Jinên bi agirê berxwedana di Newrozê de hatine cem hev (1)
Dosya Haber
Sembola Cizîr û berxwedanê Bêrîvan
JINHA
AMED - Newroza ku navê berxwedana li dijî zilmê ye, bi têkoşîna jinan pêl bi pêl belav bû. Binevş Agal (Bêrîvan) ku navê xwe ji destana 'Cembeliyê Mîrê Hekkarî û Binevşa Narîn' girtiye bû sembola jinên ku li Cizîrê li ber xwe dan.
Agirê Newrozê îsal bi dirûşma 'Em ê bi berxwedanê serbikevin' tê pêxistin. Dê wekî 8'ê Adarê Newroz jî diyarî kesên ku di berxwedana xwerêveberiyan de jiyana xwe ji dest dane bê kirin. Dê fînala Newrozê li Cizîra ku di jêrzemînan de bi sedan kes hatin qetilkirin bê dayîn. Newroz ku ji bo kurdan navê serîrakirina li hemberî zilmê ye, jinên ku bi agirê bedena xwe Newroz geş kirin bûn sembola Newrozê. Yek ji vana dibe ku ya yekemîn be Binevş Agal (Bêrîvan) e. Binevş, di sala 1966'an de li navçeya Beşîriya Êlihê di malbatek Êzidî de hat dinê. Navê xwe ji destana kurdan a "Cembeliyê Mîrê Hekkarî û Binevşa Narîn" girt. Malbata Binevş di sala 1980'an de ji ber darbeya 12'ê Îlonê û zextên dewletê bi gelek malbatên Êzidî re ji Kurdistanê koçî Ewropayê bûn.
Di 17 saliyê de li hemerî tasfiyeyê sekna bi hêz
Li gorî gotinên xwişka Binevşê Xanê Agal dema Binevş hîna 16 salî bû pir dixwend. Dema tevlî refên PKK'ê bû ji xwişka xwe ter nîşe hiştin. Binevş di Nîsana 1984'an de li Ewropayê nêzî 40 kes ji bo zextên cuntaya 12'ê Îlonê yên li Kurdistanê bidin bihîstin û bi armanca protesto kirina qetilkirina Mehmet Karasungur û Îbrahîm Bîlgîn ku di 2'yê Gulana 1983'an de li çiyayên Kurdistanê bi komployekê hatin qetilkirin, tevlî meşa ku 300 km dirêj ku salekê berdewam kir bû û yekane jina ku di meşê de bû.
Her tim destpêkê, dest bi rêxistin kirina jinan dikir
Tevlîbûna Binevşê di nava civaka Êzidî de bandorek mezin ava kir. Di nava civaka Êzidî ya ku girtiye, jinên ku ne dernediketin derve jî, tevlîbûna Binevşê ya şoreşê di nava civakê de şaşwaziyek ava kir. Binevş ku ji malbata xwe re nîşeya "Min mereq nekin ez di nava refên PKK'ê de me" hişt berê xwe da çiyayan. Binevş tevlî 3'yemîn kongra PKK'ê ya di sala 1986'an de li Geliyê Bekaa yê hat pêkanîn bû. Demekê li Geliyê Bekaa yê ligel Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan perwerde dît û piştre derbasî bakurê Kurdistanê bû. Piştî gelek xebatên li vir da meşandin derbasî herêma Botanê bû. Binevş an jî bi navê Bêrîvan ku gelê Botanê wê wisa nas dike, li Cizîrê xebatên birêxistinkirinê dida meşandin, gelek hat heskirin û herkesê rêz nîşan dikir.
Jinek bi tena xwe gelekê birêxistin dike
Binevş ku di dilê gel de cihê xwe girt, dema dest bi xebatên xwe yên rêxistinê dike destpêkê komek jinên milîs ava dike û wan perwerde dike. Girîngî da birêxistinkirina jinan û ji bo jinan aktîf bike xebat meşand.
Binevş ji ber awayê xwe yê xebatê, têkiliyên xwe yên bi gel re, heskirina ji bo zarokan, rêzdariya li hemberî kesên kal û ligel temenê xwe yê ciwan dihişt ku her kesê li dora xwe kom bibe, di nava gelê Botanê de bandorek mezin ava kir. Li Botanê mal bi mal, tax bi tax geriya û armanca wê xwe gihandina hemû jinan bû. Li Botanê birêxistinbûna gel û lêgerîna azadiya jinan di kesayetiya Binevşê de dihat jiyîn. Gel cara yekem bû dibûn şahid ku gerîlayek jin wan birêxistin dike û pêşengiyê ji wan re dike. Jinên Botanê cara yekem bû jinaek ev qas bi hêz, di azadiyê de bi israr didîtin û ev bû sedem ku jinên Botanê ji xwe bawer bin û bawerî bi hêza xwe anîn. Jin bi Bêrîvanê re bûn hêviya rizgariya gel.
Heta guleya xwe ya dawiyê şer kir û jiyana xwe ji dest da
Bêrîvan di heman demê de jinek zane û di her alî de tedbîrên xwe digirt. Nasnavên cuda bi kar dianî û dihişt ku deşîfre nebe, demekê dirêj dewletê dihizirî ku gelek gerîlayên jin li vê herêmê hene. Jinên Botanê her tim wê wekî jinekî ji herêma xwe dihesibandin. Li Cizîrê 16'ê 1989'an di encama îxbarekê de mala ku lê dima hat tesbîtkirin, li hemberî malê operasyon pêk anîn Bêrîvan teslîm nebû, heta guleya xwe ya dawî şer kir û jiyana xwe ji dest da.
Neslê jinên ku li hemberî hesin bi bedenên xwe li ber xwe dan
Şahadeta Bêrîvanê bû sedem ku di gel de kînek mezin ava bibe. Êdî dema tê gotin Cizîr Bêrîvan tê hişê mirov. Piştî Bêrîvanê jiyana xwe ji dest da, her malbata ku zarokên wan ên keç çêdibûn navê wan kirin Bêrîvan. Bêrîvan ku sembola berxwedanê bû, serhildana Newrozê ya Cizîrê bi rêxistin kir û jinên ku bi kedek mezin birêxistin kirî piştî ku jiyana xwe ji dest da, di Newrozê de li kolanan bûn pêşengên berxwedanê. Jinên ku Bêrîvanê ew rêxistin kirin li hemberî panzeran sekinîn, li hemberî hesinan laşê mirovan şer kir.
Abdullah Ocalan: Çawa li çiyayan hat li gel jî hat
Bêrîvana ku der barê helbest hatin nivîsandin, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî der barê wê de van nirxandinan dike: "Berîvana ku me şand Cizîrê keçek Êzidî bû. Xwişka wê ji bo li zarokên wê binêre anî Ewropayê. Me jî em derbasî nav refên xwe kirin û em gelek jê bandor bûn. Me heskirin jî nîşanî wê kir. Dema gihişt çiyayê Cûdî di nameya ku nivîsandî de digot dikare bihişmentbûna çiyayan û dildariya gel bigire dest û wiha ket nav. Çawa li çiyayan hat li gel jî hat. Bi gelê Cizîrê xwe da heskirin. Em dikarin bêjin di hişyarbûna gelê Cizîrê de bandorek wê ya mezin hebû. Keçek me ya wiha bû ku bi xwebûnê tevlî perwerdeyê bû. Zêde xwendina wê tune bû, li gundekê mezin bûbû bi samîmyet û xwebûna xwe li me guhdar kir û fêm kir. Gotinek me bi me neda dubare kirin û gelek tişt dixistin pratîkê."
Sibe: Zekiye Alkan ku yek ji jinên di 21'ê Adara 1990'î de li Sûrên Amedê bedena xwe da ber agir û bû Newroz.
(mb)