Çîroka jinên Ermeniyên bi zorê hatine misilmankirin (1) - DOSYA
Dosya Haber
Gorên komî yên qîrkirina Ermeniyan: Zerzevan û Newala Pîvaza
Zehra Dogan/JINHA
MÊRDÎN - Di sedsaliya qirkirina Ermeniyan de me şopa jinên Ermeniyên qet nayên zanîn girt. Li gorî lêkolînên li gundên Şemrexê hatine kirin Ermenî li Newala Pîvazan a gundê Helêla yê Şemrexê, Çiva Kelê ya kilometreyek nêzî gundê Demirolçekê ye, 13 kîlometre jî nêzî navçeya Çinara Amedê û li Newala Kuştiyan derket holê ku tiştên Ermeniyan ên binirx despêkê jê girtine û paşê jî wan bi awayek komî qetilkirine.
Hîna di derbarê qirkirina Ermeniyan a ji aliyê Komara Tirkiyê ve bi êrîşên Îttihat û Teraki hatî kirin û ji aliyê Ermeniyan ve weke "felaketa mezin" tê zanîn, gorên wan ên komî nayê zanîn. Me şopa Ermeniyên ku piraniya wan li Mêrdînê bûn û hatine qetilkirin berdewam kir. Li gorî nirxandinên çavkaniyên me yên nûçeyê ku heya niha li bêdengiyek xemgîn hatine pêçan Ermenî li Newala Pîvazan a gundê Helêla yê Şemrexê, Çiva Kelê ya kilometreyek nêzî gundê Demirolçekê ye, 13 kilometre nêzî navçeya Çinara Amedê û li Newala Kuştiyan derket holê ku tiştên ermeniyan ên binirx despêkê jê girtine û paşê jî wan bi awayek komî qetilkirin. Li heman cihî Ermenî qetilkirine Çiva Kelê yek ji qirkirinên ser Kurdan jî kirine li wê 300 alim qetilkirine.
Tenê li derdora navçeyên Şemrex û Dêrika Çiyayê Mazî gundên Pîran, Helêla, Teznê, Şewaşi, Şemika, Tawusi û Çemê Reşan her çendî berê yên Ermeniyan bin jî niha tenê yek Ermenî tê de nemane. Ev jî encamên erjeng ên qirkirinê nîşanî me dide.
'Bila di guhê te de guhar be lê ji bo kesê nebêje'
Dema ku lêkolînên me yên di derbarê sedsaliya qîrkirina Ermeniyan de berdewam dikirin, hîna çavkaniyên me yên nûçeyan tirsa qirkirinê ser xwe neavêtine. Em gihîştin tespîtên ku li Çiva Kelê û Newala Pîvazan qîrkirin hatine kirin. Em ligel Şehem Ekin a ku diya bavê wê pîra Xanê bi xwe Ermenî bûye û her dem ji bo wan gotiye: "Bila di guhê te de guhar be lê ji kesê re nebêje." û "Guharê guhê we." axivîn. Şehem got: "Her tişt bi şerê Çanankkale yê re dest pê kir." Şehem diyar kir ku di şevekê de 4 hezar leşker jehrîbûn, bi wê re şerê navxwyî destpêkir û ew jehrîbûn kirin situyê Ermeniyan, qîrkirinên Ermeniyan ji wê despêkirin û wiha domand: "Li gundê me li gel kalikê min 9 kes mabûn. Piştî qîrkirinê rêwîtiyek wan a dirêj destpêkir, bi mehan meşiyan, tenê nîşana wan sitêra şivanan bû, kalikê min wan sitêra şivanan dişopandin. Piştî rêwîtiya bi mehan gihiştin gund. Di tevahiya rêwîtiyê de bê xwarin û bê her tişt bûn."
Şehem da zanîn ku qîrkirin bi merheleyan hatin kirin û wiha berdewam kir: "Navê gundê me Pîran e, yekem car dema leşker hatin gundê me pîra min wiha qal dikir; 'Leşkeran bi gotinên weke em dixwazin welat rizgar bikin, emê saray û xanan ava bikin, ji bo me ciwan û mêrên Ermenî pêwîstin bi wan derewan ew hemû komkirin û birin qetilkirin. Piştî birojan vê carê jî hatin bi navê paqijiya hostayan bav û zarokên biçuk birin. Paşê hemû Ermenî li Newala Pîvazan komkirin jinên hilbijartin hiştin ên dinê hemû qetilkirin.
'Bi zorê misilman kirin û wan wek koleyên seksê bikaranîn'
Şehem got: "Diya min Xanê jî yek ji wan bû." Şehem destnîşan kir ku di her malên gund de teqez bûkek Ermenî hemû, li cihê qirkirinê ew jin ji aliyê leşkeran ve hatin firotin û wiha dom kir: "Tê bîra min hemû cîranên me Ermenî bûn. Him jî hemû ne ji vê herêmê bûn. Li gundê me jinên Ermeniyên ku ji Surî dişandin çola Der Zorê û di rê de ji bin qirkirinê re derbas kirine jinên ji wê demê jî mane hene. Gelek ji wan jinan Kurdî nedizanîn, bi Tirkî diaxivîn. Ev hemû piştî bi zorê hatin misilman kirin weke jinên 3 yan 4'an bi serhewî dianîn û weke koleyên seksê dixebitandin."
'Em bûn taştê dê Kurd jî bibin firavîn'
Şehem anî ziman ku li gel sedsal ser qirkirinê re derbas bûne jî hîna li gund şopên malên wan tên dîtin û wiha pê de çu: "Bi derewên weke kî 7 Ermeniyan bikuje dê biçe bihûştê Ermenî bi destê Kurdan dan qetilkirin. Cîranê me Aro hebû, Kurdek ji ber dilê wî ket îşliga Aro serê wî jêkir û hevjîna wî Hawê jî weke koleyên seksê dixebitand. Min jî Hawê dît, her dem digiriya. Di ruyê hemû jinan de êş hebûn. Hemû mal û tiştên Ermeniyan girtin. Ligel sed sal li ser qirkirinan re derbasbûne jî hîna jin û mêr kinc û teqiyên Ermeniyan di dawetan de li xwe dikin û xwe pê dixemilînin. Li gorî vegotinên pîra min ev hemû mal û mûlkên Ermeniyan ji wan girtine, di gorê de jî kincên wan yên baş ji wan dikirin. Kincên wan ên bi xwîn dûşiştin û li xwe dikirin. Girêdana xwînê ya ên dihatin qetilkirin û yên qetlîam dikirin hestek gelek erjeng bû. Her dem pîra Xanê digot: 'Em bûn taştê, dê kurd jî bibe firavîn.'"
Sibê: Çîroka jinên Ermenî Fatikê û Xanê.
(zt/ ch)