Jin bi barîkat, artêş û şoreşa xwe dibêjin 'No pasaran' (2)
Dosya Haber
Jinên Azad ên Îspanyayê yên ku li hemberî faşîzmê û zîhniyeta baviksalariyê gotin 'no pasaran'
Caroline McKusick/JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku hewl didan tevlî şoreşa Îspanyayê ya di sala 1936'an de destpê kir bibin, li hemberî koletiya jinan dibin sîwana Mujeres Libres-Bi Jinên Azad re xwe birêxistin kirin. Pepita Carpeña ku di çeperan de banga "Xwe azad bike" li jinan dikir wiha digot: "Bila zilam ne hizirin ku ji jinan baştirin, dema me got mafê wan ê hikûmkirina li ser me tune ye, bi awayekî alozî derxistin. Li gorî min jinên Îspanyayê li benda bangek wiha bûn." Jinên ku di xwestin tevlî şer bibin ji aliyê fermandarên zilam ve dihat redkirin lê jinan jiyanek nû dihûnandin.
Di sala 1936'an de li bajarên Madrîd û Barselona yên Îspanyayê bi rêxistina Mujeres Libres (Jinên Azad) 20 hezar jin li hemebrî "nezanînê, wekî jin, avakar, ji sê aliyan ve kolekirinê" dest bi berxwedanê kirin. Jinên Azad li hemberî artêşa Francisco Franco, bi çekan û nasnameya xwe ya jin dest bi berxweanê kirin, sê salan li herêmên azad kirî jiyanek nû hunandin.
'Êrîşên nijatperest destpê kirin, jinan got 'no pasarán'
Di sala 1936'an de hêzên nijatperest xwestin li Îspanyayê darbeya leşkerî pêk bînin. Gelê ku demildest bersiv da hêzên nijatperest li gelek cihan enî ava kirin û çek hilgirtin. Di rojên destpêkê de jin derketin ser malan û bangên aştiyê kirin, bi bombeyên dengan bangên "cilên leşkerî dane û tevlî gel bibe" li leşkeran kirin. Lê ji ber ku yên dixwestin darbeyê pêk bînin ranewestiyan gel çek girtin û dest bi têkoşînê kirin. Dirûşma "No pasarán!" (Derbas nabin) ku ji aliyê endama Partiyên Komunîst ên Îspanyayê Dolores Ibárruri derxist; li hemberî êrîşan berxwedana topyekûm vedigot. Dolores, di axaftina xwe ya li Madrîdê de wiha got: "Hemû welat, li hemberî barbarên ku dixwazin Îspanyaya me ya demokratîk têk bibin bi tirsin. Lê dê derbas nebin! Ji ber ku hemû gelê Îspanyayê ji bo şer amade ye" û bang li hemû jin û ciwanan kir ku çek bigirin û li ber xwe bidin.
Ji sedî 60'ê Îspanayayê bi awayekî kolektîf hat bikaranîn
Di Tîrmeha 1936'an de di navbera hêzên nijatperest û hêzên komarê de şer destpê kir. Şoreşa Îspanyayê ku li hemberî şerê heyî destpê kir gel jiyanek nû ya kolektîf ava kirin. Bi salane grubên sosyalîst û anarşîst ên li Îspanyayê aktîf bûn bi tevgera wan a hevpar îdolojiyek nû ya bi navê "Sendîkayaanarko" derket holê. Li çoltera Îspanyayê li gorî dîrokzanan ji sedî 60 welat bi awayekî kolektîf hat bikaranîn. Bi taybetî li herêmên Madrîd, Katalonya, Aragon, Endulus û Levante çotkariya kolektîf hat avakirin, li bajaran jî fabrîka, koafor û cihên kar hatin kolektîfkirin. Li Îspanyaya ku jin û zilam di cîhanên cuda de dijîn bi jiyana şoreşger a kolektîf re nêrînên zayendî parêz hatin şikandin. Jin li bajaran bi awayekî aktîf tevlî kolektîfa li fabrîkan û endustriyê bûn û li gundan jî tevlî meclisên gund bûn.
Ji rayên trenê hata Jinên Azad
Li paytextê Katalonyayê Barselonayê, beriya şoreşê dîroka jinê ya raperînê hebû. Jinên Barselonayê di sala 1909'an de ji bo leşker neçin Fasê bedenên xwe danîn ser rayên trenê û di sala 1918'an de jî ji ber hewcehiyên wan ên bingehîn bi pereyekî zêde dihat firotin bi dirûşma "şerê jinan" dest bi grevek giştî kirin. Ligel bayê şoreşê yê di sala 1930'an de dema dirûşma "Jinên Azad" hat. Di sala 1934'an de jinên ku li hemberî mêtingeriya jinan xwestin siyasetê bikin, û ji zilamên "li malê desthilatdar li kolanan şoreşger" bi hêrs bûne, li bajarên Barselona û Madrîdê du rêxistinên jinan ava kirin. Her du rêxistin di sala 1936'an de xwe gihandin hevdu û biryar girtin ku rêxistina "Jinên Azad" ava bikin.
Soledad ku ji ber zewaca zorê reviya di nava jiyana kolektîf de cih girt
Jina bi navê Soledad Estorach ku yek ji jinên avakara rêxistina Jinên Azad bû, li hemberî hewldanên dayîka xwe ku dixwest di 15 saliyê de wê bizewicîne, çû bajarê Barselonayê û di fabrîkayan de dest bi karkeriyê kir. Soledad, ji ber perwerde ne dît û ji bo jiyana li der veyî malê bibîne rêxistina Jinên Azad ava kir. Soledad, bi şerê ku di sala 1936'an de destpê kir di danîna barîkatên li taxan û xebatên jiyana kolektîf de cihê xwe girt wiha got: "Me dest danî ser salonên sînemayên mezin û kirin cihê aşxaneyan. Xwarin ji kuderê hat? Me ji kuderê girtibaya! Em diçûn dukanên li herêmê û me xwarin dianîn. Lê wan hez ne dikir, hinekan gotin; 'hun me tune dikin' lê tiştekî bihata kirin tune bû. Em di rojên destpêkê yên şoreşê de bûn diviyaba me ji gel re xwarin anîbaya. Piştre me zanîngeha gel vekir. Me dest danî ser dêra rahîbeya Fransayê, me ji hemû cihên bajar ji pirtûkxaneyan pirtûk anîn. Li hemberî ewqas pirtûkan ez ji ser hişê xwe çûm. Havalên min ji min bi zanetir bûn û pirtûkên guncaw hilbijartin. Ger bi min bûya minê hemû bigirtina."
Jinên Azad di çeperan de jinan bi rêxistin dike
Jinên Azad, ji bo şoreşa jinan belav bikin li Îspanyayê geriyan. Endamên Jinên Azad li her cihê ku çeper lê heye, li axên ku ji aliyê şervanên çepgir ve dihat parastin geriyan û projeya nû ji jinên herêmê re ragihandin. Jina bi navê Pepita Carpeña ya ji Barselonayê ye, ji temenê xwe yê ciwaniyê ve di nava siyasetê de bû. Pepita ku di 14 saliya xwe de karkerên metalê bi rêxistin dikir, dema di 16 saliya xwe de dixwest tevlî şer bibe, ji aliyê fermandarê zilam ê zayendparêz ve daxwaza wê hat redkirin. Pepita Carpeña ku ji vê bi hêrs bû û tevlî rêxistina Jinên Azad bû, çû çeperan û Jinên Azad vegot. Pepita, vê pêvajoyê ji nivîskar Martha Ackelsberg re wiha vedibêje: "Me li hemû cihan bang li jinan dikir, li hev kom dikirin û ji wan re vedigot. Jinên ciwan dihatin cem min digotin; 'Ev pir ecêbe. Gotinên ku tu dikî me heta niha ne bihîstine. Me hîs kir lê me ne dizanî.' Hizrên ku wan bandor dikir çibû? Zextên zilaman ên li ser ziman nîqaş kirin bû. 'Bila zilam ne fikirin ku ji jinan baştirin, dema me got mafê wan ê hikûmkirina li ser me tune ye, bi awayekî alozî derxistin. Li gorî min jinên Îspanyayê li benda bangek wiha bûn."
Ji tora nûçegihaniyê heta kreşan
Jinên Azad ku diçûn herêmên ku hatine azadkirin, kovarên xwe derxistin, her çiqasî xwedin û nivîsandin kêm be jî ji jinên name dinivîsandin eleqeyek mezin didîtin. Li tevahiya welat tora nûçegihaniyê derket holê, êdî jinan ji hev agahî digiritin û wekî tevgera jinan dest bi xebatan kir. Ji bo jin tevlî jiyana siyasî bibin "kreş" hatin avakirin.
Dibistana Karkerên Jin ên Barselonayê
Di bin pêşengiya Jinên Azad de li gelek bajaran dibistanên jinan hatin vekirin. Li Dibistana Karkerên Jin ên Barselonayê ku her roj 700 jin tevlî dibûn, dersên xwendin-nivîsandin, bîrkarî û sosyolojî dihatin dayîn. Her wiha dersên daktîlo, dirûtin, zanista mekanîk, çandinî, xebatên sendîkayê dihatin dayîn. Bi her dersê ve girêdayî nîqaşên li ser zayend û jin dihatin kirin. Jinên Azad ji bo jinên ku ji dibistanê mezûn bûne bi heman pereyî bi xebitin sendîka îkna kirin. Li Madrîd û Katalonyayê di çerçoveya dibistanên jinan de ji bo jin tevlî şer bibin dersên leşkerî hatin dayîn.
'Hevalên' mêr li hemberî rêxistinbûna jina ya xweser derketin
Di rojên destpêkê yên şer de ji ber jin bi awayekî baş tevlî şer bûn ji aliyê civakê ve hat qebûlkirin. Li Îspanyayê ku li tevahiya wê şer hebû zilam li pêşberî şervanên jin û rêxistinên jinan astengî derdixistin. Zîhniyeta zilam ku digot "divê jin ne çeperan li aşxaneyê piştgirî bide berxwedanê" destûr ne didan jinên milîs û li hemberî rêxistinên jinan derketin. Ligel rêxistinên anarşîst û çepgir ên ku digotin "nasnameya jin dê yekitiya karkeran xira bike" nîqaş dihatin kirin. Emma Goldman ku teorîsyena anarşîst bû hat Barselonayê bal kişand ser paşde hiştina Jinên Azad lê dîsan jî kesekê piştgirî neda Jinên Azad. Bi awayekî fermî wekî parçeyek ji şoreşê ne hat nîşandan û ev xebat di pirtûkên dîrokê de kêm hatin dîtin. Piştî rêxistinên nijatperest li tevahiya Îspanyayê belav bû Jinên Azad hat qedexekirin û hat belavkirin.
Ji Jinên Azad Anna Delso, tecrûbeyên xwe wiha vedibêje: "Wekî tiştên ku em jiyane tu dikarî der barê tecrûbeyan de bi dirêjî bi axivî. Ya herî girîng ne li darsixtina şoreşê bû, piştî wan salan berdewam kirina têkoşînê bû."
Sibe: 'Jinên 1916'an ên li Îrlandayê li pişt xendekan li ber xwe didan
(mb/rc)