Nûçe Dosya

25'ê Mijdarê: Ji hunera lêkdanê, ber bi berxwedana bi çek û roja îro xweparastin (10)

16/11/2015

Dema em li dîroka xweparastina cewherî ya ku digihije roja me ya îro dinêrin em dibînin ku jin ji bo xwe biparêzin gelek curên xweparastinê pêşxistine. Jinên ku xwe li hemberî zilaman diparêzin di heman demê de şîdet, zîhniyeta zilaman, qetlîamên jinan û talankirina jî xweparastina cewherî pêş dixin.

25 Mijdar: Dibin sîbera rejîma Îranê de tekoşîna jinan (9)

15/11/2015

Îran welatek ê bi zagonên şeretê tê rêvebirin, şideta ser jinan her sala diçe zêdetir dibe. Wele Tirkiyê li hemberî polîtîkayên rejîma Îranê yên di malan de girtina tenê ji bo zarok anînê didin meşandin jî jin bi salane tekoşînê didin.

25'ê Mijdar: Şîdeta li hemberî jinan li Başûrê Kurdistanê her ku diçe zêde dibe (8)

15/11/2015

Jinên li Herêma Federal a Kurdistanê dijîn, têkoşîna xwe ya li hemberî şîdet û qanûnên heyî berdewam dikin. Jinan şîdeta li hemberî jinan ku îsal gihişt asta jor bêdengbûna hikûmetê û qanûnan rexne kirin.

25'ê Mijdarê: Jinên ji parçeya 'biçûk' bi îradeya xwe dikarin cîhanê biguherînin (6)

14/11/2015

Ji Slavan, Arînan, Ivananan, Gulanan, Sîbelan heta Peymanan bi hezaran jinên Rojava li hemû cîhanê bûn sembola berxwedana jinan. Jinên ku bi berxwedanê destkeftiyên xwe parastin, li Rojava xwe bi rêxistin kirin, ji bo hemû cîhanê modela jiyana nû afirandin û îmze avêtin bin gelek serkeftinan.

25'ê Mijdarê: Li Tirkiyeyê jin di xweparastinê de ne (4)

13/11/2015

Çîlem, Nevîn, Yasemîn... ew "jinên ku ji bo wan kêr gihiştiye hestî ne." Wekî ku Çîlem jî gotiye; 'Ma dê her tim jin bên qetilkirin. Bila hinek zilam jî bimirin' jinên ku qîr dikin. We jinên ku dibêjin; 'Ez ê ji nûve dayik bibûma dema dihizirîn ku ez mirîme."

25'ê Mijdarê: Li parzemînan rojeva jinê... (2)

12/11/2015

Di sala borî de li hemû parzemînê cîhanê jinan rêxistinên xwe avakirin, xwedî li rêgezên xweparastina cewherî derketin û xwedî li jiyana xwe derketin. Ji 200 hezar jinên ku li Arjantînê yên kul i hemberî qetlîamên jinan derketin kolanan heta têkoşîna jinan a ji bo azad kirina Ferhunde ya li Afkanîstanê jin li hemberî terora zilaman li ber xwe didin.

25'ê Mijdarê: Şîdeta li ser jinan bîrdoziye, parastina cewherî mafe (3)

12/11/2015

Di temaya îsal a 25'ê Mijdarê de jin dibêjin; "Şîdeta li ser jinan bîrdoziye, parastina cewherî mafe" dê bi çalakiyan ragihînin ku şîdeta li hemerî jinan pirsgirêkek pergalê ye. Jinê dê diyar bikin ku ne kesên mexdûr kesên ku li ber xwe didinin.

Polîtîkayên sirgunkirine û agirên perçe kirinê

26/10/2015

Yek ji pratikên Tirkiyê şewat û ji talan kirinê çav girtin e. Her wiha tirsandin, tune kirina çand, civakê, zordarî, zilm û ji erka wê durxistin yek ji polîtîkayên dewleta Tirkiyê ye. Ev sed salan e ku li ser gelê kurd ev polîtîka tên meşandin tune tên hiştin û niha jî li ser HDP'ê heman polîtîka tên meşandin.

Jin bi HPC'ê re serkeftinên xwe digrin ewlehiyê (3)

18/10/2015

Hêza Parastina Civakê (HPC) ê li hember êrîşên awerte perwerde dide hemû kesimên civakê. Jinên netewên cuda jî cihê xwe di nava perwerdeyê parastinê de girtin. Ji gelê Ereb Mardiye El Hesen û Muna Saîk El Nasir ên ku dewreyên xwe ya perwerdê qedandine diyar kirin ku, Rojava dê yekîtiya gelan nîşanî tevahî cîhanê bide.

Jin bi HPC'ê re serkeftinên xwe digrin ewlehiyê (2)

17/10/2015

Jinên ku beşdarî Dewreya Perwerdeya Ekîn Wan a ku ji aliyê Hêzê Parastina Civakê (HPC) ve hatî bi rêxistin kirin bûne, xwe niha hîn bi hêztir û azad hîs dikin. Jinan diyar kirin ku li hember êrîşan ew amedene hem civak û hem xwe jî biparêzin û gotin: "Em ê li bendê tu meêrî nemînin ku bê parastina me bike."

Jin bi HPC'ê re serkeftinên xwe digrin ewlehiyê (1)

16/10/2015

Hêzê Parastina Civakê (HPC) li dijî êrîşên awerte, jin zarok, ciwan, mêr û hemû kesimên civakê perwerdeya parastina cewherî dide. Fermandara HPC'ê Bêrîvan Herekol diyar kir ku civakek bêy parastin civaka miriye û destnîşan kir ku pergala parastina cewherî di heman demê de ewlehiya serkeftinên jinan e.

Ji Behîce Boran heta dayikên aştiyê sûcê herî mezin xwestina aştiyê ye

30/8/2015

Li Tirkiyeyê xwestina aştiyê sûc tê dîtin. Li Tirkiyeyê ku xwestina aştiyê wekî sûc tê dîtin, 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê jî nezîk ma. Tirkiye dîsa bi şer û hêsirên çavan derbasî 1'ê Îlonê dibin. Li Tirkiyeyê her dem aştî wekî sûc hat dîtin. Ji Behîce Boran a Cemîyeta Hezkiriyên Aştiyê heta Meclîsa Dayikên Aştiyê ku dixwazin kuştina zarokên wan bi dawî bibe, sûcê wan ê herî mezin xwestina aştiyê ye.

Em binhişiyê têxin tevgerê: Salên 90’an (3)

22/8/2015

Gelê Kurd êşên salên 90'î di her qadê de û di qada sîyasetê de jî jiyan kir. Yek jina ku di nava wê sîyaseta dijwar de cîh girt jî Leyla Zana bû. Tevgera siyaseta Kurd di salên 1991'an a bi qrîza sondxwarinê kete nava sîyaseta Tirk cara yekem jinek Kurd anî meclîsê. Leyla Zana jî yek kesa ku di sala 1994'an de di bin siwana Partiya Demokratên Sosyal a Gelan ve kete meclisê ye. Ew û hevalên wê di sala 1994'an de piştî xistina parlamenteriya wan, ji meclîsê bi zora polîsan hatin derxistin û hatin girtin. Di sala 1994'an de endamên Partiya Demokrasiyê (DEP) Leyla Zana, Hatîp Dicle, Mahmut Alinak û Selîm Sadak ji lîsteya Partiya Demokratên Sosyal a Gelan (SHP) bûn namzet û ketin parlamentoyê. Piştî hilbijartinan di sala 2'yê Adar a 1994'an de di merasîma sondxwarinê de Leyla Zana sonda xwe bi Kurmancî kir û ev bû sedema protesto û lêpirsînê. Ketina wan a meclîsê jî derxistina wan jî bû sedema aloziyê. Leyla di qrîza sondxwarinê de bi rengên kesk û sor û zer derket ser kûrsiyê û bû sembol. Di dîroka Tirkiyê de ew roja ku wek 'Qrîza sondxwarinê' cîh girt ew 45 saniye ya piştî sondxwarinê bû.

Em binhişiyê têxin tevgerê: Salên 90’an (2) DOSYA

21/8/2015

Tiştên salên 90'an li Kurdistanê hatine jiyandin çiqas tişt li ser bên nivîsîn û bên gotin jî aliyek kêm dimîne. Têgihiştina wan rojan di jiyankirina êşên van rojan re derbas dibe. Ji salên 90'an heya 2000'an hovîtiya ser Kurdan û li Kurdistanê dihat jiyankirin nehat guhertin. Valakirina gundan û şewitandina gundan, bombabaran, qîrkirin, tacîz, tecawûz, faîlên kiriyar nediyar... Me tazîtiya hemû hovîtiya hatî kirin ser bedena tazî hatî kirin dît. Niha ew bedena tazî sembola rumet û berxwdanê dê di hişên me de bê qazanckirin.

Em binhişiyê têxin tevgerê: Salên 90’an (1)

20/8/2015

Li Tirkiyê dewletê di salên 1990'an de êrîşên ser PKK, gelê Kurd û tevahiya Kurdistanê bi awayek hovane berdewam dikir. Paşê pêvajoya çareseriyê destpêkir. Piştî salan bi despêkirina şer pêşî li pirsên weke cardin "Emê vegerin salên 1990'an" vekir. Li Tirkiyê salên 90'an herî zêde weke salên şer tên zanîn. Ji bo zanîna bûyerên di salên 90'an de çêbûyîn, her çendî sal derbasbûne jî hîna em nikarin hezm bikin. Dema ku ewqas bûyerên giran dihatin jiyandin, di heman demê de weke salên berxwedana gel tên zanîn. Ew bûyerên hatine jiyandin carek din di hişê xwe de nû kirin girîng e. Salên 1990'an hê zindî di hişê me de tê girtin.

Çêroka jinên ermeniyên bi zorê hatine misilmankirin (3)

17/8/2015

Di beşa sêyemin a dosya me de Zeynê ya ku di nava qufleyên mirinê yên Dêre Zorê û paşê jî hatî kirîn de cîh digire. Emê jiyana jina ermeniya bi navê nû Fatma ku berî mirinê her tişt ji kurê xwe re gotî û keça wê Alis ku ji aliyê cîranan ve jiyana wê hatî gaspkirin bidin. Emê biçin rojên keyaya 7 gundan ermeniya Gurgumê Fatma ya di nava qufleyên mirinê yên Dêre Zorê de û çîroka keça Êgo Hawê ya êxsîrê ol û çîroka jiyana wê veşartî maye bidin.

Çîroka jinên ermeniyên bi zorê hatîne misilmankirin (2)

16/8/2015

Di dosiya me de qehremanên me yên despêkê Fatikê ya ku ji qefleyên ermeniyên Dêre Zorê hatî firotin û Xanê ya ku çîroka jiyana wê ji dema bi zorê hatî kirîn despêdike cîh digirin. Xanê û Fatikê yên weke xenîmetên şer tên dîtin, li ser bedena jinan hişmendiya deshilatiya mêran a êrîşkar carekedinê radixe berçavan.

Çîroka jinên Ermeniyên bi zorê hatine misilmankirin (1) - DOSYA

15/8/2015

Di sedsaliya qirkirina Ermeniyan de me şopa jinên Ermeniyên qet nayên zanîn girt. Li gorî lêkolînên li gundên Şemrexê hatine kirin Ermenî li Newala Pîvazan a gundê Helêla yê Şemrexê, Çiva Kelê ya kilometreyek nêzî gundê Demirolçekê ye, 13 kîlometre jî nêzî navçeya Çinara Amedê û li Newala Kuştiyan derket holê ku tiştên Ermeniyan ên binirx despêkê jê girtine û paşê jî wan bi awayek komî qetilkirine.

Şahidên Komkujiya Zergelê komkujî vegotin (2)

08/8/2015

Balafirên şer ên TSK'ê li Gundê Zergelê yê herêma Qandîlê bombe li ser welatiyên sivîl barandin û komkujî pêk anîn. Zarokên bûn şahidên komkujiyê diyar kirin ku "Şerekî pir dijwar û bi tirs e." Zarokên bûn şahidên komkujiyê diyar kirin ku li ber çavên wan dayik û bavê wan perçe bûn û bi saetan perçeyên bedena bavê xwe hembêz kir. Zarokê bû şahid, anî ziman ku ev dîmen tu carî ji ber çavê wî naçin. Bombeyên balafirên şer ên Erdogan ji bîr nake.

Şahidên qetlîama Zergelê axivîn (1)

07/8/2015

Balfirên şer yên Hêzên Artêşa Tirk li gundê Zergelê ya Qendîlê qetlîama sivilan pêk anîbû. Di der barê vê qetlîamê de, jinên ku mirovê xwe winda kirine axivîn û diyar kirin ku di qetlîama Zergelê de zarok bê bav hiştin, dayika Ayşê jî li ser nimêjê qetil kirine. Jin di berdewamiya axaftina xwe bal kişandin ser qetlîamê û wiha gotin: “Ma qet zarokê gerîla yê 3 mehî çêdibin, ma gerîla zewicandîne? Bila kes ji me re nebêje serê we sax be. Dê tu caran serê me sax ne be.”