Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Li hember qetlîama xwezayê berxwedana bi rengê mor (3)

Dosya Haber
Sibat 26 / 2016



'Divê tevahî parazvanên ekolojî ên cîhanê têkoşîna xwe hevpar bikin'
 
JINHA
 
AMED - Ekolojîstvan Şehbal Şenyurt Arinli bal kişand ser polîtîkayên dewleta tirk ya talana li ser xwezaya Kurdistanê ku di bin navê ‘Ewlehiyê’ pêk tîne û wiha got: “Têkoşîna li hemberî van talanên tên kirin qet têrê nake. Divê hawirdorparêzên cîhanê, Kurdistan û Tirkiyeyê têkiliyên xurt bi hev re daynin û tercubeyên xwe bi hev re parve bikin da ku têkoşînek hevpar bimeşînin.” 
 
Li her qadên jiyanê talana xwezayê ji aliyê şîrketên bi îktidarâ siyasî re têkiliyên xwe rantxwir hene pêk tê. Li Tirkiyeyê çemên bi xweşikbûna xwe bêhempa şantiye, li cîhanê zozanên me yên bi nav û deng dibin qadên kanan û parqên me jî dibin bi çêkirina AVM’eyan tên tunekirin. Di bin navê derewa enerjiyê jî jiyana xwezayî bi HES’an, termîk, hîdroelektrîkan, nukleer santralan, kan û kanên keviran tê talankirin.  Her wiha bajarên li bakurê Kurdistanê jî di bin navê ‘Ewlehiyê’ de ji salên 90’î vir ve daristan tên şewitandin, bi vala kirina gundan, bi avakirinên bendavan erdnîgariya wê hat wêrankirin. Me ji Endama Meclisa Ekolojiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) polîtîkaya îktîdarê ya li ser ekolojiya Kurdistanê dimeşîne, têkiliya jin xwezayê û têkoşîna jinan pirsî. 
 
*Dema hun 40 sale dawiyê yên li Kurdistanê digirin dest polîtîkayên ekolojiyê yên îktîdarên hatine çawa dinirxînin?
 
Wekî hûn dizanin di nîviyê sedsala ku em tê de ne hewara xwezayê mirov nikare ji nedîtî ve bê. Di hişmendiya kapîtalîst û netew dewlet de tu carî hevsengiya xwezayê di planên wan de nebûye rêzeke yekemîn. Di salên dawiyê de guhertina avhewayê pirsgirêkeke girînge, lê cardin jî ji ber hêrsa kapîtalîstan nêzîkatiya li hemberî mirovan, kedê, jinan û xwezayê bi perspektîfa sûdwergirtinê tevdigerin û xwe didin jiyîn.
 
‘Pergal hebûna xweza û çanda tune dihesibîne’
 
Gelên Mezopotamyayê aliyê xwe li cem pergala kapîtalîzma modernîst girtiye li çar parçeyê Kurdistanê jî bi hikûmdariya netew dewletan jiyana xwezayî tune dihesibînin û bi otoriteya hişk hebûna xwe avakirine. Ji ber vê yekê jî tu carî li van deran jiyaneke giştî bi mirovan re pêk nehatiye ku bi xwezayê jiyanek giştî ava bikin. Berevajî vê yekê bi çêkirina kanên keviran, kanan û bendevan îktîdaran eboriya xwe li ser erdnîgariyê xurt kiriye û her tişt kiriye bireserê pêk anînên xwe. Rewşa Kurdistana ku dikeve nav sînorên netew dewleta Tirkiyeyê ev e. Bi nasnemeya tirk û sûnî îslamê bi fikra ‘çanda-mono’ xwest civakê bi rê ve bibe û îktîdara saxlem bihêle.
 
‘Bi polîtîkayên ewlehiyê xweza hat talankirin’
 
Aboriya xwe pêş dixe dema razemeniyan dike li çanda di nav cûdahiyan xwestekê wan, jiyana wan, hilberînên wan naye nêrîn. Ji aliyê wan jî xweza tê talankirin. Vê talanê li ser gelê Ermeniyan, Suryaniyan, museviyan, mihelmiyan û terekemeyan dan meşandin. Dema kurdan doza azadiya xwe kir jî bi polîtîkayên ewlehiyê mirov hatin qetilkirin û xweza hat talankirin. Dema van êrîşên xwe pêk aniye jî bi navê paqijkirina qadê kiriye û daristanan şewitandiye. Ji bo hînbûniyên xwe yê mezaxtinê bi bersivînên bi propagandaya pêdivî bi enerjiyê heye polîtîkayên enerjiyê dixin dewrê. Di bin navê modernîteyê pêkanîne bajarên mega, rê, sektora înşat, sektora wesayîtan derdixin pêş û dixwazin mirovên çîna navîn ava bikin. Bi hezaran polîtîkayên mêtîngeran bi vî rengî hene.
 
'Gelek zindî di nava xwazayê de hatin tine kirin'
 
Di tevahî deman de mafê zindiyên ser vî axî ne hatî pişt çav kirin. Gelek zindiyên cur be cur di nava xwazayê de hatine tine kirin. Divê em tenê qala êrîşê 40 salî nekin, bi pêk hatina jiyana modernîteya kapîtalîst re, qirkirin û talankirina xwazayê, polîtîkayê tine kirinê ket dewrê. Bi taybet hovîtiya li ser xwazayê Mezopotamya, bi pêşketina paradîgmaya Tevgera Azadiya Kurd re hîn baştir hat fêmkirin.
 
*Şewtandina daristanan, polîtîkayên koçberiyê û çêkirina bendavan bandorek çawan li ekolojiya heremê dike?
 
Di her mudaxaleya li dijî hevsenga navîn a xwezayê de birînên ku dermankirina wan ne pêkan e tên vekirin. Cureyên mirovan nikare di demek nêzîk de vê yekê çavdêrî bike. Lê bi taybetî bi şerê îxtîdara nava mirovan ev windabûna xwezayê bi lezgîn pêk tê û gihiştiye asta jor. Di her nava daristanekê û darekê de bi hezaran cureyên jiyanê heye. Di her golek biçûk a avê û rûbarekî de mikro kozmozek cuda heye. 
Li ser keviran û qalikên keviran de perçeyekî enerjiya gerdûnî ye. Cureyê mirovan li ser erdnîgariya heyî li gel vê yekê formekî jiyanê ava kiriye. Di hevsengiya sîmbiyotik a jiyana xwezayî de di nava hev de jiyan vegerandina aştiya navxweyî û hevsengî heye. Di vê hevsengiya xwezayê de dema cureyek tê tunekirin yê din birîndar dibe. Şewat, koçberiya zorê û ocaxên madenê, rê, bendav û avahîsazkirin ên ji ber sedemên berxwariyê  zerarek mezin didin vê hevsengiya simbiyotik. Vê hevsengiya erênî û jiyande zerar dibîne. Ev geşedanê ji bo hevsengiyê tune dibin. Reng, nasname û cewherê xwe winda dikin. Polîtîkayên hêzên serdest ên koçberiyê armanc dikin ku vê hevsengiyê xera bikin û serdestiya xwe ava bikin. Dixwazin bi koçberiyê ji çanda xwe ya xwezayî winda bikin. Li van derên ku serdestî û îxtîdar heye, jiyan bi bayê hêzên serdest birêve diçe. Qadên nû jî êdî dikevin destê hêzên serdest û li gorî xwe mudaxaleyî van qadan dikin. 
 
*Polîtîkayên ekolojiyê yê îro dê bandorek çawa li ser pêşerojê ava bikin?
 
Bi vê rêveçûnê ji bo vê formê dê cihê mirovan di sedsalên pêşerojê de hebin nayê zanîn. Hebûnên din ji xwe di bin gefên mezin dene. Lê mirov jî bi vê hovitiya xwe jî ber bi tunebûnê ve dibe.  Ev polîtîkayên aboriyê yên li ser reqabetê pêş dikevin, ji aliyê welatên qaşo pêşketî ên desthilatdar ve tên meşandin. Ev polîtîkayên ji bo enerji, av, çandinî, tenduristî û bajarvaniyê ne ber bi jiyanê ve ber bi mirinê ve bi lezgînî diherikin. Ger ku rê li pêş van polîtîka û pratîkê neyê girtin, dê rê li pêş tayfun, erdhej, şewata daristanan, nexweşî û xelayê neyê girtin. Xerabûna avhewayê û zuhabûnê sedema vê yekê ye. 
 
*Îxtidar a mêrê serdest çawa nêzî jinê dibe wisa nêzî xwezayê jî dibe. Em wekî jin û civakê divê li dijî vê polîtîkayê çawa têbikoşin? Hûn vê têkoşînê bes dibînin? 
 
Min di pirsa berê de jî anî ziman. Mijarek bi navê polîtîka dewletê ya li ser ekolojiyê tune ye Îxtîdar xweza û jinê tenê wekî nesne bikar tîne. Ji ber vê yekê divê em di vê qadê de jî têkoşîna xwe bibînin. Mixabin di vê qatê de têkoşina me pir kêm e. Di têkoşîna li Tirkiye û Cîhanê ya ji bo parazvaniya xwezayê têkoşîna jinê nayê dîtin û wekî têkoşîna jinê nayê bi navkirin. 
 
'Yekpareya têkoşîna Ekolojiyê baş nehatiye famkirin’
 
Divê em rexnedana xwe bidin. Di nava tevgera Azadiya Jinê û bi giştî tevgera azadiya Kurdan de jî di têkoşîna ekolojiyê de talankirina dewletê ya xwezayê tê deşifrekirin, lê divê lêpirsîna navxweyî jî baş bê kirin. 
Mixabin kesên têkoşîna parastina ekolojiyê didin, li gel polîtîkayên pergalên bi dewlet lawaz dimînin û baş têkoşîna parastina ekolojiyê nehatiye famkirin. 
 
 
'Rêya têkoşîna parastina ekolojiyê di kuştina erk'ê nava xwe de derbas dibe’
 
Têkoşînek rast a ji bo parastinê divê em jin berî her tiştî erkê di nava xwe de bikujin. Divê em elimînên xwe yên konformist, hilberîna endustriyel di ber çavan re derbas bikin. Em jinên di nava xwezayê de li aliyekî dînin, di nava jinên perxwir û li bajaran dijîn de ev zanebûn pêş neketiye. Divê ferqkirinek bê avakrin û li dijî perxwirî û endustrîyalîzmê tora koordînasyona têkoşînê bê pêşxistin. Divê parazvanên jiyan û xwezayê yên Mezopotamya, tirkiye û cîhane bêtir karibin bi torek xurt xwe bi hevve girê bidin. Divê em ji xwe, sazî û derdora xwe de dest pê bikin û vê torê belav bikin. Divê em ji perspektîfên xwe yên parastina xwezayê tawîzan nedin. 
 
*Herî dawî mijara tu bixwaze bîne ziman heye? 
 
Belê herî dawî bi taybetî li Tirkiye ku Rejîma reel politik di asta guhertinê de be, divê em modela Xweseriya Demokratîk a perspektifa ekolojik di ber çavan re derbas bikin û têxin meriyetê.  Divê em aliyê modela rêveberî, aborî, bajarvanî, enerjî, av, çandinî û tenduristiyê bi hemû aliyên polîtîk wekî damara bingehîn bigirin dest û têxin meriyetê. Rêveberiyên herêmî ev xistin meriyetê, lê bi qasî girîngî û wateya xwe neketin meriyetê. Mixabin li gel hemû têkoşînê aliyê aborî û çînî hêj bi pergala mêr û erk re di nava lihevhatinekê de ye. 
 
(xelas) 
 
(fk/mea/rc)