim. Demê di serî de tevlîbûm, hevalên mêr digotin, hevalên jin nabe li eniyê şer hebin. Dema ku em li çeperan man bi çavê xwe tevlîbûn û vîna me dîtin. Ji ber vê mêr neçar ma li hember gelek mijaran bêdeng bimîne. Mînak niha li gelek girên Cizîrê hevalên jin parastinê dikin. Divê tevahî jin rabin ser piyan û tevlî vê pêvajoya berxwedanê bibin. Ez bang li tevahî jinan dikim ku bên qadên berxwedanê."
 
Jinên ku berxwedidin jiyana xwerêveberinê dihûnin
 
Xwendekara Zanîngehê Gûler Eroglu jî di jêrzemîna wehşetê ya Cizîrê de hat qetilkirin. Gûler berî bê qetilkirin di qeyda deng a ku ji malbatê re şandiye de wiha got, "Ez cara yekeme xwe ewqas azad hîsdikim." Di heman komkujiyê de Nursel Dalmişa ku hatî qetilkirin jî wiha dibêje "Ez dixwazim wek şehîdek bimrim. Ji bo vê têkoşînê dixwazim bimrim." Jinên ku li qada xwerêveberinê heya nefesê xwe yê dawî berxwedan, her çiqas bibin hedefê dewletê a yekem jî jinên hatine qetilkirin mîrateya berxwedanê a dîrokê li qadên xwerêveberinê hûnandin.
 
Sibê: Serhildana jinên Tirkiyê: Jinên ku bi parastina cewherî liberxwedidin
 
(rc)