Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Qêrîna Behrareş ya qet nakeve: Komkujiya Çernobîl (2)

Dosya Haber
Cotmeh 13 / 2016


 

 
Çapemeniyê li Çernobîlê 'rojnamegeriya desthilatdariyê' kir
 
Evrim Kepenek/JINHA
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Çernobîl di 26'ê Nîsana 1986'an de pêk hat û piştî komkujiyê bi rojan şûnde derkte holê ku Rûsyayê teqîn ji rayagiştî ya cîhanê veşartiye.  Li gorî nûçeyên di çapemeniya cîhanê de girtiye jî, ji rastiyên zanistî dur, li gorî gotinên dewletê hatin serwîskirin.
 
Komkujiya Çernobîlê ku wek karaseta herî mezin a sedsala 20'an tê nasîn, di 26'ê nîsana 1986'an de pêk hat û têkildarî karasetê de agahiyên ku rayagiştî agadar dikin, negihandin gel. Agahiya pêkhatina teqînê jî di encama lêkolînên dewletên Ewropayê de  derket holê.  Vê rewşê jî nîşan da ku Rûsyayê agahiyên têkildarî teqînê de ji rayagiştî ya cîhanê veşartiye.  Rewşa Tirkiyeyê jî ji hişê dewletê ya Rûsyayê ne cudatir bû.
 
'Çaya bi radyasyon bi tehme'
 
Li Tirkiyeyê wê demên gotina serokwezîr Turgut Ozal ya 'Hinek çaya bi radyasyon bi tehme' û gotina yek ji wezîrên demî Cahît Aral 'Ger hun çayê baş lihev bixin wê radyasyon kêmtir be' di çapemeniyê de cih girtin û vexwarina wan a qedeh bi qedeh çay jî morha xwe lê dabû. Hat îdiakirin ku Turgut bi qeyrana dil miriye û Cahît jî di 2'ê Mijdara 2011'an de ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji dest da.
 
Li ser îdiaya ku piştî teqînê radyosyon bi tevgerên hewayî yên atmosferê re lig elek nokteyên tirkiyeyê belav bûne, civak ket nava fikaran, lê çapemeniya alîgir jî rastî berovajî kirin, ge manîpulekirin ge pêşî lêgirtin ku negihêje gel.  Li gorî nûçeyên di arşîvên Mîlliyetê de cih digirin têkiliya di navbera çapemenî û desthilatdariyê de vê derdixe holê.
 
Fikar nîne:Çapemenî xwe bi xwe diderewîne
 
Dema mirov li arşîvê rojnameya Mîlliyetê ya di navbrea 20'ê Nîsana 1986'an û 20'ê Nîsana 1987'an lêkolîn dikin, nûçeyên yekemîn ji 30'ê Nîsanê û şûnde di rûpela Nûçeyên Derve de bi sernavên wekê 'Li Cîhanê fikara radyasyonê', 'fikara radyasyonê xwe gihand Japonyayê' 'fikara Radyasyonê kêm bû' derketin û wekê ku Tirkiye qet di bin bandora karasetê de nemaye hatin pêşkêşkirin.
 
Rojnameyê têkildarî radyasyona ku bi zanistî hat tespîtkirin ku wê bandora wê 20 salan bidome de, di nûçeya xwe ya 13'ê Gulana 1986'an de  ser navê 'Xetere derbas bû niha dora berpirsane' û roja din jî bi sernavê 'Ji Reaktorê hîna diherike' weşandin.  Li gorî daneyên destpêkê  hat diyar kirin ku 31 kes di dema qezayê de mirine û rojnameyê di hejmara xwe ya 15'ê Gulana 1986'an de  xwe spart îfadeyên rayedarên Rûs û gotibû 9 kes mirine.
 
'Bila gelê me nekeve nava fikaran'
 
Heman rojnameyê di 4'ê Gulanê de li ser agahiyên Wezareta Enerjiya Atomê got 'Ewrên radyasyonê haitn lê ne di asta xetereyê de ne.'
 
Rojnameyê di 19'ê Gulanê de li gorî îfadeyên rayedarên dewletê bi ser navê 'bila gelê me nekeve nava fikaran' û di 23'ê Hezîranê de jî bi sernavê 'Her roj 4 hezar pîvan tê kirin' nûçe weşand. 
 
Ji bo gel nekeve fikaran daxuyanî nehatiye dayîn!
 
Di nûçeya 17'ê Hezîranê ya Rojnameyê de jî daxuyaniya serokê saziya Enerjiya ATOM'ê Ahmet Ozemre ya wekê 'Me daxuyanî neda gel neket fikaran' jî nîşan dide ku rastî ji gel hatine veşartin.
 
'Hinek radyasyon pir bi fêde ye'
 
Di nûçeyên li Tirkiyeyê hatin weşandin de bi tehavî bi ser navên wekê 'Çayê bişopn wê radyasyon derbas be' û 'di çayê de radyasyon tine' hatin weşandin.  Di nûçeyeke din ya 7'ê Kanûna 1986'an de nûçeyek hat weşandin û gelek ji rastiyê dûr bûn.  Kenan Evren û Turgut Ozal bi wezîrên demî re hatibûn cem hev û daxuyaniyên wan bi vî awayî di rojnameyê de cih girtibû:
 
"* Kenan Evren: Çay bêdemkirin û vexwarin tiştek nabe. 
 
*Cahît Aral: Radyasyona zirarê bide tenduristiya mirovan tine di çayê de. Hun çayê baş li hev bixin radyasyona wê kêmtir dibe. 
 
* Turgut Ozal: Di çayê de radyasyon heye lê ne bi zirare. Binêrin min vexwar. Ez bê tirs vedixwim. Hinek radyasyon gelek bi fêdeye.  Çaya bi radyasyon gelek bi fêde ye.
 
Wezîrê çayvan bi pençeşêrê mir
 
Wezîrê demî Cahît Aral ji bo îspat bike di çayê de radyasyon tine qedeh bi qedeh çay vexwar û wêneyên wî di nûçeya 9'ê Kanûnê ya Mîliyetê de cih girtibû. Cahît di 2'ê Midjara 2011'an de ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da.
 
Her wiha di rojnameyan de hatibû gotin ku radyasyon hêza zayendî zêde dike.  Di nûçeya 31'ê cotmehê ya 1986'an Mîlliyetê de Cahît diyar kir kiribû çaya radyasyonî hêza zayendî zêde dike.  Di 30'ê Sibata 1987'an de di nûçeyekê de hatibû gotin ku ji bo xwe ji radyasyonê biparêzin divê çay bê şûştin. Dîsa rojnameya Cumhuriyetê ya demî jî li ser vegotinên desthilatdariyê agahî dabû. 
 
SIBÊ:Jinên 'Masîvanên Japon' vegotin:Ava çeman kêm bû, bebekên bê mil hatin dinê
 
(sy\hu)