Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Sê jiyan, sê çand, sê nifş; 'Sê Jinên Azad' (5)

Dosya Haber
Çile 06 / 2016


 
'Em ê bi berxwedan û sekna Sakîneyan ber bi serkeftinê ve bimeşin’
 
JINHA
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku têkoşîna Sakîne, Fîdan û Leyla yên ku li Parîsê hatin qetilkirin mîrasa girtin, sê salin ji bo komkujî were ronî kirin li qadanin. Nûnera Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî Nursel Kiliç diyar ku heta qetlîam were ronî kirin ew ê li qadan bin û wiha got: “Em jin û gelê kurd bi berxwedan û sekna Sakîneyan heta roja îro hatin û em ê bi vê berxwedan û sekna Sakîneyan ber bi serkeftinê ve bimeşin.”
 
Yek ji avakara PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd a Ewropayê Leyla Şaylemez (Ronahî), di 9’ê Çileya 2013’an de li paytextê Fransayê Parîsê li Boruya Enformasyona Kurdistanê hatin qetilkirin. Xwestin bi komkujiya her sê jinên şoreşger darbeyekê li têkoşîna azadiya jinên kurd û têkoşîna navneteweyî ya gelê kurd bidin lê jinan bi serhildanan komkujî vale derxist.
 
Komkujiya ku li hemberî Sakîne, Fîdan û Leyl hat pêkanîn ji bo jinên kurd bo hinceta têkoşînê û êdî ji bo jinên kurd têkoşîn bû “Jin Jiyan Azadî Sara Rojbîn Ronahî.” Ligel hemû hewldanên jinên kurd ên ji bo ronîkirina komkujiyê jî hîna di lêkolîna komkujiyê de pêngavên baş ne hatine avêtin.
 
Di belgeyan de MÎT derket
 
Ligel ku li ser komkujiyê re sê sal derbas bûn jî tenê Omer Guney hatiye girtin. Omer Guney di pêvajoya hat girtin de xwestin bi PKK’ê ve girê bidin lê ji aliyê Tevgera Têkoşîna Gelê Kurd a Neteweyî ve hat ragihandin ku Omer Guney elemanê MÎT’ê ye û komkujî komployeki navneteweyî ye. Di pêvajoya girtinê ya Omer Guney de jî gotegotên ku nexweşe derketin lê doktorên ku Omer tedawî kirin digotin ku Omer Guney rêbazê nexweş bi kartîne û di çarçoveya senaryota ku berê hatiye hunandin de tevdigere. Di çarçoveya lêpirsîna ku Tirkiye, Fransa û Almanya beşdar bûn de, ji bo delîl bên bidestxistin berpirsyariyên xwe nayînin cih û ligel ku delîlên bûyerê derxîne holê hene jî nakevin nava tevgeran. Ligel vê sekînînê di Çileya 2014’an de qeydên teleonê yên Omer Guney û belgeyên ku komkujî ji aliyê MÎT’ê ve hatiye plankirin derketin holê û numareyên di telefona Omer Guney da hatin dîtin jî di çarçoveya lêpirsînê de bi baldarî nêzî van delîl û belgeyan ne bûn.
 
Ev sê salin jin di çalakiya edaletê de ne
 
Jin ev sê salin ji bo Sakine, Fîdan û Leyla di çalakiyan de ne. Kurdistabiyên li dîasporayê dijîn her hefte roja Çarşemê bi dirûşmeya “Edalet û Ronahî” ji ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd heta avahiya Boruya Enforasyona Kurdistanê ya bi hêjmara 147 dimeşin û daxwaza xwe ya edalet û ronî kirinê tînin ziman.
 
Nûnera Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî Nursel Kiliç, komkujiya 9’ê Çileyê, pêvajoya dozê çalakiyên jina yên bi hevkarî tên kirin û yên bê kirin ji ajans me re nirxand. Nursel diyar kir ku sê sala ji bo komkujî were ronî kirin xebatan didin meşandin û wiha got: “Komkujiya 9’ê Çileyê di gelê kurd de şoqek mezin ava kir. Wê roja di şexsê sê jinên şoreşger de xwestin darbeyekê li vîna azad a gel, têkoşîna hebûnê û rêya azadiya jinan bixin.”
 
‘Bi qetilkirina sê jinên şoreşger xwestin hebûna gelekî ji holê rakin’
 
Nursel bi lêv kir ku Sakîne Cansiz navê berxwedana efsaneyî ya li Girtîgeha Amedê bilind dibû bû û wiha pêde çû: “Bi qetilkirna wê xwestin raperîna gel bifetisînin û hebûna wê ji holê rakin. Ji bo aştiyê têkoşînek dihat meşandin, di demekî ku hevdîtin carekdin dihatin kirin di dilê gel de hêviyek şîn dikir de bi qetlîamek wiha hêzên navnetewî û di serî de Komara Tirkiyeyê êrîşî jinên berxwedêr û gelê berxwedêr kirin. Fîdan Dogan paşhatina Sakîneyan bû û fîgura dengê jinên kurd a nû bû. Fîdan Dogan ku di temenek ciwan de bû xwedî tecrûbeyên siyasî, ye ji dîplomatên bi tecrûbe yên tevgera kurd bû. Fîdan ji bo pirsgirêka kurd bigehîne saziyên navneteweyî û aktorên siyasî, ji bo perspektîfa dîplomasî û kurewiya demokratîk a derveyî pergalê bigihîne hêzên gerdûnî bibû pirek û rolek girîng girtibû ser milê xwe. Leyla Şaylemez jî jinek ciwan a ku dînamîzma tevgerê girtibû ser milê xwe bû. Leyla ku pêşengî ji tevgera ciwanan re dikir xwedî seknek ku ciwanên welatparêz girêdayi nirxên Kurdistanê dikir bû. Leyla ku rolê rêxistinkirin û pêşengiyê girtibû, bû nûnera nifşê nû ku azadiyê di pêşerojê de dihilînin. Armanc dihat kirin ku dîrokek,dengek û pêşerojek bê tunekirin. Ev qetlîam ji bo kurdan rêya şerekî xedar da nîşandan.”
 
‘Bi şerê ku girandibe dixwazin rastiyan di tarîtiyê de bihêlin’
 
Nursel da zanîn ku ronîkirina qetlîamê tê weteya ku dê operayonên qirkirinê yên li hemberî gelê kurd derxîne holê, dê lîstik û peymanên ku sedsalane li hemberî kurdan hatine îmzekirin dekevin holê û binketina wan. Nursel destnîşan kir ku sedema ronîkirina komkujiyê jî xalên li gor diyakirîne û axaftina xwe wiha domand: “Ev peymanên ku hatine îmzekirin îro li herêmên me tên dîtin. Bi şer û şîdeta ku zêde dibe, operasyonên bi sîstem, komkujî yên ku didomin dixwazin doz bê bêndeng bikin û rastiyan di tarîtiyê de bihêlin. Hêj ji aliyê Fransa û Komara Tirkiyeyê ve der barê bersûc kîne daxuyaniyek fermî ne hatiye dayîn. Lê di vê qedemeyê de tiştekî ku binê wê bê xêzkirin heye; cara yekemîne ku li Fransayê 25 cînayetên siyasî pêk hatine û ne hatine ronîkirin, di doza komkujiya Parîsê de bal tê kişandin ser îstîxbarata dewletekê.”
 
Nursel diyar kir ku pêvajoya peywendiya bersûc Omer Guney a bi MÎT’ê re îbareyekî girîng e û ev tişt gotin: “Hîna doz destpê ne kiriye em li bendê ne ku di meha pêşiya me de doz bê nêrîn, ligel vê hîn malbata Sakîne, Fîdan û Leyla ji aliyê rayedarên dewleta Fransayê ve nehatine qebûlkirin.”
 
‘Dê di 9’ê Çileyê de li Ewropayê meşek navendî bê li darxistin’
 
Nursel destnîşan kir ku piştî komkujiya jinên kurd bê navber li Ewropayê li gelek navendan bi taybet jî li Parîsê çalakiyên cur be cur li darxistin û wiha pêde çû: “Di çarçoveya çalakiyan de me gelek semîner û konferans li darxistin. Di şexê sê jinan de têkoşîna jinên kurd û polîtîkayên qirkirinê yên li hemberî gelê kurd ji raya giştî re hat nîşandan. Dê şêwazê çalakiyan bi girtina nobedan berdewam bike. Her wiha heta 9’ê Çileyê em gelek çalakiyan li dardixin. Di 4’ê Çileyê de galaya belgefilma ku jiyana Sakîne Cansiz vedibêje li paytexta Fransayê Parîsê hat pêşandan. Di galayê de gelek kesayetên navdar û nûnerên saziyan amade bûn. Dê di 9’ê Çileyê de li Ewropayê meşek navendî bê li darxistin.”
 
Nursel da xuyakirin ku heta komkujî were ronîkirin ew ê têkoşîna xwe bê navber bidomînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Wekî jin û gelê kurd em bi sekin û berxwedana Sakîneyan hatin heta roja îro û em ê bi berxwedan û sekna Sakîneyan ber bi berxwedanê ve bimeşin.”
 
Dawî…
 
(mb/rc)