Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Mêr-dewletê xwe li şîdetê pêça, jinan berxwedan li xwe kir (4)

Dosya Haber
Mijdar 21 / 2016


 

 
 
Jinên Başûr li dijî polîtîkayên zextê berxwe didin.
 
JINHA
 
SILÊMANÎ - Li herêma Federal ya Kurdistanê ligel têkoşîna jinan li hember tunditya mêr,jinan banga avakirina xeta têkoşînê ya hevpar kirin.
 
Jinên başûrê Kurdistanê li hember zagonên desthilatdariya mêr têdikoşin. Jinên ku rêjeya 34 parlementer tenê kêm dibînin dexwaza nûnertiya wekhev dikin. Jinên rêxistin kirî lewazgirtina têkoşîna hevpar ya partiyên siyasî yên jinan rexne dikin û daxwaza guhertina zagonên ku pêşî li azadiya jinan digre û qadên xebatê tang dike dikin. Hîna jî di zagona başûr de jin li başûrê Kurdistanê bêy hevjînê xwe nikare pasaport  bistîne û biçe welatek din. Ji bo çareserkirina avahiya zihniyetê û civaka Rojhilata Navîn mijarek sereke ku li ser were sekinandin jî şîdet e. Bi peyvên weke zor, teror, şer... çareserkirina şîdeta ser jinê ku bi rojane derdikevine pêşiya me bi qasî ku civakî ye girîngiya wê ya sîstemîk jî heye û ev ji bo azadiya jinê jî misoger e. Herî zêde li Herêma Kurdistanê jin di siya şeran de mezin bûn û bi rastiya şîdeta ku wek xelekek ji agir dora wê pêça re rû bi rû ma. Di vê erdnîgariyê de li kêleka berxwedanî û qehremantiya mezin a jinan, hişmendiya paşverû ya mêrê desthilatdar hertim jin di bin gefa şîdet û komkujiyê de hişt. Li hember pergal û zagonê mêran jin têkoşîna hebûnê didin.
 
Jin di bin gefa mirinê de ne!
 
Bi mehane li Herêma Federal ya Kurdistanê jinên aktîvîst, siyasetmedar û akedemîsyen di bin gefa mirinê de ne. Jinên ku li ser medyayê civakî tên teşîr kirin, di 14’ê çileyê de li Otela Perej civînek çapemenî li dar xistin û diyar kirin ku ew ê li hember êrîşan li ber xwe bidin. Parlementera YNK’ê Rezan Şêx Diler, Parlementera Tevgera Goran û Seroka Komîsyona Parlementerên Jin yên Herêmê Ewar Îbrahîm jî di nav de 300 jinên akademîsyen, siyasetmedar û rewşenbîr danazanek ya têkoşîna hevpar weşandibûn û di danazanê de hatibû ziman ku di şexsê tevahî jinan de ew şîdet û komkujiyên ku pêk tên şermezar dikin.
 
 
Rêxistina jinê RJAK li hember êrîşan li ber xwe dide
 
Li hember xebata Rêxistina jinan RJAK’ê li Herêma Federal ya Kurdistanê êrîş berdewam dike. Endamên Rêxistina RJAK’ê ligel her cure astengî û êrîş xebatên xwe rêve dibin. Herî dawî heyetek ya rêxistinê ku ji 20 jinan pêk tê, dema ku diçûn Duhokê ji aliyê asayîşa Sihêlê ve hatin asteng kirin. Heyeta ku piştî astengiyên asayîşê daxuyanî dan, diyar kiribûn ku ew helwesta tevahî asayîşên PDK’ê şermezar dikin. Rêxistina RJAK’ê li başûrê Kurdistanê gelek xebatên serkeftî ji bo têkoşîna azadiya jinê pêk anî. RJAK’ê di çerçoveyê xebatê xwe de tevlî gelek konferansên navnetewî yên jin bû û bal kişand li ser zor û zehmetiyên ku jin li başûr dijî.
 
 
Jinên Êzidî ji bo jinên herêmê dibe mînaka têkoşînê
 
Hêzên parastina cewherî û bi taybet rêxistina hêza YJŞ’ê û meclîsa jinên Êzidî ji bo hemû herêmê dibe mînaka têkoşînê. Ji 3’ê Tebaxa 2014’an de ku Şengal ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hat dagirkirin, civaka Êzidî bi fermanek din re rû bi rû hat. Di vê fermanê de 5 hezar jin, zarok, pîr û kalên Êzidî ketin destê çeteyên DAIŞ’ê. Bi hezaran jî hatin qetilkirin. Piştî vê komkujiyê jinên Şengalê gotin ku em parastina xwe ya cehwerî li benda kesî nahêlin. Ji bo wê jî jinên Şengalê xwe birêxistinkirin.
 
Li Çiyayên Şengalê Meclisa Jinên Êzidî avabû
 
Li gel xebatên parastinê jinên Êzidî xebatên rêxistinbûnê jî rêvedibin. Jinên Êzidiyên ku ligel bê av û xarin û hemû zoriyên demsalî jî axa xwe neterikandine. Di 30'ê tîrmeha 2015'an de jinên êzidî bi dirûşmeya "Dê jinên Êzidî bi rêxistinbûna xwe li hemberî hemû fermanan bibin bersiv" 1'mîn konferansa xwe bi tevlîbûna 180 delegeyan li çiyayê Şengalê li dar xist. Avabûna Meclisa Jinên Şengalê despêkê ji bo jinên Êzidî, ji bo hemû jinên Rojhilata Navîn bu moralek mezin. Di 1'mîn konferansê de 3 kes berdevk 11 kes jî rêveberiya Meclisa Jinên Şengalê hatin hilbijartin. Her wiha di 25'ê Îlonê de jî bi tevlîbûna 300 jin 2'mîn konferansa jinên Êzidî pêk hat.  Di 2'yemîn konferansa jinên Êzidî de biryara berfirehkirina rêxistinbûnê û guhertina nav hat girtin. Di konferanê de meclîsek ji 31 kesan pêk tê hat hilbijartin û rêxistina jinên êzidî bi navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) hebûna xwe îlan kir.
 
YPJ-Şengal weke YJŞ navê xwe guherand 
 
Yekinêyen Parastina Jin a Şengal (YPJ-Şengal) di 12-13 sibatê de li çiyayê Şengalê 1'mîn konferansa xwe lidarxistin. YPJ-Şengal, YJA-STAR û jinên ciwan bi giştî 115 delege beşdarî konferansêbun. Konferans atfî jinên Êzidiyên di têkoşîna li hember çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dayîn Bêrîvan Şengal, Bêrîvan Arîn û berxwedana bakûrê Kurdistanê hat kirin. Di konferansa yekemîn de YPJ-Şengal navê xwe guherand weke Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) dan nasîn û gotin: "Em weke parastina jinên Êzidî di bin sîwana YJŞ'ê de li hemberî DAIŞ'ê û hemû deshilatiya mêran a ku jinan weke kole dibîne tolê hilînin." 
 
Têkîldarê rewşa jinan ya li başûrê Kurdistanê parlementera YNK’ê Telar Latîf nirxandin kir û da zanîn ku şîdet ji her demê zêdetir bûye û destnîşan kir ku rêjeya tundiya li ser jinê li başûr tê veşartin. Telarê anî ziman ku li başûrê Kurdistanê heya niha saziyek taybet ji bo lêkolînkirina rêjeya tundiya ser jinê ne hatiye avakirin û wiha domand: "Ji ber hêjmarek zelal tuneye em nikarin bêjin ku tundiya li ser jinê kêm bûye. Her wiha dosyayên ku hene jî ji aliyê hikûmeta herêmê ve ne hatine qeyd kirin. Ne eşkerekirina rêjeyê şîdeta li ser jinê nayê wateyê ku şîdet kêm bûye. Di encama qirîza siyasi, civakî û aborî de şîdeta hember jinan zêdetir bûye. Li gorî lêkolînên me û amarên ku giştine destê me zewaca temena biçûk, fuhuş, dizî, şîdet û zordarî li herêmê zêdetir bûye."
 
 
Telarê bi lêv kir ku mijarek din ya ku bûye sedema berdewamiya tundiya ser jinê zagonin û wiha pêde çû: "Hinek zagon hene li herêmê pêşiya şîdetê vedike û mafê jiyanê binpêdike hene. Ev zagon di parlamantoya herêma Kurdistanê de jî hatiye erêkirin. Yek ji van zagonan jî, zagona ceza ya Îraqê û zagona li hember fuhuşê ye. Di heman demê de hin zagon hene ji ber ne li gorî zagonên giştîne nayê pejrandin. Piranî zagon bi aweyek nivîski dimîne û derbasî jiyanê nabin." Telarê her wiha destnîşan kir ku divê tevgerên jin xwe bi rêxistin bikin û zagonên xwe yên jiyanê bi xwe diyar bikin û wiha axivî: "Bi taybet jinên meclîsên bajêr dikarin wek parlementerên biçûk rola xwe bilîzin."
 
Aktivîs û Rojnamevan Semîre Mihemed jî destnîşan kir ku pergala belavbûyî ya di nava hikûmetê de pêşî li rêjeya tundiyê zêde dike û wiha pêl da gotina xwe: "Hin rêxistin ji ber pirsgirêka aborî xebatek baş pêk nayînin ku rêjeya tundiya li ser jinê zelal bikin. Gelek rêxistin jî ji ber heman pirsgirêkan hatine girtin. Desthilatdar dixwazin vê mijarê binûxmîne, ev jî bi xwere rewşek xeter dertine holê. Dixwazin civakê wek civakek bê pirsgirêk bidin nîşandan. Bi veşartina rastiyan wê tenê aloziyê û rêjeya tundiyê zêde bike."
 
 
Rêvebera Rêxistina Jinên Azad Destan Resûl jî diyar kir ku tundiya li ser jinan xwedî dîrokek dirêje û wiha berdewam kir: "Li başûrê Kurdistanê jî tundiya li ser jinê di asta herî jor deye. Li gorî dem û rewş cureyên tundiyê diguhere. Piştî sala 2003'ê li başûrê Kurdistanê bin navê azadiya şeklî de, jin ji rastî, maf û azadiya xwe hat dûr xistin. Ev yek jî bûye sedem ku tundiya li hember jinê û alozî li başûrê Kurdistanê zêde bibe. Xebat û çalakiya rêxistina jinan bi xwe re guhertin nayîne, ji ber bin bandora pergala desthilatdariyê de maye. Kêmbûna lêkolînên li ser tundiyê fikaran çêdike."
 
SIBEHÊ: Çeteleya salekê ya Kurdistanê.