Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Ji komploya 17 salan re 'bûyîna kûlîlka zinaran' (5)

Dosya Haber
Sibat 14 / 2016


 

 
Nîlufer Koç: Gelê kurd mudaheleyî çerxa dîrokê kir
 
Rojbîn Ekîn/JINHA
 
HEWLÊR - Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç derbarê komploya 15’ê Sibatê de axivî û diyar kir ku bi milyonan kurd ji desthilatdaran re gotin; 'Em ê cîhana bêyî Ocalan bi serê we de bînin xwarê' û li çar parçeyên Kurdistanê tu astengî nasnekirin û rabîn serhildanê. Nîlufer bi lêv kir ku gelê kurd mudaheleyî çerxa dîrokê kirin û di sedsala 20’an de pêşî li tecrûbeyên bi êş girtine.
 
Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurd (KNK) Nîlufer Koç, armanca Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di sala 1999’an de pêk hat û têkoşîna gelê kurd ya li hemberî komployê ji JINHA’yê re nirxand.
 
*Em di salvegera 17’emîn komploya navneteweyî ya ku li heberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hat de ne. Çima komployek wiha û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hedef hat girtin?
 
Di serî de ez hêzên komploger ên ku êşa 15’ê Sibata 1999’an bi me dan jiyîn bi nefret lanet dikim û şehîdên me yên ku bi canê xwe komplo vale derxistin bi minetdarî bibîrtînim. Ez Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li hemberî wehşeta çeteyên DAIŞ’ê û agirê ku li Rojnilata Navîn pê ketiye hişyar kirin bi rêzdarî silav dikim. Me wekî gel 17 salên zehmet li paş hiştin. Hedefgirtina Ocalan ji ber ku di dîroka Kurdistanê de tevgerek modern û bingehîn ava kir bû. Bi têkoşîna xwe di gelê kurd de hişmendiya neteweyî û rêxistinbûyîna kurdan ava kir. Li aliyê din ji ber Rêberê KCK’ê Ocalan, bi hêza gel a ku KCK polîtîk kir û bi her şêweyî çareseriya pirsgirêka kurd xistin rojeva siyaseta navneteweyî hedef hat girtin. Hezên ku ne xwestin pirsgirêka kurd bi rêyên siyasî çareser bikin, ji  pêngavên siyasî yên PKK’ê aciz bûn, ji ber ku Ocalan bi hemleyên siyasî hêzên ku nedixwestin pirsgirêka kurd çareser bikin û astî ne dixwestin rûyê wan ê rast derxistin holê hedef hat girtin. Ji ber ku Ocalan dixwest bi hemleyekê pirsgirêka kurd bixe rojeva Ewropayê dewletên Ewropayê Ocalan qebûl ne kirin.
 
‘Tişta ku dixwest pêşî lê were girtin îdolojiya Ocalan bû’
 
Sedemek din a komploya li hemberî Ocalan, ji ber nasnameya Ocalan a îdolojîk bû. Piştî îflasa Reel Sosyalîzmê gelên bindest  hêviya xwe ya azadiyê winda dikirin, ji ber ku hêzên çepgir, demokrat, femînîst û derdorê li hemnerî hêzên desthilatdar ruhê windakirinê dijiyan. Ocalan li dijî vê ji bo aliyên kêm mayî yên reel sosyalîzmê sererast bike dest bi hamleyek îdolojî kir û heta dawiya salên 90’î anîbûn astek pir girîng. Ocalan bi îdolojî û felsefeya xwe têkoşîna azadiya jinê gihand astekê, ji bo kurdan li Rojhilata Navîn bîrsoziya demokrasiyê û tecrûbeyên pratîkî ava kir. Di navenda wê de jî têkoşîna azadiya jinê bi cih kir. Tevgera azadiya jinan yekane hêza damokrasiyê ya cikava Kurdistanê ye di 8’ê Adara 1998’an de bi îdolojiya rizgariya jinan gihad astek cudatir. Piştî komployê Ocalan diyar kir ku projeya azadiya jinan di nîvî de ma û aşkera kiribû ku hêzên komploger dixwezin pêşiya çi bigirin. Ocalan ev proje li Îmraliyê bi hêztir pêşde bir û civakîkirina projeyê bi ser xist. Şoreşa ku li Rojava û Bakur li ser azadiya jinan hat avakirin, îro li Kurdistanê hat civakîkirin û bandora wê hem li herêmê hem jî di asta kûrewî de tê dîtin. Îdolojiya Ocalan a ku dixwest pêşiya wê were girtin niha di gerdûnê de eleqeyek mezin avakiriye.
 
*Komploya Navneteweyî bandorek çawa li ser Tevgera Azadiya Gelê Kurd û têkoşîna gelê kurd kir?
 
Komplo di dîroka Kurdistanê de merheleyek bi erdhej bû. Di dîroka her gelekî de bûyerên ku wekî erdhejêne hene. Ji bo Kurdistanê jî 15’ê Sibata 1999’an bû. Ji bilî Kurdistanê bandorek wiha li gelên Rojhilata Navîn jî kir. Komploya li hemberî Ocalan dihat wateya tunekirina hêviya azadiya ya gelê kurd. Ji ber ku Ocalan ji bo gelê kurd navê azadî û jiyanê bû. Li gorî vê navê Ocalan azadî û wekhevî bû. Kurdên ku azadî dixwestin di nasnameya xwe ya xemalî de Ocalan didîtin. Bi sedan welatiyên me xwe şewitandin û gotin; ‘Em jiyana bêyî Ocalan ango jiyana bêyî azadî naxwazin.’ Bi milyonan kurd ji desthilatdaran re got; ‘Em ê cîhana bêyî Ocalan bi serê we de bînin xwarê’ û li çar parçeyên Kurdistanê tu astengî nasnekirin û rabîn serhildanê. Ji ber ku gelê kurd ji tecrûbeyên xwe yên dîrokî dizanîn ku piştî serokê wan hat îmhakirin dê hêviyên wan ên azadiyê bi dawî bibin. Mixabin ev di dîroka gelê kurd de hertim hatiye dîtin. Rêberên wekî Şêx Mahmud Berzencî, Şêx Seît, Seyît Riza, Simko Şikakî wiha bûne.
 
‘Gel ji bo çerxa dîrokê têkoşiyan’
 
Ji bo dîrok xwe dubare neke gelê kurd felsefeya ‘Di her şert û mercên zehmet de avakirina îmkanan û dê pêk were’ ya ku ji Ocalan û PKK’ê girtiye bûn şopdarên vê felsefê. Gelê kurd li derdora Ocalan bûn hêzek taybet. Gel ji bo çerxa dîrokê têkoşiyan û di sedsala 20’an de bi tecrûbeyên xwe pêşî li êşan girtin. Tevgera Azadiya Kurd jî ji vê pêvajoyê şûnde, xwe di lêpirsînan re derbas kir, guhertin û vegerînek radîkal girt rojeva xwe û xwe gihand asta gerdûnî ya roja îro. Ji ber ku di bingeh de ya lêpirsîn dikirin faktorên navxweyî yên di komployê de cih girtin bûn. PKK’ê di azbûna xwe de guhertinên bingehîn ava kir, bilindkirin û mezin kirina têkoşîn kir hedefa xwe û gihişt asta xwe ya îro. Ji ber ku kevneşopê berxwedanê û nûnerê pratîkê yê PKK’ê Ocalan di ‘çermixê’ de ango li Îmraliyê bi derfetên kêm berxwedan domandiye. PKK ku heta pêvajoya komployê ji bo gelê bindest û Rojhilata Navîn hêvî bû piştî 17 salan bû hêviya hêmû gelên bindest ên cîhanê.
 
*Destkeftiya têkoşîna 17 sal a gelê Kurd yê li hember komplo çiye? Helwesta hêzên ku komplo bi rêve birine çawa ye?
 
Felsefeya PKK'ê 'Teslîmiyet îxanete, berxwedanî azadî pêk tîne' bi civakî bûye û hêşt ku gelê kurd 17' sal têkoşîna xwe li ser vî bingehî pêşbixe. Li vir Ocalan, PKK'ê û gel 17'e sal di yek rûhî û ramanî de li hev kombûn û şoreş pêk anîn. Ev hersê hêzan tevgera azadiya kurd anî astek ku têk neçe. Rêberê KCK'ê Ocalan di bin şert û mercên giran yê Îmraliyê de berxwe dide. Bi pênûsa xwe berxwedanek mezin raber kiriye û bi 20 hezar rûpel ve amedekariya herêmî û gerdûnî ji bo gelê kurd kiriye. PKK'ê jî ji bo ramanê Ocalan bi civakî bibe berxwedanek bi rûmet nîşan daye.
 
'Gelê kurd karî qederê xwe bi xwe diyar bike'
 
Gelê kurd bi avakirina bingehê xwe yê jiyanê, mînak ji meclîs, şaredarî, komîn û ligel kooperatîfan rêxistinkirina bi hezaran sivîl karî qedera xwe diyar bike. Bi rêxistinkirina hezaran jin, ciwan, partiyên xwe ên siyasî, ji dîplomasî heya raghandinê û maliyê gavên mezin avêt. Gelê kurd bi hêza xwe yê parastinê ve qedera hebûnê diyar kiriye. Îro li ser vê bingehê gelê kurd bi dexwaza xweseriya demokratîk têkoşîna xwe derxist lûtikê. Ligel vê yekê tevgera azadiya kurd li Rojava netewên cuda wek Ereb, Sûryanî, Çeçen û Turkmen di bin sîwana demokratîkbûnê de civand û berxwedana ku li Tirkiyê, Şengal, Kerkuk, Maxmûr û hwd. hat dayîn hêviyê gel mezin kir. Li Rojhilat jî ligel tundiya rejima Îranê rêxistina gel gihêştî astek bilind.
 
'Siyaset li Rojhilata Navîn êdî bêyî PKK'ê û Kurd nabe'
 
PKK'ê bi têkoşîna xwe êdî ket asta muxatab girtinê. PKK'ê li Rojhilata Navîn bûye hêzê hebûnê. Dema ku em li ABD, Rusya û gelek welatên rojavayî dinêrin, pişti 17 sal li ser komplo bihûrî, em rastî tabloyek din tên. Van welatan bicureyên cuda cihê xwe di komploya ser Ocalan de girtin. Komplo li Îmraliyê ji berdewam kir. Îmralî cihê bê hiqûqî bû û dixwastin Ocalan wiha xilas bikin. Lê roja îro de Ocalan wan hêzan neçar kiriye tevî hêza ku bi ramanî wî avabûyî li hember DAIŞ'ê li Rojhilata Navîn têbikoşin. Piştî berxwedana Rojava û Şengalê ABD, Rusya û gelek welatên YE'ê derketin û gotin bêy YPG/HPG'ê şer nabe. Piştgirî dan. Ên ku berî 17 sal bi Tirkiyê re des bi komployê kiribûn, niha bi nakokin. Hêza ku Ocalan avakiriye piştî 17 sal tabloyek wiha şênber derxist holê. Siyaset li Rojhilata Navîn êdî bêy PKK'ê û Kurd nabe.
 
*Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di şertê tecrîda girankirî de hat girtin, li hember tecrîda girankirî, rastî bertekê gelê kurd û raya cîhanî hat. Hîna hevdîtina Abdullah Ocalan ya ligel parêzerên wî tên asteng kirin. Derbarê tenduristiyê wî de agahiyên zelal bi dest nakeve. Derbarê vê mijarê de hûn çi dibêjin?
 
Divê gotina Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan 'ên ku ji min hezdikin û girêdayîne, bila ramanê min bi jiyanî bikin' baş bê fêmkirin. Sedem fikrê azad ji jiyanê ne qûtkirine. Di vê gotinê de pêdiviyê azadbûnê diyar dike. Hizrê ku azadiya kurdan esas bigre dikare azad be. Ocalan azadî ji keda jin û kurdan re hêştî. Li aliyê din Rêberê KCK'ê li Îmraliyê bi alîgira dewleta Tirkiyê û hêzên navnetewî hîna tê ragirtin. Ev yek ji bo her Kurdek pirsgirêkek rûmet û ehlaqê ye. Ocalan ji bo kurdan tê wateya azadiyê, dîlgirtina azadia gelê kurd rewşek giran avadike. Hêzên dagirker peyamên 'eger hûn dev ji azadiyê bernedin Ocalan dê bê cezakirin' didin. Pejrandina vê yekê ne mûmkine. Ev ji bo Kurdan meseleya rûmetê ye. Di Beyannameya Mafê Mirovan a Gerdûnî de tê gotin 'divê dest nedin rûmeta mirov', lê Tirkiyê rûmeta gelê Kurd dixwaze bifetsîne. Eger em vê rastiyê hîsbikin û têkoşîna azadiyê di warê hiqûq û siyasî de em ê serkeftinên mezin bi dest bixin. Divê em nehêlin kes dest dirêjî rûmeta me bike. Azadiya Ocalan ji Îmraliyê tê wateya rakirina tevahî astengî û azaadia gelê kurde.
 
'Divê her kes xwedî li berxwedana dîrokî derkeve'
 
Eger îro şervanên me bi lehengî berxwe didin, sedema vê azadkirina Ocalane. Ji ber gerilla heman demê de ifadeya felsefeya kûr a ehlaq û polîtîke. Eger îro şervanên me li Cizîr û Sûrê berxwe didin, em nikarin tenê wek şerê bajar binirxînin. Şervanên azadiyê ji aliyê dewleta tirkve bi zindî hatin şewtandin. Şervanên azadî YPS û YPS-JIN li Cizîr û Sûrê hember hêzê NATO a duyem şer dikin. Di 17. Salvegera komployê de divê em her kes xwe lêpirsîn bikin. Divê em bikevin ferqa ku yê bi Ocalan re bimeşe dê serkeftin bi dest bixe. Çiqas em ramanê Ocalan bi jiyanî bikin ewqas em ê biser bikevin. Kurdbûn êdî hêze. Xwedî pêkanîn ramanêye. Di 17 salan de têkoşina gelê kurd sinor qutkir û li tevahî Rojhilata Navîn belav bû. Têkoşîna gelê kurd statû di qada siyasetê qezenç kir. Em asta ku Cizîr, Sûr û Rojava gihêştiye de vê rastiyê dibînin. Ji ber vê di 17. salvegera komployê de, divê her kes dest bide rûmetê xwe û li dora berxwedana Cizîr, Sûr, Rojava, başûr û Rojhilat bicive. Em her kes dewatê xwedî derketina berxwedanê dikin.
 
(mb/rc)