Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Salek li ser berxwedana Sûrê ya dîrokî re bihurî (1)

Dosya Haber
Mijdar 26 / 2016


 

 
Yekitiya dîrokî ya xendek û Sûran
 
JINHA
 
AMED-Her çiqas şahidiya berxwedanan a Sûrên  Dîrokî yên Amedê bigihêje salên beriya Zanînê jî  şerê xwe yê herî bi xof di navbera 2015-2016’an de jiya. Wisaye ku yên li Sûrê berxewdan berê xendek dikolan û di berxwedana 2016’an de jî di berxwedanê de gel xendek kolan û pişta xwe dan Sûran.
 
Fîgul, kîtabe û xêzên li ser Sûran tespît dike ku 33 şaristanî ji Amedê derbas bûne. Amedê ji gelek şaristaniyan re malovanî kiriye. Hurî, Hîtî, Hurrî-Mîtannî, aramî, Asur, Urartu, îskît, Med, Pers, Îskenderê Mezin, Selevkos, Part, Tîgranê Mezin, Roma, Bîzand, Ereb, Emewî, Abbasî, Selçuqiyên Mezin, Artukî û Osmanî bi tevahî 33 şaristanî li hatine Amedê. Yên ku yekem kolandina Sûran dane destpêkirin Hurrî ( Subartu) ne. Hurrî di nivîsên Babîlê de  tê wateya ‘şikeftê’.  Beriya Zanînê  di 2 hezar û 300’î de  hema hema bi hemû herêmê re ku Bakurê Sûriyeyê jî girtiye nav xwe.  Herêma navbera çemê Dîcle û Firat û Bakurê Asûrê wek Subartû tê nasîn.
 
‘Em ji çavê masiyê kalkan vejiyan’
 
Dema mirov ji jor de li Sûran dinêrin wek masiyekî kalkan tê xuyakirin û  başê wê Romayê, serê wê jî Huriyan  nîşan dide. Beriya Zanînê di sala 3 hezarî de  kaleya yekemîn ya ji bo çavderiyê hatiye avakirin aliyê herî bilind yê Keleha  Hundir ya  ji aliyê 16 birçî ve hatiye pêçandin e. Dîsa dema mirov ji jor ve li Sûrên Amedê dinêrin Keleha Hundir serê masiyê kalkan ava dike û  Hoyuka Amîda ya  rastî çavê kalkanê tê. Kesekî biyanî yê bê Amedê û bêje ‘ Şehrî-Amed çawa hatiya avakirin’ bê teredut em dikarin bêjin em ‘ji çavê masiyekî kalkan vejiyan.’
 
Piştî şerê mezin lihevkirin
 
Piştî şerê Roma-Sasanî ya di 359’an de şûnde bajar di heta sala 363’an di bin serdestiya Saaniyan de dimîne. Rekabeta Roma û Sasaniyan 4 salan li ser Amedê berdewam dike û di 363’an de bi lihevkirinekê re tê taloqkirin.  Qiralê Sasanî Il Şapor û  împaratorê Romayê Jovînanus di 363’an de peymana aştiyê îmze kirin û  Sasanî ji Amedê vekişiyan.  Ev rew ji vekişînê wêdetir wek teqesekê ye. Sasanî ji bo ji Amedê vekişe Nisêbînê didê nê. 
 
‘Ji bo bajar bîhnê bigire walitiyê biryar girt’
 
Sûr di dîroka 5 hezar salî de ji ber şeran hat hilweşandin, ji bo tedbîra şeran hat çêkirin, xurtkirin.  Ji ber şer  mantikek hiweşîn çêkirina wê heye: lê walitiyê  biryar da ku ji bo bajar hewayê bigire bê hilweşandin. Hewldaneke herî hovane ya pêvajoya 5 hezar salî bû.  di 1932’an de bi bigryara walitiya Amedê re dîwarên sûrê yên dirêjê aliyê rojava ya birca Deriyê Çiyê dibe hat hilweşandin. Dîroknasê hunerî Albert Gabrîel demidlest çûye Enqereyê û mudaxîlê rewşê bûye. Ev mijar gihandiye Wezîrê Perwerdehiyê û biryara rawestandina hilweşînê hatibû girtin.
 
Sal 2016 walîtî û dewletê dîsa biryara talanê girt
 
Sal di 2016’an de Sûr dîsa bi biryarekê hat talankirin.  Sûrên şahidiya berxwedanên dîrokî kir îro ji bo rantê tê tinekirin. Bi 2015’an re  JOH, POH, SAS, cerdevan û gelek yekîneyên taybet ketin Sûrê û dest bi wêrankirina dîroka hezaran salî kir.
 
Sûrên di 2015-2016’an de bi hilweşînek mezin re hat rû hev.  Wek demên berê jî gel berxwedana xwe bi hevkariya xendekan xist jiyanê.
 
Xendek hat kolan û berxwedan 73 rojan berdewam kir
 
Piştî Zanînê di 349’an de ji aliyê II.Constantinius ve dora Amîda hat dorpêçkirin. Sînorê Sûran  ji cadeya Gazî ya Deriyê Çiyê derbas dibû. Dîroknasê Antakyayî Ammîanus Marcellînis wiha gotibû: “ Piştî zanîndê di 359’an de ji  li Amedê nifûsa Sasanan  nêzî 20 hezarî bû.  tevî ku bi artêşeke 120 hezarî re hat rû hev jî berxwedan 73 rojan berdewam dike. Di vî şerî de artêşa Persê nêzî 30 hezar windayî da. Li dora kelehê xendek tê avakirin û ji kelehê zinarên mezin derxistine derve û berxwedan berdewam kiriye. 
 
Berxwedana Birca 7 Birayan
 
Li ser Sûrên Amedê 82 birc hene.  Ya herî mezin jî bi efsûnên mezin tê vegotin.  Yek ji van Birca 7 Birane. Şahidên çîrokên Sûrên Dîrokî vedibêjin wiha dibêjin: “Wê demê dijminan Sûrên Amedê dagir kir. Piştî pevçûnên bi r ojan şûnde keleh dikeve.  Lê Birca 7 Biran teslîm nabe.  Dijmin bi hemû hêza xwe xwe didê lê encamê nagire.  Ji bo lihevkirinê sefir dişîne. Lê 7 bira ji sefîr re dibêjin ‘em bi şertekî teslîm dibin. Ger hun me efû bikin. em vir tenê tslîmê qiral û fermandarê we dikin.  bila bên bikevin vir kelehê teslîm bigirin.  Bila piştre canê me efû bikin.” Qral vî şertî qebûl dike. Bi fermandarên xwe dikeve vir.  Çawa dikevinê teqîn dibe.  7 biran barot dabûn agir.  Keleh wêrandibe.  Qral, fermandar û 7 biran dimirin. Artêşa dijmin belav dibe.  Piştî vê bûyerê navê bê bircê dibe Birca 7 Biran.”
 
SIBÊ:Îlankirina Rêveberiyên Xweser û pêngavên berxwedana Sûrê…