Sê jiyan, sê çand, sê nifş û Sê Jinên Azad (2)
Dosya Haber
'Sakîneyê hêvî û berxwedan fêrî me kir’
Duygu Erol/ JINHA
DÊRSM - Sakîne Cansiz nifşê duyem ê ku qetlîma Dêrsimê dîtiye, hemû jinên Dêrsimê yên wê nas dikin yan jî nas nakin gotinên wan ên ku Sakîneyê vebêjin hene. Her jina ku Sakîneyê vedibêje guh didin dengê Munzurê, berê xwe didin çiyayan û dibêjin ku ji wê demê heta niha ji wan re bûye hêvî.
Sakîne Cansiz di derketina PKK’ê de ku wê demê hêjmara jinan kêm bû bi awayekî aktif di nava têkoşînê de cih girt, di hemû jiyana xwe de bi mîsyona xwe ya pêşengtiyê û berxwedêriya xwe di mejiyê jinên Dêrsimê de cih girt. Jinên Dêrsimê ku bi çîrokên jinên ji bo nekevin destê dijmin xwe ji zinaran avêtin mezin bûn, bi Sakîneyê re fêrbûn ku bersiva herî baş a diyîna dijmin jiyan bi xwe ye û niha ji keçên xwe re çawa bi çîroka berxwedaniya jiyana Sakîneyê mezin bûne vedibêjin.
Li Dêrsimê tu destê xwe bidî kîjan jinê, dikarî der barê Sakîneyê de tiştekî bibîhîsî. Jin diyar dikin ku di dema her kes ji dewletê ditirsiya wêrekiya Sakîneyê rê nîşanî wan dida. Jinan diyar kirin ku ew dikevin 4’emîn sala komkujiyê lê hîna komkujî ne hatiye rûnîkirin, bi komkujiya Parîsê xwestin ‘Pêvajoya Aştiyê’ hedef bigirin û amadekariyên şerê ku niha tê meşandin dikirin. Jinên Dêrsimê hêrsa xwe bi gotina “Keça wêrek a Dêrsimê ji me standin” tînin ziman û dibêjin tiştekî ku hatiye ji bîrkirin heye; Hêvî û berxwedêriya ku Sakîneyê daye wan e.
Her roj diçe ser gora Sakîneyê û find pê dixe
Jina Dêrsimî ya bi navê Sevîm Gokmen diyar kir ku wê Sakîne qet ne dîtiye lê her roj diçe ser gora wê û find pê dixe. Sevîm bi lêv kir ku Sakanî ji bo jinên Dêrsimê gelek bi nirxe û wiha got: “Sakîne nirxê cîhanî, berxwedêr û hemû tişt bû. Di 38’an de bapîr û dapîrên me hatin qetilkirin û êdî xwe ne girtin û bere xwe dan çiyayan. Sakîne Cansiz li hemberî qetlîama bere xwe da çiyayan. Jinekî wêrek bû. Sakîne qehreman bû. Tiştên berî li bîra wê bûn, wijdanê wê qebûl ne dikir û bere xwe da çiya. Jinekî bi nirx bû, bê guneh bû lê qetil kirin maç i kiribû?”
'Sakîneyê aştî dixwest'
Sevîm anî ziman ku Sakîne bi maf bû doza mafê xwe dikir û wiha axivî: “Şerê ku niha li Kurdistanê tê meşadin bêwijdaniye. Em aştiyê dixwazin. Di 38’an de bav û kalên me qetil kirin dema tê bîra me dilê me dişewite. Niha jî di televziyonan de Cizîr û Nisêbînê nişan didi dile me dişewite. Sakîne li hemberî qetlîaman dîk dirawestiya û aştî dixwast. Wekî jinên Dêrsimê em jî aştiyê dixwazin.”
'Vegotina Sakîne bi zehmete’'
Yemoş Guzel ku du salan bi Sakîne re di refekê de dibistan dixwend diyar kir ku wê bi Sakîneyê re nîqaşên bîrdozî dikirin û wiha got: “Vegotin û nîşandana Sakîne gelek zehmete. Piştî pêvajoya dibistana navîn çû Almanyayê. Lê fêrî wir nebû û paşde vegeriya. Me dibistana amadeyi refa 1 û 2 bi hev re xwend. Em hîna ciwan bûn û bi polîtîkayê re nû mijul dibûn. Sakîne jiyana li vir feoa didît, feqîrî û pelçiqandin li vir jêre bibû dert û ji ber wê di aliye polîtîk de ji me cuda bû. Em hemû di nava bîrdoziyên cuda de bûn lê ew zelal bû. Sakîne piştî ji Almanyayê veeriya yeksek ket av karen polîtîk. Sakîne bi merhaet bû lê di heman deme de esabî û şerker bû. Bi biryarbûna Sakîneyê ji gelek kesan re dibû mînak. Ji ber ku dema tişte kiriba sere xwe pêk dianî û heta dawiyê dibir. Tu caran tawîz nedida û îqnakirina wê zehet bû. Ciwanê wê deme di temenê 17-18 an dixwestin di mekanizmaya biryaran de cihê xwe bigirin yek ji wan jî Sakîne bû. Rewşa wan a aborî baş bû, Sakîneyê bi her kesî re nan, cil û hemû tiştê xwe parve dikir. “
‘Sakîne têkoşîna jinan îfade dike’
Yemoş destnîşan kir ku Sakîne Cansiz ji bo wê têkoşîna jinan a li hemberî kapitalîzm, pergal û zimê îfade dike û wiha pêde çû: “Sakîne ji bo min rêxistinkirin jinan a ku li ser lingên xwe disekine, hevgirtina jinan û dayîna têkoşîn îfade dike. Her wiha di civakek ku nepişaftî de cihê ku jin digire îfade dike. Daxwaza min a sereke ew e ku ez mil bidim milê Sakîne û li hemberî zordestiyê bisekinim. Sakîne jinekî bi edalet bû, heta dawiya emre xwe ji bo azadiya hemû kesî û welatê xwe jiya.”
‘Di civîna yekem de bi bi awayekî ecêbmayî lê guhdar dikir’
Şahidên ku li Xarpêtê rastî Sakîneyê hatin ên diyar dikirin ku di wê demê de rastî jinek xwedî cesaret hatin wan ecêbmayî dihêlatin, bêyî dîtina wê wan ew biçûk ditît, nirx ne didan wê û wiha gotin: “.dem Heval Sakîne diaxivî em şaşwz dibûn û bi awayekî ecêbmayî me guhdar dikir.”
Yek ji şahidan da zanîn ku ew tevli civîna ku dê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li taxa Fevzîçakmak a Xarpêtp li dar bixe bûye û wiha got: “Wê deme em hemû zilam bûn. Ji ber ku dê Serok tevli civînê bibe em bi heyecan bûn. Em tevli civînê bûn û Sakîne jî tevli bû. Ji berk u jin bû ne bi nirx nedît. Çavê me hemûyan li Serok bû. Lê dema Sakîne dest bi axaftinê kir, Serok guhê xwe daye. Me hemûyan bi Serok re guh da girêdan u baweriya wê ya bi têkoşîna jinê re û me ecêbmayî guhdar kir. Sakîne bi axaftina xwe bandor li ser hemû kesî kir.”
‘Ez ji baweriya Sakîneyê bibandor bûn!
Şahidê ku li Girtîgeha Leşkerî ya Xarpêtê rastî Sakîneyê hatî anî ziman k udi sala 1979’an de ew hemû hatibûn binçavkirin, ew birin Girtîgeha Leşkerî ya li Harputê û wiha got: “Îşkenceyek giran li me dikirin. Bi îşkenceyan re jî îxanet çêdibûn. Piştî îxaneta Şahîn Donmez di lûleyan de bangî me kir û bi me re ket nava têkiliyan. Rewşa Şahîn gotin. Wê demê Sakîneyê axaftinek kir û me hemûyan guh da gotinên Sakîneyê. Wê demê ez CHP’lî bûm. Ji ber çi hatibûm binçavkirin nizaim. Dema min guhê xwe da axaftinên wê min ji xwe re got; ‘Ev jineke û baweriya wê ji me hemûyan zêdetire. Jin çawa li ber xwe dide, baweriya wê bi vê têkoşînê tê. Heke min bikujin jî ez ê îxanet nekim.’ Piştî demekê ez di korîdorên dadgehê de rastî Sakîneyê hatim, piştî wê rasthatinê û bandobûna ji axaftinên wê min biryar da ku ez tevli têkoşînê bibim.”
Sibe: Endama Gruba Aştiyê ya 2’yemîn Aysel Dogan, Sakîneyê vedibêje.
(mb)