Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Jinên ku serhilana xwe veguherandin berxwedanê ber bi azadiyê ve dimeşin (1)

Dosya Haber
Sibat 29 / 2016



Clara Zetkin: Ez hînbûm ku divê mirov ji bo baweriya xwe bimire
 
JINHA 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Têkoşîna azadiya jinan li gelek deverên cîhanê bi pirên xwişkan belav dibe, bi xweparastina cewherî mezin dibe û dîrokek ji nûve zindî dibe. Kîna hemû jinên ku ji 8'ê Adara 1857'an û heta roja îro hatine qetilkirin dibe serhildana jinan.
 
Ji dîroka mirovahiyê ji qebîleyên destpêkê heta roja me ya îro jinên ku ji bo hemû gihiştinên civakê pêşengî kirine, bi tunekirina afrîneriya jinan re desthilatdariya zilam jî bi hêz bû. Keda jinan a li nava malê ji nedîtî ve hat û dema derketin qadan jî li pişt siya zilaman hat hiştin. Têkoşîna jina ya "wekheviya kar wekheviya mûçe" ev pêkanînê ku bi polîtîkayên mêtînger tên kirin di roja me ya îro de bi awayekî ber bi çav berdewam dike. Di 8'ê Adara 1857'an de 40 jinên karker li Newyorkê ji bo mafên xwe dest bi grevê kirin û ev têkoşîna wan di dîroka jinan de rolekî girîng lihîst.
 
Jinên ku ji bo şert û mercên baş ên kar, wekheviya kar wekheviya mûçe, 10 saetên kar dest bi grevê kirin, li hemberî daxwazên jinan nûnerê zîhniyeda zilamê serdest ku patrone, ji bo pêşî li greva jinan û piştgiriya karkerên li derve bigire deriyê fabrîkayê girt.  Ji jinên ku di hundir de asê man 129 ji ber agirê di fabrîkayê de hat derxistin jiyana xwe ji dest dan. Jinên di sala 1857'an de bi şewatên hatin qetilkirin di têkoşîna 200 salan de her roj carek din zindî bûn. Ev jin gelek caran wekî jinan bi navê Çîlem ku bi parastina cewherî li hemberî zilmê rabû derketin pêşberî me, gelek caran jî wekî jinên Gulabî Çetesî ku li hemberî şert û mercên ku jiyana wan veguherandiye îşkenceyê serî hildan derdikevin pêşiya me.
 
Serhildana gav bi gav bilind dibe…
 
Piştî di sala 1857'an de jinên ku ji bo maf û jiyana xwe li ber xwedan û ji aliyê sermayedaran ve hatin qetilkirin berxwedana jinan ne hat şikadin berovajî wê berxwedan gav bi gav mezintir bû. 8'ê Adarê ji bo jinan bo destpêka meşek dirêj. Di sala 1889'an de jinên di fabrîkayên Bryant û May ên Londrayê de di şert û mercên xirap de dixebitîn ji ber bi fosforên spî dixebitîn bi nexweşiya hestiyê dev ketin. Hestiyên devê wan xirap dibûn û ne dikarîn xwarin bixwin. Ji bo şert û mercên kar başbibin jinan dest bi grevê kirin û piştriyek mezin girtin. Di sala 1908'an de bi saya tevgera sendîkayan maddeya "fosforên spî" hat qedexekirin.
 
'Ez hînbûm ku divê mirov ji bo baweriya xwe bimire'
 
Di 8'ê Adara 1908'an de jinên karker ên tekstîlê dest bi grevê kirin û cihê kar dagir kirin. Daxwazên xwe berfirehtir kiribûn: "8 saetên kar, divê dawî li kedxwarina zarokan bê anîn û divê ji jinan re mafê dengdayînê bê dayîn." Greva 20 hezar jinên karker ên cilan ku sala 1909'an a li Manhattanê destpê kir li gelek fabrîkayên din belav bû. Di êrîşa polîsan de bi sedan jin birîndar bûn û gelek jî hatin binçavkirin. Greva jinan heta ku daxwazên wan hatin qebûlkirin nêzî 2 mehan berdewam kir.Di 2'yemîn Konferansa Jinên Enternasyonal a sala 1910'an li bajarê Kopenhaga Danîmarkayê ku ji 17 welatan 100 delege beşdar bûn de bi pêşniyara Clara Zetkîn 8'ê Adarê wekî Roja Jinên Kedkarên Cîhanê hat îlan kirin.
 
Clara Zetkîn di konferansê de ev tişt anîn ziman: "Azadiya jinan û azadiya mirovahiyê dema ked ji bin desthilatdariya sermayedaran ket dê pêk were. Hîna zarok bûm ji wan fêrbûm ku divê mirov ji bo baweriya xwe bimire." Piştî wê ev roj li hemberî mêtîngeriya zayendî û cînî wekî roja berxwedana li cîhanê tê pîrozkirin. Sala 1911'an bi biryara ku sala 1910'an di Konferansa Kopenhagê de hat girtin, 8'ê Adarê cara yekem li Avusturya, Danîmarka, Almanya û Îsvîçreyê bi berşdarbûna sedan jin û zilaman hat pîrozkirin.
 
Nan û Gul
 
Hertyek piştî pîrozbahiyan di şewata Tarîangel ku 25'ê Adarê li Newyorkê derket de 140 jinên karker şewitîn jiyana xwe ji dest dan. Ev bûyer bandorek mezin li ser şert û mercên xebatên ên Amerîkayê kir. Di sala 1912'yan de li Amerikayê, li parêzgeha Massahucettesê li navenda hiriyê ya Lawrenceyê 20 hezar karker kêmkirina mûçeyên karkeran protesto kirin. Li ser vê yekê karberdana karkeran bû sedem ku Sanayiya Tekstîlê ya New Englan a mezin bi bandor bibe. Di meşek a kesên di grevê de komen jinên ciwan pankarta "Em hem nan hem jî gulan dixwazin" vekirin. Ev pankart ji bo helbesta James Oppenheim a bi navê "Nan û Gul" bû îlhamek.  Meşa têkoşîna dirêj a ku di 8'ê Adara 1857'an destpê kir, di sala 1917'an de li Rûsyayê bû meşa jinan a li hemberî şer û feqîriyê bi daxwaza "Nan û Aştiyê." 
 
Jinan ala gelên bindest dewr girtin
 
Piştî şoreşa Cotmehê 8'ê Adarê li hemû Sovyetê wekî roja têkoşînê hat pîrozkirin. Piştî binketina şoreşê jî hîna 8'ê Adarê wekî roja fermî ya bênvedanê û roja jinan tê pîrozkirin. Di sala 1962'yan de li Îngîltereyê 19 sendîkayên ku nûnertiya 200 hezar jinan dikin bi kardêran re peymana wekheviya kar çêkirin. Di sala 1960'an de Tevgera Azadiya Jinan a ku li rojava berojavî femînîzma kevin (Li Îngîltereyê sufrajetler) bi têkoşîna kesên bindest re bendek wan a hevpişk hebû. Ev tevger ji têkoşîna gelên Vîetnam, Kuba, Cezayîr ku li hemberî emperyalîzmê li ber xwe didan bi bandor bûn, bi tevgerên radîkal ên aştîxwaz re mezin bû.
 
Li NY di sala 1977'an de hat qebûlkirin
 
Di sala 1970'an de jinên karker ên paqijiya şevê li Londrayê ji bo bibin xwedî sendîka têkoşîn meşandin. Di sala 1972'an de li Îngîltereyê jinên li Goodmanê dixebitîn ji bo wekheviya mûçeyan ketin grevê. Di sala 1973'yan de dîsa li Îngîltereyê piraniya wan jin bi sedan karkerên nexweşxaneyê yekemîn greva xwe ya neteweyî pêk anîn.  Di sala 1973'yan de jinên Asyali yên di fabrîkaya goreyan de dixebitin li hemberî nijarperestiyê xwepêşandan li darxistin. Di sala 1975'an de li Îngîltereyeê ji bo wekheviya mûçeyan jinên li Heywoodê 11 hefteyan ketin grevê. Di sala 1975'an de Neteweyên Yekbûyî (NY) Ji bo Mafên Wekhev, Ji bo Aştî û  Pêşveçûnan Sala Navneteweyî ya Jinan, di 1975-1985'an de jî wekî 10 salên Jinan ên Cîhanê îlan kir. NY'ê di sala 1977'an de jî bi biryara lijneya girtî ya hêjmar 32/142 8'ê Adarê wekî Roja Kedkarên Jin ên Cîhanê qebûl kir.
 
'Mil bi mil em dimeşin…'
 
Daxwaza bi bedena jinê tunekirina jinê ku di roja me ya îro de jî berdewam dike berxwedana 8'ê Adara 1857'an a bû sedema jiyana 129 jinan 200 sale ev berxwedan berdewam dike.
 
Jinên ku ala xwişkên xwe yên hatin qetilkirin ne danîn erdê bi yek dengî qîr dikin: "Mil bi mil em dimeşin, em dimeşin di refên me de havalên me yên jiyana xwe ji dest dane û di stranên me de qîrînên wan ên bi êş ên ji bo Nan."
 
Sibe: Li Tirkiyeyê têkoşîna jinan çawa dest pê kir?
 
(mb)