Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Sê jiyan, sê çand, sê nifş; Sê Jinên Azad (4)

Dosya Haber
Çile 05 / 2016


 
Di şopa Sarayê de du jinên ciwan: Fîdan û Leyla
 
JINHA
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jiyana Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Parîsê bi Sakîne Cansiz re hatin qetilkirin mînakên têkoşînê ne. Nûnera KNK’ê Fîdan Dogan hemû derdor bi kenê xwe rûnî dikir, di qada dîplomasî de îmze avêt bin gelek serkeftinan. Di jiyana Leyla Şaylemez de ku ji ber zextên dewletê gelek çîrokên wê hene têkoşîna jiyanê jî heye.
 
Li paytexta Fransayê Parîsê di 9’ê Çileya 2013’an de li Navenda Enformasyona Kurd ligel Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez Nûnera KNK’ê Fîdan Dogan (Rojbîn) li gundê Hançiplak a Elbîstana Gumgumê di 17’yê Çileya 1982’an de hatiye dinê. Fîdan hêj 9 salî bû ket ser rêya koçberiyê û rûyê sar ê koçberiyê  di temek biçûk de nas kir. Fîdan li bajarê Strasburga Fransayê dibistana navîn û amadeyî qedand, ji ber malbata wê malbatekî welatparêz bû di temenê biçûk de Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd nas kir. Fîdan li Strasburgê di Komeleya Çanda Kurd de dest bi xebatên çandê dike û her roja ku diçû eleqeya wê ya ji bo têkoşînê zêde dibû.
 
Hemû derdor bi kena xwe rûnî dikir
 
Fîdan ku ji girtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û di 15’ê Sibata 1999’an de radestkirina wî ya Tirkiyeyê gelek bi bandor bû, di têkoşînê de biryarekî digire û ev yek ji bo wê dibe mîladek nû. Fîdan ku tu caran ken ji rûyê wê ne diqediya hemû derdor bi kena xwe rûnî dikir û hizûr dida derdorê. Hezkirina û hestiyariya wê ne tenê bi malbatê re sînordar bû. Li hemberî hemû mirovan bi hestiyar bû û dilê wê paqij bû. Ji ber daxwaza wê ya rizgarkirin û hezkirina wê ya mirovan dixwest beşa doktoriyê bixwîne. Ligel temenê xwe yê biçûk di xebatên gel de gihiştibû astek girîng. Ji 7 heta 70 salî bi her kesê re di axivî û gel rêxistin dikir. Fîdan li hemberî heval û dostên xwe rast û bêhesap bû. Ger pirsgirêkek hebûya bi awayekî biserbir çareser dikir.
 
Di qada dîplomasiyê de bi awayekî aktîf xebat meşand
 
Fîdan ku di qada dîplomasiyê de bi awayekî aktîf xebat meşand, piştî pratîka xwe ya du salan li Navenda Enformasyona Kurd ku cihê lê hatiye qetilkirine dest bi kar dike. Di serî de li Fransa û Belçîkayê li gelek bajarên Ewropayê xebatên dîplomasiyê meşand, bi serokên şaredariyan, nûnerên saziyan, parlamenter û wezîran re hevdîtin pêk anîn. Aliyê wê yên herî balkêş, cîdiyeta wê ya di xebatan de, jêhatîbûna wê û taybetmendiya wê ya îknakirinê bûn. Kesa ku herî zêde baweriya wê bi dîplomasiya gel dihat bû. Baweriya wê bi serkeftina kedê hebû û ji ber vê di baweriya xwe de israr dikir. Di sala 2007’an de li hemberî jerîkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo CPT heyetekê bişîne Gireva Îmraliyê, çalakiya greva birçîbûnê ya 39 rojan berdewam kir bên bihîstin berdevkiya wê kir.
 
Heta roja hat qetilkirin jî xebatên xwe bênavber berdewam kir
 
Di hemû hevdîtinên xwe de daxwaza aştî xwaz ên Têkoşîna Azadiya Kurdan di anî ziman. Fîdan di saka 2011’an de ji bo rêveberiya Nevenda Enformasyona Kurdistanê ya Parîsê tê hilbijartin. Fîdan êdî li hemû Fransayê di qada dîplomatîk de nûnera KNK’ê bû. Fîdan ku di forumên civakî, senatoyan, meclis û konseya Ewropayê û qadên dîplomasiyê de êdî fîgura dîplomatîk a dedelegasyon kurd bû. Fîdan heta roja hatî qetilkirin jî xebatên xwe bênavber berdewam kirin û hewl dida ku bala hemû cîhanê bikişîne ser Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd.
 
Çîrokek ku bi zextên dewletê koçkiriye: Leyla Şaylemez
 
Leyla Şaylemez ku di rêya têkoşînê de xwe gihand du jinên siyasetmedar û bêmirin bû jî ji navçeya Licê ya Amedê ye. Leyla di sala 1988’an de ji 8 zarokan ya destpêkê bû li navçeya Yenîşehîra Mêrsînê hat dinê. Leyla hîna 6 salî bû malbatê wê ji ber zextên dewletê neçar man ku koçberî Almanyayê bibin. Piştî melbata xwe Leyla jî di sala 1994’an de perwerdehiya xwe nîvçû dihêle û diçe Almanyayê. Leyla ku bi malbata xwe re li bajarê Halle ya Almanyayê dijiya perwerdehiya xwe li vir temam kir. Leyla piştî 9 salên perwerdehiyê ji bo biçe zanîngehê dest bi amadekariyan kir, di wê demê de tevgera kurd nasdike û bi awayekî aktîf tevli xebatan dibe.
 
Ligel temenê xwe yê ciwan têkoşîna xwe bênavber domand
 
Leyla eleqeyek mezin nîşanî xebatên çandê dida, di beşa dîlanê ya Komeleya Çanda Kurd de cihê xwe digire û di şahiyan de gelek caran derdikeve ser dikê. Piştî xebatên xwe yên demdirêj ên çandê di sala 2010’an de tevli refên PKK'ê dibe. Piştî pêvajoya 2 salan ji ber nexweşiya xwe divegere Ewropayê û ligel temenê xwe yê ciwan bênavber têkoşîna xwe ya demokratîk domand. Leyla k udi xebatên Tevgera Ciwan3en Kurd ên Ewropayê de cihê xwe girt ligel herdu jinên siyasetmedar ên kurd li Parîsê hat qetilkirin.
 
‘Xeyala wê ya herî mezin bi motorsîkletê li cîhanê gerîn bû’
 
Dayika Leyla Şaylemez Şîfa Şaylemez bi van gotinan Leylayê vedibêje: “Keça min zaroktiyek ji rêzê ne jiya. Biçûk bû lê êşên mirovek mezin di dilê xwe de hildigirt. Dema mezin bû hertim dixwest bibe vahîsaz (mîmar). Ez gelek caran dibêjim ku ger me têkoşîna Kurdistanê di wextê wê de girtibana ser milê xwe, dê niha keça min û kesên din ne hatibana qetilkirin. Xeyala wê ya herî mezin piştî ku Kurdistan hat rizgarkirin bi motorsîkletê li cîhanê gerîn bû. Lê neyarên mirovahiyê nehiştin ku xeyala xwe pêk bîne û ew j ime girtin.”
 
Sibê: Ji Nûnera Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî Nursel Kiliç, bi qetlîama 9’ê Çileyê re bilindbûna têkoşîna jinan, pêvajoya dozê û çalakiyên ku dê di dema pêşde bûn kirin.
(mb)