Çîroka jinên ermeniyên bi zorê hatîne misilmankirin (2)
Dosya Haber
Çîroka Fatikê û Xanê…
Zehra Dogan/JINHA
MÊRDÎN - Di dosiya me de qehremanên me yên despêkê Fatikê ya ku ji qefleyên ermeniyên Dêre Zorê hatî firotin û Xanê ya ku çîroka jiyana wê ji dema bi zorê hatî kirîn despêdike cîh digirin. Xanê û Fatikê yên weke xenîmetên şer tên dîtin, li ser bedena jinan hişmendiya deshilatiya mêran a êrîşkar carekedinê radixe berçavan.
Her çendî bi ser qirkirina ermeniyan re sed sal derbasbûye jî hîna hemû tiştên hatîn jiyankirin bi îsrar serê wan girtî mane. Dema ku me dosyeyên jinên ermeni yên dema qirkirinê lêkolîn kir em rastî çîroka Xanê û Fatikê yên ku êsîr ketîn bi zorê hatîn misilmankirin û weke kolê seksê bi ser sê çar jinan hewî hatine zewicandin. Fatikê hîna di landikê de qirkirin çêdibe, diya wê Fatikê dide cîranê wan ê bi navê Eyno. Fatikê ji aliyê hevserê Eyno Şehmus ve rastî êrîşa zayendî tê. Çîroka Fatikê û keça Bêdo Xanê ya ku ji qafiyeyên ermeniyên Dêre Zorê hatî firotin li gundê Pîrana navçeya Şemrexa Mêrdînê rastî êrîşên zayendî hatîn, tenê beşek biçuk a ji jiyana bi hezaran jinên ermeniyên rastî êrîşên zayendî hatîn, ser wan bûyerên bi êş hatî girtin û di nava wan êşan de jiyan kirî ne.
Bifikirin jinên li ser erdnîgariya xwe jiyandikirin, bibûyerên hatin jiyankirin re ketin beşa biyanîbûnê ser heman axê. Belê çîroka Fatikê ji dema qirkirina ermeniyan a daristana Newala Pîvazan a gundê Pîrana Mêrdînê despêdike. Fatikê wê demê hîna di landikê de bû, kî dizane bi kîjan xeyalan dê jiyan kiribana û bi wê bedena xwe ya biçuk bi kîjan hestan di nava qafileyên ji qirkirinê mayîn cîh girt.
Leşkeran li deriyên malan dixistin û digotin "yên bên serjêkirin hene", bi vî awayî musilmanan şur digirtin û ermenî jî dihatin qetilkirin. Di kolanên ayîdê wan de dema ku ji bo serî jêkirinê dihatin rêzkirin, kî dizane bi kîjan hestên hilweşayî cara dawî li deriyên malên xwe dinêrîn. Di nava qifleyên ji qirkirinê mayî û bi rêde diçun Fatikê ya ku hîna nav lênehatî kirin jî hebû. Dayîka Fatikê bi hestên "Hema bila ew rizgar bibe" Fatikê da cîrana xwe Eyno. Gelo dema ku dayîka Fatikê zanîbana dê paşê çî bi serê Fatikê bê dê daban Eyno?
Di 7 saliyê de îstismara zayendî despêkir
Çîroka keça Muhammed ê navê wi yê rast Meçhul Fatikê wiha despêdike. Eyno û Şehmusên ku Fatikê weke keça xwe girtine, dema temenê wê dibe 5 salî êdî ji bo ku di salên pêş de li kurê xwe Xeto mar bikin ser wê difikirin. Fatikê û Xeto yên bi rolê xwişk û biratiyê dirabin, di pêşde dê ev rola wan biqede û rola wan a hevseriyê despêbike. Fatikê ya di tevahî zarokatiya xwe de li bêdengiyê hatî pêçan dema ku dibe 7 salî rojên jiyana xwe yên herî bi êrş dijî. Fatikê ya ku ji aliyê bavê Xeto Şehmus ve her dem rastî êrîşa zayendî tê vê ji kesê re nabêje. Dema ku di 12 saliyê de dixwazin bi Xeto re di temenê biçuk de bizewicînin Şehmus li hember derdikeve. Dema ku ji ber temenê wan ê biçuk 3 sal paşê dê zewicandibanan vêcarê jî Fatikê ji aliyê Xeto ve tê revandin. Dema ku ji Eyno re îstismara zayendiya li Fatikê kirî dibêje, vêcarê Eyno Fatikê tîne bi tecawîzciyê wê Şehmus re dizewicîne.
Eyno ya ku Fatikê mezin kirî û tiştên bi serê wê hatî nikarî bikişîne, ew gund û hemû tiştên xwe terikand çu li Qesra Hesenê Qenco ya nêzî Mêrdînê ye bicîh bû. Piştî çend salan li herêmê Eyno weke bijîşkek baş a ji dermanên xwezayî dizane û dema xelayê de jî bandorek mezin hêlaye.
Kola qafileyên Dêre Zorê Xanê
Yek ji jinên ji qafiyeyên ji Anadolê bi hinceta şandina çola Dêre Zorê ya li Suriyê xistine rê û li nêzî Mêrdînê bi konî qetilkirîn mane keça Bêdo (Xan Bêdo) ye. Xanê ji aliyê qatîlê ermeniyan Hesen ve bi şertê birayê xwe yê 10 salî jî bigire gel xwe tê kirîn. Xanê li gundê Pîranê difiroşin Şehmusê Heci, Xanê bi serhewî weke jina duyen tekoşîna jiyanê dide. Navê birayê wê jî diguherin dikin Muhammed. Xanê li aliyekê hewildide hînî kurdiya ku qet nizane bibe, li aliyekê hewildide xwe li hemberî hemû perçiqandinanên ser wê tên kirin li jiyanê bigire, li aliyê dinê jî ji aliyê mêran ve dihat tecawîzkirin. Xanê ya weke bedewiya wê dengê wê jî xweş, hemû êş û azarên xwe bi sitirangotinê, li gel birayê xwe yê biçuk Muhammed bi olê nû ketîn navê re hewildidan hîn bibin.
Hunera destê Muhammed gelek başbû, dibe hosta û bi keda destê xwe pere qazanc dike. Hîna niha jî li heman gundî qala huner Muhammed dikin. Muhammed weke xwendekarê despêkê yê gund dibistanê dixwîne û paşê ji bo temîrata balefiran dibin Enqerê. Têgotin ku Neriman Guney a hunermenda TRT ê ye keça zarokê ermenî Muhammed e.
Sibê: Zeynê û Fatma
(zt)