Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Jinên ku serhilana xwe veguherandin berxwedanê ber bi azadiyê ve dimeşin (3)

Dosya Haber
Adar 02 / 2016


 

 
Ji dîrokê heta roja îro têkoşîna jinên kurd 
 
JINHA
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Deyfe, Fatma, Adîle, Hanzat, Mîna, Meryem, Sakîne, Zîlan, Sema, Bêrîtan, Viyan; navdarên jin ên berxwedana jinên kurd û bisedan jinên din ên ku me navê wan ne gotî… Di rûpelên dîrokê de jinên kurd gelek serkeftin û qehremanî bi destxistin. Têkoşîna jinan a 40 salan bi artêşbûna re gihişt lûtkeyê.
 
Têkoşîna jinên kurd a li hemberî pergala serdest a zilam bi 40 salan nayê pênase kirin. Her çiqas dîrok ew ne nivîsîbin jî jinên kurd ên di dema xwe de bûne qehreman û serkeftinên mezin bi destxistin îmza avêtin binê serkeftinên li gelek qadan. Sembola berxwedanê Defne Xatun, Amazona Kurd Fatmaya Reş, yekemîn dîplomat Adîla Hamin, jina ku ji bo wê helbest hatin nivîsîn Hanzat Hanim, avakara Yekîneyên Jinên Kurdistanê Mîna Qazî, rêbera jin a li hemberî şahê Îranê pêşengtî ji artêşê re kir Qedem Xer û Fatma, Perîhan, Şemse, Nehrîlî, Meryem, Fasla û bi sedan jinên din. Di 40 salên dawî yên ku berxwedana jinan gihişt lûtkeyê de ger em berê xwe bidin dîrokê em ê bibînin ku jinan çawa li ber xwe dane û çawa hatine heta roja me ya îro. Ka em çavek li dîrokê bigerînin jinan heta roja îro çi kirine û têkoşîna wan çawa heta roja îro hatiye.
 
Ji Mînayê heta Fatmayê berxwedan
 
Mîna Qazî ku di dîroka siyaseta kurdan de cihekî girîng girtiye, di nava avakarên Komara Kurdistanê Mahabadê de cih girt û di sala 1945'an de jî Yekîneyên Jinên Kurdistanê ava kir û pêşengiya wê kir. Keça sirgûnê ya Bedirxaniyan Nesrîn Bedirxan, di jiyana xwe ya sirgûnê de heya mirî ji bilî kurdî bi tu zimanan ne axivî. Ji eşîreta Qoçgirî Zarîfe, ji bo di nava jinên kurd de hestên neteweyî ava bike propagandeyek baş da meşandin. Fatma ku der barê wê de zêde zanîn tune ne, Cemiyeta Tealî ya Jinên Kurd ava kir. Rewşen Bedirxan ku di sala 1957'an de wekî delege beşdarî kongreya dijî Kolonyalîzmê ya li Yunanîstanê bû di kongreyê de ala Kurdistanê rakir.  Yekem car di civînek navneteweyî de ala Kurdistanê hat vekirin. Gelek berhemên nivîskî yên Rewşen Bedirxan hene. Di behemek xwe de diyar dike ku divê jinên kurd li hemberî nezanînê şer bikin. Besê ku di sala 1927'an de tevli Serhildana Agiriyê dibe, di pevçûnekê de ji bo bekeve destê dijmin xwe ji zinar avêt û dawî li jiyana xwe anî. Fata Reş yek ji jinên kurd ên bi nav û denge, bi wêrekî, egîdî, erka û sekna xwe dibe mijara gelek kovar û rojnameyan.
 
Leyla Qasim: Ez ji celat merhamet û efûyê naxwazim
 
Jinên kurd ku di demên dîrokî de bi gotinên ku gotine berxwedana gelê kurd û jinên kurd çawa hatiye roja me ya îro bi awayekî zelal radixe ber çavan. Yek ji wan jinan jî Gulnaz bû. Gulnaz ku di sala 1927'an de tevli Serhildana Agiriyê bû, piştî serhildanê hat binçavkirin û birin Girtîgeha Mûşê. Serê jêkirî yê kur û hevejînê Gulnazê danîn ber wê. Gulnazê serê kurê xwe yê jêkirî girt destê xwe û wiha got: "Ev egîdê mine, min ji bo rojek wiha şîr dayê. Ger min ji bo doza Kurdistanê de mirina wî ne dîtibaya minê şîrê xwe lê heram bikiraya." Sembola azadiya jinên kurd, navê wêrekî û qehremaniyê Leyla Qasim, yekemîn jina kurde ku hatiye darvekirin. Di 13'yê Gulana 1974'an de berî bê darvekirin wiha dibêje: "Ez bi gelê xwe û partiya ku min tê de têkoşîn daye serbilindim. Tenê daxwazek min heye ew jî ji ber ku min peywira ku ket ser milê min bi cih neanî bila Xûdê min efû bike. Ez ji bo mirinê amade me. Ez ji celat merhamet û efûyê naxwazim."
 
Di 29'emîn serhildana Kurdan de jin
 
PKK ku wekî 'Serhildana 29'emîn a Kurdan' tê binavkirin di 27'ê mijdara 2015'an de ket sala xwe ya 38'emîn. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji bo PKK'ê pênaseya "Kûlîlka li ber kendalê şînbûye" dike wiha dibêje: "Bi avabûna PKK'ê re gelê ku dihat  mêtîngehkirin û ji rastiya xwe hat durxistin ji nûve ji dayik bû û vegeriya cewherê xwe." PKK'ê got "Ger jin azad ne be civak jî azad nabe" û azadiya jinan kir bingeha têkoşîna xwe.
 
Ji rêxistinbûyînê hat artêşbûyînê
 
Di 3'yemîn kongreya PKK'ê ya sala 1986'an de, YJWK ku girêdayî ERNK'ê bû di sala mijdara 1987'an de hat avakirin. Di sala 1993'an de bi yekîneyên jin ên di nava gerîla de êdî artêşa jinan ber bi avabûnê ve çû. Di vê bingehê de di 1'emîn Kongreya Jinên Azad ên Kurdistanê ku sala 1995'an de hat li darxistin bi navê YAJK (Yekitiya Azadiya Jinên Kurdistanê) yekîneyek hat avakirin. Di 8'ê Adara 1998'an de bi Îdolojiya Rizgariya Jinan, bingehên têkoşîna jinan hat diyarkirin. Bi armanca Îdolojiya Rizgariya Jinan bixin pratîkê di 8'ê Adara 1999'an de Partiya Jinên Karker ên Kurdistanê (PJKK) hat avakirin. PJKK'ê piştre navê xwe guherand û rêxistinbûyîn û perspektîfên têkoşîna xwe berfierhtir kir. Bi vê ve girêdayî Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê di sala 2000'an de bi navê Partiya Jinên Azad (PJA) bi rêxistinbûyîna xwe berpirsyariya gerdûnî girt ser milê xwe û tecrûbeyên jinên kurd bi jinên din ên cîhanê re parve kir. Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) di sala 2004'an de rêxistibûyîna xwe berfireh kir û tevgerên din ên ji bo azadiya jinan xebat dimeşandin di bin banê xwe de kom kir.
 
Qadên parastina rewa hatin birêxstinkirin
 
Bi berfirehbûna têkoşînê û kûrbûna rêxistinbûyînê re ku li kurdistanê Ronesansa jinan dihat jiyîn, pêwîstî bi rêxistinbûnek konfederal a jinê çêbû. Ji ber vê di 20'ê Nîsanê 2005'ê Koma Jinên Bilind (KJB) ku rêxistina jinên kurd ên li çarperçeyên Kurdistanê û derveyî welat digire nava xwe hat avakirin. Modela rêxistinbûyîna KJB'ê rêxistinbûyîneke bîrdozî ye, bi rêxistinkirina girseya û stratejiya veguherîna demokratîk ve rêxistinkirina qadên parastina rewa pêktê. Di qada bîrdozî de PAJK, di qada cemawerî de YJA (Yekîneyên Jinên Azad), di qada parastina rewa de jî YJA Star û rêxistinên jinên ciwan xebat dimeşandin.
 
Fermadara yekem a jin: Hanim Yaverkaya
 
Paşeroja Hanim Yaverkaya di pirtûka "Artêşbûna Jinan" de wiha tê vegotin: "Ji malbatek ku di berxwedana Hîlvanê de rolek aktîf lihîstibûn bû. Wê demê dema mirovên wê hatin girtin mecbûr ma ku biçe derveyî welat. Di malên Beyrut-Şamê de hat perwerdekirin. Xwendin û nivîsandin di nava partiyê de hîn dibe û xwe di aliyê bîrdozî de pêş dixe. Di şerekê de jiyana xwe ji dest dide. Berxwedana wê ya di şer de bandorek mezin li ser gel dike. Jinek kurd a di aliyê şer de xurt bû û bi însiyatîf bû. Xwedî taybetmendiyên pêşngiyê bû, ji ber wê xwedî seknek ku ji aliyê zilaman ve jî dihat qebûlkirin bû. Di dema ku dihat gotin jin nikarin şer bikin, ji zilaman re jî fermandariyê dike û nêrînên heyî guherand."
 
Sakîne Cansiz: Jiyana min her tim şer bû…
 
Yek ji avakarên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara), di xebatên tevgera jinan de peywir girt û erkên ketin ser milê wê bi berpirsyariyek mezin pêk anîn. Sakîne, di pêvajoyêk demdirêj a 40 salan de ji bo azadiya gelên bindest, azadiya jinan têkoşîn da û jinek bi înat bû. Sakîne di Girtîgeha Amedê de tu kir rûyê îşkencekar Esat Oktay û yekem jina xwe parastina xwe kiriye. Sakîne ku "Jiyana min her tim bi şer bû" heta dawiya henaseya xwe jî di rêya nirxên jê bawer dikir de şerê xwe berdewam kir. 
 
Zeynep Kinaci: Ez dixwazim bibim xwedî jiyanek bi wate
 
Çalakiya Zeynep Kinaci (Zîlan) ku xwe li navenda Dersimê di dilê dijimin de teqand yek ji nokteyên dirokî yên gelê kurd bû û di ser çalakiya Zilanê re 20 sal derbas bûn. Di nameya ku li paş xwe hişt de wiha dibêje: "Îdiaya min a jiyanê mezine. Ez dixwazim bibim xwediyê jiyanek bi wate û dixwazim bibin xwediyê çalakiyel mezin. Ji ber ku ez ji mirov û jiyanê hez dikim dixwazim vê çalakiyê li der bixim. Ez dixwazim bibim sembola jinên kurd." Çalakiya Zîlanê bamdorek mezin li ser leşker û polîsan kir. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo çalakiya Zîlanê wiha dibêje: "Zîlanê bi çalakiya xwe ez derbas kirim. Ji vir û pêde ez encex bibin milîtan û şopdarê Zîlanê." 
 
Sema Yuce: Jin çirûskên agirê gelê kurd yê bûye xwelî ne
 
Sema Yuce goşt û bedenê berxwedanê bû. Şopdara Zekiye, Rahşan, Bêrîvan, Ronahî û Zîlanê bû. Ji bo jiyanê ronî bike dil, leş û hişê wê bû pirek ji agir. Di 21'ê Adara 1998'an de bi çalakiya li Girtîgeha Çanakkale bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. Sema Yuce di 17'yê Hezîrana 1998'an de jinên ku bûne Sema li paş xwe hişt û çavên xwe li jiyanê girt. Sema beriya bedena xwe bide ber agir bi nameya ku hişt pêwîstiya çalakiya xwe bi vana gotinan vedibêje: "Ez dixwazim mejî, dil û bedena xwe bikin pir kagir a di navbera 8'ê Adarê û 21'ê Adarê de.  Ji bo bibim xwedekarek baş ê Kawayê Hemdem Mazlun Dogan û hemû şehîdên me, dixwazim wekî Zekiye bişewitim û wekî Rahşan bibin Newroz. Dixwazim di rêya rêhevalê xwe Bêrîvan, Ronahî, Mîrza Mehmet û Eser de yên ku bûne Newroz bimeşim. Dizanim hêza jiyanê û hêza serkeftinê jinan heye, baweriya min a ku jinan jî dibin rêhevalê mirovan heye û dixwezim bi vê çalakiya xwe vê tacîdar bikim. Jin çirûskên agirê gelê kurd yê bûye xwelî ne. Jina ku bikare xwe ji xweliyê nûve biafirîne, her jina ku dibe çirûska vê dê bibe tevnê Kurdistanê."
 
Gulnaz Karataş: Ji teslîmbûnê re na! 
 
Gulnaz Karataş (Berîtan Hevî), ku di dîroka Azadiya Jinên Kurd de rolek mezin lihîst di 25'ê Cotmeha 1992'yan de li Xaxûrkê li hemberî pêşmergeyên PDK'ê heta guleya xwe ya dawî şer kir. Sala 1992'yan salekî ku li hemberî kurdan kurdên hevkar dihatin bikaranîn bû. Di wan salên ku hevkarên kurd ji dijmin xiraptir bûn, ev îxanet û dijminahiya kurdan di dilê Bêrîtanê de kînek ava kir. An dê wan binbixe û paşde bide yan jî dê teslîm nebe. Teslîm me bû… Bêrîtan egît ku teslîmyet nehilbijart û bi gotina "Ji teslîmyetê re na" di 25'ê Cotmehê rûhê xwe kir navxweyî. Ligel ku pêşmergeyan got: "Teslîm bibe em tiştekî bi te nakin, em jî kurd in" Berîtanê got: "Ez teslîmî parverûtiya kurdan nabim." Piştre Bêrîtanê xwe ji zinaran avêt û bû avakara xeta azadiyê.
 
Viyan Soran: Bêyî ku mirov berdêl bide azadî nabe
 
Leyla Welî Huseyîn (Viyan Soran), ku di sala 2006'an de li Heftenînê fermandariya YJA-Starê dikir li hemberî komployê û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bedena xwe da ber agir. Viyan di nameya xwe ya ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hişt de wiha gotibû: "Bêyî ku mirov berdêl bide azadî nabe."Viyan di sala 1997'an de tevli PKK'ê bû, di têkoşîna azadiyê de, di mijarên rastiya civakê, jin û dîrokê de lêhûrbûnên wê kûr bûn, bi moral û hişmendiya xwe ya ji bo têkoşînê dihat naskirin.
 
Sibe: Ji Rojava heta Bakurê Kurdistanê jinên li ber xwe didin parastina cewherî dihûnin
 
(mb/rc)