Nûçe Dosya

Ji komploya 17 salan re 'bûyîna kûlîlka zinaran' (5)

14/2/2016

Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç derbarê komploya 15’ê Sibatê de axivî û diyar kir ku bi milyonan kurd ji desthilatdaran re gotin; 'Em ê cîhana bêyî Ocalan bi serê we de bînin xwarê' û li çar parçeyên Kurdistanê tu astengî nasnekirin û rabîn serhildanê. Nîlufer bi lêv kir ku gelê kurd mudaheleyî çerxa dîrokê kirin û di sedsala 20’an de pêşî li tecrûbeyên bi êş girtine.

Ji komploya 17 salan re 'bûyîna kûlîlka zinaran' (4)

13/2/2016

Di pêvajoyên ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Rojava bû gelek jin ji nêzve dîtin û tevlî perwerdeyê wî bûn. Yek ji wan jinan Necah Gulo ye. Necah got, "Em ji rêbertiyê xwe hînbûn ku jiyan berxwedane. Serkeftin wê ya gelê Kurd be. Tecrîda li hember Rêber Apo ez ne tenê şermezar dikim, lenet jî dikim. Heya dilopê xwîna xwe yê dawî em ê doza Rêbertiyê xwe bişopînin."

Ji komploya 17 salan re 'bûyîna kûlîlka zinaran0' (3)

13/2/2016

Zanyar û nivîskarê ekolojîyê Janet Biehl, destnîşan kir ku di şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de aştî hatiye tecrîd kirin û wiha got: "Niha bi lezgîn pêdiviyên me bi dengê wî heye. Herî zêde niha pêdiviya me bi wî heye. Bêdengiya Ocalan perçekirina hêz û potansiyeliya wî ye."

Ji komploya 17 salan re 'bûyîna kûlîlka zinaran' (2)

12/2/2016

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komployek navnetewî di 15'ê Sibata 1999'an de anîn Tirkiyê. 17 sal ser komploya 15'ê Sibatê re bihûrî. Parêzer Eren Keskîn pêvajoya komployê nirxand û got, "Tirkiyê bandora Abdullah Ocalan ya li ser Kurdan dizane û ji ber polîtîkayên xwe yê bi aloz, naxwazin Abdullah Ocalan bidin axaftin."

Ji komploya 17 salan re 'bûyîna kûlîlka zinaran' (1)

12/2/2016

Komploya 15'ê Sibatê ya ku weke xalek reş derbazî dîroka kurdan bûye, di kesayeta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de bi berxwedana gelê kurd di nava 17 salan de vale hatiye derxistin.

Jinên bi barîkat, artêş û şoreşa xwe dibêjin 'No pasarán' (3)

01/2/2016

Li Îrlandayê dema Raperîna Paskalya ya di sala 1916'an de destpê kir jin ji bo mafê deng dayînê û wekhevî têdikoşiyan, li hemberî êrîşên leşkerên Îngilîzan bi pêşengiya Fermandar Constance Markievicz barîkat ava kirin û hêzên parastina cewherî ava kirin. Jinên ku li pişt barîkatan li ber xwe didan û teslîm nebûn, bi navê 'Jinên 1916'an derbazî rûpelên dîrokê bûn.

Jin bi barîkat, artêş û şoreşa xwe dibêjin 'No pasaran' (2)

31/1/2016

Jinên ku hewl didan tevlî şoreşa Îspanyayê ya di sala 1936'an de destpê kir bibin, li hemberî koletiya jinan dibin sîwana Mujeres Libres-Bi Jinên Azad re xwe birêxistin kirin. Pepita Carpeña ku di çeperan de banga "Xwe azad bike" li jinan dikir wiha digot: "Bila zilam ne hizirin ku ji jinan baştirin, dema me got mafê wan ê hikûmkirina li ser me tune ye, bi awayekî alozî derxistin. Li gorî min jinên Îspanyayê li benda bangek wiha bûn." Jinên ku di xwestin tevlî şer bibin ji aliyê fermandarên zilam ve dihat redkirin lê jinan jiyanek nû dihûnandin.

Bi barîkat, artêş û şoreşa xwe jinên dibêjin 'no pasaran' (1)

30/1/2016

Ji roja ku hene heta niha jin li ber xwe didin. Çîrokên jinan ên ku bi hezaran salin li ber xwe didin ewqas bi hêz bûn ku winda nebûn. Ji jinên ku çek girtin destê xwe û bajarên xwe parastin heta Qanûnên jinên şoreşger, ji jinên ku ji leşkeran re gotin; 'çeka xwe dane erdê û tevlî gel bibe' heta jinên şoreşger ên çek girtin destê xwe û gotin; 'dê rojekê kîna me bibe hevrîşîm.' Em bi vê dosyaya xwe hemû jinên ku li Parîs, Îspanya, Îrlanda, Meksîka û yên li cîhanê ku li pişt barîkatan li ber xwe dan, artêş avakirin û li hemberî dîktator, zîhniyeta baviksalarî û mêtîngeran gotin "no pasaran" bi bîr tînin.

Bi pêşengiya berxwedana jinan azadiya Kobanê... (3)

26/1/2016

Li hember êrîşê çeteyên DAIŞ'ê di encama berxwedana 4 heyvan de 26'ê Çileya 2015'an rizgariya Kobanê hat îlan kirin. Serkeftina Kobanê, wek dîroka sedsal yê berxwedanê derbasî dîrokê bû. Rizgarkirina Kobanê dewama têkoşîna azadiyê bi bingehên xurt cihê xwe avakir. Fermandara YPJ Şengal Raperîn Engîzek salvegera rizgariya Kobanê nirxand. Raperîn diyar kir ku berxwedana Kobanê nayê wateyê tenê şerê bajêr û wiha got, "Şerek li hember tevahî pergalê serdest û zîhniyeta desthilatdariyê bu. Felsefeyê jiyanê ye. Ev felsefe Rêbertî avakir. Heya roja îro gel her dem hatine dagirkirin û tundî li wan hatî kirin. Li hember vê dagirkeriyê li Kobanê têkoşîn û berxwedanek mezin li hember hember zîhniyeta desthilatdar hat dayîn. Berxwedana Kobanê ji bo tevahî gelan bû sedema bawerî û avabûna hêviyên nû. Têkoşîna 40 sal yê ku Kurd didin, ligel tevahî zehmetî heya roja îro berdewam dike, Kobanê jî wek têkoşîna bi hêz yê pratîkê derket holê."

Bi pêşengiya berxwedana jinan azadiya Kobanê... (2)

25/1/2016

Endama Meclîsa Xweseriya Demokratîk û Rêvebera Rêxistina Yekîtiya Star a Kantona Kobanê serkeftina Kobanê Ruken Ahmet di duyem salvegera wê de nirxand. Ruken diyar kir ku azadiya Kobanê bi pêşengiya jinan pêk hatiye û anî ziman ku ligel şert û mercên zehmet bi pêşengiya jinan cardin Kobanê ji nûde tê înşa kirin.

Bi pêşengiya berxwedana jinan azadiya Kobanê... (1)

24/1/2016

Parastina Kobanê bi gotina Meryem "Ez ji deriyê îxanetê re naborim", çalakiya azadkirina Miştenûr yê Arîn, ligel birîndariya xwe Gulana ku çeperên xwe terk nekiriye pêk hat. Berxwedana dîrokî yê serkeftina Kobanê a ku 4 meh dewam kir dikeve sala xwe yê duyem.

Sê jiyan, sê çand, sê nifş; 'Sê Jinên Azad' (5)

06/1/2016

Jinên ku têkoşîna Sakîne, Fîdan û Leyla yên ku li Parîsê hatin qetilkirin mîrasa girtin, sê salin ji bo komkujî were ronî kirin li qadanin. Nûnera Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî Nursel Kiliç diyar ku heta qetlîam were ronî kirin ew ê li qadan bin û wiha got: “Em jin û gelê kurd bi berxwedan û sekna Sakîneyan heta roja îro hatin û em ê bi vê berxwedan û sekna Sakîneyan ber bi serkeftinê ve bimeşin.”

Sê jiyan, sê çand, sê nifş; Sê Jinên Azad (4)

05/1/2016

Jiyana Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Parîsê bi Sakîne Cansiz re hatin qetilkirin mînakên têkoşînê ne. Nûnera KNK’ê Fîdan Dogan hemû derdor bi kenê xwe rûnî dikir, di qada dîplomasî de îmze avêt bin gelek serkeftinan. Di jiyana Leyla Şaylemez de ku ji ber zextên dewletê gelek çîrokên wê hene têkoşîna jiyanê jî heye.

Serpêhatiyê eraf yê jinên penaber (4)

04/1/2016

Ji jinên ji Suriyê ketine ser rêya penaberiyê Hanan Mousseli. Hanan a ku li Şamê hatiye dinê û mezin bûye 3 birayên wê hene. Hîna ji birayek xwe agahî negirtiye. Hanan diyar kir ku Şam cihek pir çandiye, her kes ji çandên cuda re rêzdarin.

Sê jiyan, sê çand, sê nifş; Sê Jinên Azad (3)

04/1/2016

Aysel Dogan ku ligel Sakîne Cansizê bi çîrokên qetlîama 38’an a Dêrsimê mezin bû Sakînê vedibêje: “Sakîne di kolanan de bi cih nedibû; her ku mezin dibû li Dêrsim û Kurdistanê belav bû. Sakîne wiha bû, ya ku her mezin dibû."

Sê jiyan, sê çand, sê nifş û Sê Jinên Azad (2)

03/1/2016

Sakîne Cansiz nifşê duyem ê ku qetlîma Dêrsimê dîtiye, hemû jinên Dêrsimê yên wê nas dikin yan jî nas nakin gotinên wan ên ku Sakîneyê vebêjin hene. Her jina ku Sakîneyê vedibêje guh didin dengê Munzurê, berê xwe didin çiyayan û dibêjin ku ji wê demê heta niha ji wan re bûye hêvî.

Serpêhatiyê eraf yê jinên penaber (3)

03/1/2016

Amara Hantomonî li Halebê ji dayîk dibe. Di 12'e saliya xwe de bi pismamê xwe re tê zewicandin. Amara bûka biçûk, di 15'e saliya xwede ducanî dibe. Kurê wê Îbrahîm ji dayîk dibe û nexweşiyê gurçik pêre çêdibe. Ji bo dermankirina gurçikê Îbrahîm divê derman bistîne lê dermanê wî gelek bûhaye.

Sê jiyan, sê çand, sê nifş; Sê Jinên Azad (1)

02/1/2016

Em dikevin sala 4’emîn ku siyasetedarên kurd ên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çileya 2013’ya de li Parîsê hatine qetilkirin. Darbeya ku dixwestin di şexsê Sê Jinên Azad de li têkoşîna azadiyê ya jinan bixin; Jinan li Koban, Şengal, Nisêbîn, Sûr û Cizîrê ku têkoşîn dewr girtin bi ruhê berxwedanê darbe vale derxistin.

Serpêhatiyê eraf yê jinên penaber (2)

02/1/2016

Wela Ahmet Mahmut, hîna 20 saliye. Piştî şerê navxweyî yê li Sûriyeyê qewimî gelek çîrokên jinên ku xwedî xewin û xeyalên xweşbûn hemû jiyana wan cemidî. Lê Wela ji bo xewin û xeyalên xweş carek din bi dest bixe hêviya xwe winda nekir û kenê li ser rûyê xwe jî kêm nekir. Wan baş dizanibû ku ji xeynî berxwedanê tu şansê wan tune û tu rêya wan tê de biçin nîne. Yek ji van jinan jî Wela Ahmet Mahmut de. Çîroka Wela jî wekî şerma mirovahiyê çawa ku em di cîhaneke hevpar de dijîn şêqamekî li rûyê mirovan dixe.

Serpêhatiyê eraf yê jinên penaber (1)

01/1/2016

Serpêhatiya Sultan Hûseyîn a ku ji Sûriyê koçî Îzmîrê kiriye wek romaneke. Sulatanê ku neçar maye 13'e saliya xwede bizewice, jiyana xwe li Lûbnan û Suriyê derbaskiriye. Bi despêkirina şer re Sultan hat Îzmîrê û niha zarokê Sultan her yek li cihek e.