Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Sê jiyan, sê çand, sê nifş; Sê Jinên Azad (3)

Dosya Haber
Çile 04 / 2016


Aysel Dogan: Sakîne li ber xwe da em ê jî li ber xwe bidin
 
Duygu Erol / JINHA
 
XARPÊT - Aysel Dogan ku ligel Sakîne Cansizê bi çîrokên qetlîama 38’an a Dêrsimê mezin bû Sakînê vedibêje: “Sakîne di kolanan de bi cih nedibû; her ku mezin dibû li Dêrsim û Kurdistanê belav bû. Sakîne wiha bû, ya ku her mezin dibû."
 
Sakîne Cansiz û Aysel Dogan ku di dema zaroktî heta pêvajoya girtîgehê bi hevre bûn, li Ewropayê rêyên wan carekdin gihiştin hev û di hevdîtina dawî de ji bo li Çiyayên Dêrsimê hevdu bibînin sozdan û ji hev veqetiyan.
 
Aysel Dogan di sala 1953’yan de li Dêrsimê hat dine, di sala 1999’an de li ser banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wekî Endama Grupa Aştiyê ya 2’yemîn ji Ewropayê hat Tirkieyeyê. Asyel ku hatin Tirkiyeyê bi endamên heyetê re hat binçavkirin, par ji ber nexweşiya pişika malzarokê hat berdan.
Me bi Aysel Dogan re li ser hevala wê zaroktiyê Sakîneyê axivî.
 
*Hun Sakîne ji zaroktiyê hevdu nas dikin hun dikarin wan rojan bi me re parve bikin? We bi Sakîneyê re zaroktiyek çawa derbas kir?
Me li heman kolanê heman lîstik lîstin û bi hev re mezin bûn. Me rojê cuda şevê cuda listîk dileyîstin. Di nîva şevê de Sakîne digot bêdeng bin “Dengê Munzurê tê.” Dengê Munzurê ji bom e tirsek bû, ji ber ku zarokên ku avêtine cem û jinên xwe avêtine cem hebûn. Dengê Munzurê, qêrîna  wan zarokan û jinên ku xwe ji zinaran avêtine Munzurê bû. Gelek caran em bi cem dihatin tirsandin. Sakîneyê dixwest bi dengê Munzurê me bitirsîne yan jî dixwest em guhê xwe bidinê nizanim. Sakîne di kolanan de bi cih nedibû; her ku mezin bû dibû li Dêrsim û Kurdistanê belav bû. Sakîne wiha bû, ya ku her mezin dibû bû.
 
‘Girtina purê xingilok a Sakîneyê ji bo me lîstikek bû’
 
Ji ber ku Sakîne di aliyê fîzîkî de hinekî cuda bû bala me dikişand. Em hemû zarokên reş ên kurd bûn. Purê me reş, biriyên me awirtuj bûn. Lê Sakîne ne wisa bû, Sakîne kej bû û purê wê xingilok bû. Saîme Aşkin hebû Delal, ew jî yek ji jinên destpêkê yên Tevgera Azadiyê bû.  Purê wê jî reş û xingilok bû. Me dest dida purê xingilok ka çawaye. Me dida pey Sakîne ku em purê wê bigirin. Yek ji lîstokên me ev bû, Sakîne pir xweşik bû û em tucaran ji wê ne hesidîn.
 
Kesek ji wê nedihesidî bawerim Sakîne zaroktiya xwe bi me re parve dikir. Ligel ku temenê Sakîne biçûk bû jî dibistan û tax tejî dikir. Em bi Sakîneyê re diketin pêşbirkan. Wê demê pêşbirkên sporê dihatin lidarxistin. Ez ji Sakîneyê mezintir bûm lê Sakîne bû yekemîn. Min jî îtiraz dikir û digot; ‘Ji ber Sakîne biçûktire zutir dibeze2
 
*Piştî dibistana amadeyî we li Enqereyê Zanîngeh qezenc kir û hûn bi Sakîneyê re diçûn dibistana amadeyî. Piştî hun çûn Enqereyê ragihandina we ya bi Sakîneyê re berdewam kir?
 
Piştre ji bo zanîngehê ez çûm Enqereyê Sakîne li Dêrsimê ma. Têkîliya Sakîneyê ya bi dibistanê re cûda bû. Îhtimalek mezin ligel ku dayikên me ji me re êşên jiyan vegotin jî me biryara ku em dikarin dinava pergalê de bijîn da bû. Lê ligel Sakîneyê eqeleya ku me nîşanî dibistan û dersan dida tune bû. Me di navbera xwe de diaxivî ku em ê bibin çi û kîjan pîşeyî bikin, Sakîne tu caran pîşeyek ne hilbijart. Lê me pîşe ji xwe re hildibijart. Dema ez dihatim Dêrsimê min şerên Sakîneyê yên li dibistanê dibîhîst. Sakîneya zîrek li dibistanê şer dikir. Wê demê me li zanîngehê dest bi kurdparêziyê kiri bû. Lê Sakîne bi kurdparêziyê nesekînî û pêşde tir bir. Ketibû nav azadiyekê. Min ji havalên li zanîngehê dibihîst ku Sakîne li dibistana amadeyî derdora xwe birêxistin dike. Dema ez çend caran rastî Sakîneyê hatim; ‘Em jî di boykutê de ne.’ Keniya. Min got: “Hun li vir têdikoşin, xwe birêxistin dikin em jî li Enqereyê dibistanan boykut dikin.” Min xwest bêjim ku em jî xebatan dikin. Lê wan têkoşînek mezin didan. Sakîne ji bo birêxistinbûna jinên li Xarpêt, Çewlik û metropolên Tirkiyeyê têdikoşiya.
 
*Piştre çi bû?
 
Herî dawî min bihîst Heval Sakîne hatiye girtin û li Xarpêtê di lêpirsînê de ye. Di sala 78-79’an de Sakîne bi grubekî hevalan re hatibû girtin. Sakine'nin büyük işkence karşısında büyük direnişini o zaman duymuştuk. Wê demê birastî Sakîne aram bûbû. Berxwedana hundir bi awayekî xurt bandor li ser derve dikir.  Ji jinekê berxwedanek wiha nedihat hevîkirin. Dibe ku ji hevalên zilam tiştek hatiba hêvîkirin lê ji jinekî, ji jinekî kurd li hemberî dijmin berxwedan û dema li ber xwe dida jî ne ji bo mirinê ji bo jiyanê di her kesî de wêrekî ava dikir. Sakîne jinekî ku xwe bi berxwedanê ava kiriye. Li wir ne tenê berxwedêr bû ya ku berxwedan diafirand bû.  Wê demê haval ligel wê bûn û hevalek me şehîd ket, hevalê me Alaattîn Tugluk şehîd ketibû hatibû qetilkirin. Yên din heta dawî li ber xwe dan. Em hem heyranê wê bûn hem jî ditirsiyan ger em bên girtin em ê çi bikin. Ji ber ku me tenê îşkenceyên k udi pirtûkan de dixwendin dizanîn û rastî dijminê xwe ne hatibûn. Piştre me bihîst ku Sakîne û havalên din birine Amedê. Li wir jî berxwedan berdewam kir. Wê demê ez jî li Dîlokê di girtîgehê de bûm.
 
*Hun berxwedana Sakîne Cansiz a li girtîgehê çawa pênase dikin?
 
Berxwedana Sakîne ya li girtîgehê hatina gel hev a dîroka jinê û gelê xwe bû. sakîne bi êşên dîrokê re rûbirû ma û di heman demê de bi berxwedana xwe bû bersiv. Sakîne li Dêrsimê li sala 38'an geriya û di rêya wan de meşiya. Ji ber ku ji bo wê bûyîna jin, ligel hemû êşên hatine jiyîn bêdeng mayîn li şûna xwe avêtina mirinê, jiyan ji xwe re kir hincetek û pêşe roj avakirin bû. Xwe birêxistinkirina Sakîne di esasê xwe de xwe birêxistinkrine gelê kurd û gelê Dêrsimê ye. Ji ber ku dema jin xwe birêxistin dike rêsitinbûyînê gelê derdikeve holê. Ew nûnerek bû, dema xwe birêxistin kir ligel gel bû. Di encamê de têkiliyên Sakîne yên bi gel re wiha bû. Her qada ku Sakîne diçûyê di jinê de rêxistinbûnek derdixist holê. Min ev wekî hêzekî didît.
 
‘Berxwedana Sakîne ya li girtîgehê berxwedana gelekî bû'
 
Ez berxwdana Sakîne ya girtîgehê wekî berxwedana gelekî dibînim û ev gelek girîng bû. Di her raperînê de armanc ne mirin û êş bûn armanc serkeftin bû û di jin û gel de biserxistina vê mînaka herî berbiçav bû. Her tevgerek a me ya li hemberî dewlet, dijmin, îmha û înkarê raperîn bû. Ji bo ev yek bikeve meriyetê ji raperînê zêdetir rêxistinbûyîn pêwîst bû. Heval Sakîne ev yek pêkanî bû. Di berxwedana jinekî de raperîna gelekî, di raperîna gelekî de mezinkirina berxwedan û serkeftinê ava kiribû.
 
Berxwedana jinekî din ava gel de bandorek mezin çêkir. Ne hewceye ku mirov behs bike ev tiştekî ku hatiye jiyîn. Divê her kes ji vê berxwedanê ders bigire.
*Piştî Sakîne Cansiz ji girtîgehê derket çi kir?
 
Sakîne piştî ji girtîgehê derket berê xwe da Qada Serokatî ya ku pir bêriya wê kiribû. Carek din bi Serok re hatin gel hev. Bi rastî jî yek ji jinên ku bi awayekî rast ji Serok hez dikir û baş famdikir bû. Qehremantiya wê jî ji vê tê. Bi rastî bûyîna qehreman a hemû jinên qehreman dibingehê xwe de ji vê tê. Fêmkirin, tişta fêmkirî jiyîn û jiyandin. Heval Zîlan (Zeynep Kınaci) Serokatî qet ne dîtibû. Lê fêmkir û jiya. Ya ku herî baş famkirîbû. Fêmkirin karê hîs, hezkirin û mejî ye. Fêmkirin ne bi hevre bûne. Em gelek tiştan dibînin bi destê xwe digirin lê ji wê fêmkirin di pratîka mirov de derdikeve holê. Hevala Sakîne, Bêrîtan, Zîlan û Bêrîvan jî Serokatî baş fêmkirin. Ji ber ku Serokatî bi xwe raperîn û berxwedan bû. Ji ber vê yekê ev hevalên jin ên ku herî zêde ji Serokatî fêm dikirin û hezdikirin bûn. Yekemîn sedema qehremaniya wan ev bû.
 
* Piştî ku hûn ji girtîgehê derketin we li Ewropayê Sakîne Cansiz dît. Hûn ji zaroktiyê Sakîne Cansiz nas dikin, heman Sakîne bû an guherî bû?
 
Ji ber ku di girtîgehê de bûm min Sakîne nedîtibû. Demekê li Kurdistanê mam û piştre me li Ewropayê hev dît. Erê hevala Sakîne, Sakîneya ku min di wê kolanê de naskiribû bû. Teqez li cihê xwe rûnedinişt. 5 deqeyan li cihê xwe nedisekinî, di civînan de an li ser piya bû, an jî hinek tişti dinivîsand. Di fêmkirin û watedayînê de em pir paş mabûn. Ez niha fêm dikim ku min bêsebiriya Sakîne fêm nekiriye. Ji ber ku hevala Sakîne bi demê re ketibû pêşbirkê. Hevala Sakîne keseke ji zeman û mekan wêdetir bû. Me konferans guhdar dikir, lê heval bi peyveke konferansê de hatiye axaftin digirt û derdikete rêwîtiya hemû Kurdistanê û paşerojê. Mirov nirxandinên wê dinihêrî û ji xwe re digot ‘Demek ev tişt jî hatine vegotin, min guhdar nekiriye’. Hevala Sakîne têr û tije bû. Zeman têra wê nedikir. Dema em diçûn gel malbatekê wekî ku ew bi malbatê re naaxive, ji gel re diaxive. Wekî ku li devereke Kurdistanê diaxive. Carnan min ji xwe re digot; ‘Hevala Sakîne mijar belavela kir’. Lê wisa nebû, wê mijar teng nedigirte dest. Dema mijar berhev dikir, ez matmayî dimam, ew kêlî dinirxand.
 
‘Ji ber hatina Rêbertî ya Ewropayê bi fikar bû’
 
Sakîne digot; ‘Ji ber ku gelê min li Ewropayê dimîne ez li vir dixebitim. Lê divê ez dem bi dem biçim Kurdistanê, nefesê bigirim. Ger nefis negirim ez nikarim dewam bikim.’ Ji ber hatina Rêbertî ya Ewropyê bi fikar bû. Çû Romayê hat û ev tişt anî ziman; ‘Divê ez biçim Kurdistanê. Divê em Kurdistanê amade bikin. Dema Rêbertî li Romayê bû, wê amadekariyên vegera Kurdistanê dikir. Dema min agahiya esareta Rêbertî bi heval Sakîne re parve kir, nikaribû tiştekî bibêje û tenê ev tişt anî ziman; ‘Divê em bi qasî êşa dilê xwe hêviyan biafirînin, berxwedanê rêxistin bikin. Jixwe Rêbertî jî ev tişt e.’ Bi esareta Rêbertî dest û piyên me şikiyan. Lê Sakîne wiha digot; ‘Na niha tam dema rakirina dest û piyan e.’ Sakîneyê hînî min kir ku teslîmî êşê nebim.
 
*Dema we agahiya qetilkirina Sakîne, Fîdan û Leyla bihîst we çi hîs kir?
 
Piştre Sakîne çû Rûsyayê. Li ser banga Rêbertî di sala 1999’an de di nav Koma Aştiyê ya Duyem de hatim Tirkiyeyê. Min nikaribû ji Sakîne re bibêjim tu jî were. Ji ber ku ew di zindanê de serkeftî bû. Min kêm hiştibû, ji gelek aliyan ve kêm hiştibû. Sakîne ji min re wiha gotibû; ‘Tu yê ji zindanê derkevî, em ê li çiyê hevdu bibînin, em ê ji çiyê dakevin Dêrsimê.’ Ev gotinên Sakîne ji bo min bûbûn hêvî. Min şehadeta heval Sakîne qebûl nekir. Ji ber ku divê Sakîne ji çiyê bihata. Êşeke giran bû. Lê tiştên ku divê bên kirin, hemû pêka anîbû. Hêzên dagirker yên navneteweyî ku li hemberî Rêbertî komplo pêk anîn, bi şehadeta heval Sakîne bersiv dan. Bi heman rengî komplo pêk anîn. Komkujiyeke navneteweyî bû. Qetilkirina sê jinên şoreşger qetlîameke li hemberî Projeya Aştiyê ya Rêbertî bû.
 
* Piştî komkujiyê berxwedana jinan pêşvetir çû. Li ser vî esasî herî dawî hûn dixwazin çi bibêjin?
 
Sakîne ket destê dijmin, li hemberî dijmin serî hilda, ev yek jî têrê nake serkeftin îlan kir. Ev pir girîng e û gelek jinan got; ‘Sakîne li ber xwe daye em ê jî li ber xwe bidin. Berxwedan xwe ji zinaran avêtin û rev nîne.’ Li Parîsê şoreşgerek wiha qetil kirin. Wek tahluke dihat dîtin, hêzên mêtinger ji wê tirsiyan. Her yek me dikare bibe parçeyek Sakîne. Ger em werin ger hev, xwe birêxistin bikin wê demê dikarin bibin Sakîne. Ji ber ku Sakîne rêxistin bû, nûnera PKK’ê bû. Ji bo bigihêjin wê her jineke Dêrsimê di nav hewldanan de ye. Sakîne Dêrsim bû, divê niha Dêrsim jî bibe Sakîne.
 
Sibê: Denîz Dêrsima HPJ’î: Sakîne bû rêhevalekî rast ê Rêbertî
 
(mb)