Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Mêr-dewletê xwe li şîdetê pêça, jinan berxwedan li xwe kir (3)

Dosya Haber
Mijdar 21 / 2016


 

 
Li Rojava jin şoreşê dihûnin
 
JINHA
 
NAVENDA NÛÇEYAN-Li Rojavaya ku berxwedana dîrokî ya berdewam dike de jinan, di 2016’an de jî hûnandina jiyana nû berdewam kir û di pêngavên Mînbîc û Rakkayê de jî di eniya pêş de cih girtin, sozdan ku heta yek DAIŞ’î jî bimîne wê têkoşînê bidomînin.
 
Jinan li dijî çeteyê çavsor yê DAIŞ’ê kul i hemû cîhanê tirs afirand, berxwe dan û li Rojava ku parçeyê herî biçûk yê Kurdistanê ye pêşengî ji berxwedanê re ki. Ji Slavan heta Arînan, ji Ivanan heta Gulanan, ji Sîbelan heta Peymanan, ji Eyleman heta Sevdayan bi hezaran jinî şoreşa Rojava pêngav bi pêngav hûnandin.  Li gelek bajarên Rojava jinan asayîş, meclîsên gel, kooperatîf, weqfên jinan, komunên jinan, rêxistinên jinan, dadgeh, malên gel, malên çand û hunerê, malên ciwanan, wezaretên jinan, akademiyên jinan ava kirin. Di van saziyan de jinên ermenî, asûrî, ereb, suyanî jî cih girtin û di ava kirnê de cih girtin.Di çarçoveya vê dosya kum e bi munasebeta 25’ê Mijarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîdeta li Ser jinê ya Navneteweyî amade kiriye de, me sala dawî ya di alî jinan de ya li Rojava nirxand.
 
*Şervanên YPJ’ê  ji benda Teşrîn ya hat azadkirin de ji bo jinan ev peyam dan:Me jinan di têkoşîna li dijî çeteyan de ti carî bêhêvîtî ne jiyan û me serkeftin armanc kir. Çeteyên DAIŞ’ê yên ji jinan tirsiyan êdî nekarin şer bikin.
 
*YPJ ku di 2013’an de li dijî çeteyên DAIŞ’ê hat ava kirin bi rêxistibûneke xurtir rêya xwe berdewam kir.  Fermandara YPJ’ê Tolîn Roza asta ku YPJ hatiyê nirxand û gotibû: “Dema xwe îspatkirina YPJ’ê bi dawî bû.  divê êdî hêza xwe dane holê. Em jin êdî xurtin.”
 
*Ji Kantonên Rojava rêveberên herêmî yên jin li bajarê Rîmela ya kantona Cizîrê yekemîn Konfernasa Şaredariyan a Jinê pêk anîn.  Li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran de bi tevlîbûna 220 delegeyan konferans pêk hat û bi dirûşmeya  ‘Emê bi pêşengiya jinê civaka azad û ekolojîk biafirînin’.pêk anîn.
 
*Li Rojava tevahî xebatên pêşxistina aboriya jinê û ji bo jinan derfetên kar bên afirandin bi hevkariya kooperatîfan xwe rêxistin hat kirin. di qadên zîraat, sewalkarî, sanayî, bazirganî, tekstîl û înşatê de jinan xwe rêxistin kir û di aboriyê de bi awayekî aktîf cih girtin.
 
*Jinan li Rojava nîşanê hemû cîhanê dan ku jin û mêr çawa wekheve û bi qanûna jinê ev nîşan da.  Ji berdêlê heta mafê mîrateyê, ji zewaca zû heta pir zewaciyê îmze avêtin gelek biryarên dîrokî û ‘qanûnan jinê’ bû garantiya jiyana demokratîk jî.
 
*Rêxistina Jinê ya Yekitiya Star ku li Rojava têkildarî jinan de xebatên serkeftîtir meşandin ket sala xwe ya 11’emîn.
 
 *Jinên li Rojava pergaleke nû rêxistin kirin, bi qanûnên model yên avakirin re li dijî mêr û şîdetê têkoşîn meşandin. Weqfa Jinan a Azad kul i Kantona Efrînê bû li dijî şîdet, zewaca zû, pir zewacî û aboriyê bû hêza çareseriyê.
 
*Yekîtiya Star ku li her sê kantonên Rojava we avabûna sîwaneya jinan xwe rêxistin kir duyemîn Konferansa xwe ya Awarte li bajarê Dirbêsiyê bi şîara ‘bi jina azad re berbi Sûriyeya Demokratîk’ pêk anî.
 
*Yekemîn salvegera azadkirina Kobanê li girê Miştenûr bi meşa meşaleyî hat pîrozkirin. Jinên HPC ku tevlî meşê bûn wiha gotin: “Emê di şopa şehîdên xwe Arîn Mîrxan, Sara, Viyan, Zehra, Kader û Hebûnê de bimeşin.”
 
*Tevgera Jinên Ciwan li Girkê Legê bi şîara ‘Berxwedana Jinên Ciwan garantiya şoreşa Kurdistan û azadiya Rêber Apoye’ Yekemîn Kongreya xwe pêk anîn. 301 delege tevlî kongreyê bûn û navê Tevgera Jinên Ciwan wek Yekîtiya Jinên Ciwana Rojava guhertin û li hemû bajarên Rojava şaxên xwe ava kirin.
 
*Ji aliyê Lijneya Çandê ya Kantona Cizîrê ve li Qamişlo mîhrîcana ‘Emê jiyanê bi hunera jinê bixemilînin’ pêk hat.
 
*Li Rojavayê Kurdistanê jinan eleqeyek mezin nîşanê perwerdehiyên parastina cewherî dan. Li Navendaya Yekitiya Ciwanên Rojava ya li Kantona Efrînê bi dehan mamosteyên jin bi pêşengiya Lijneya Perwerdehiya Civaka Demokratîk dersên parastina cewherî dîtin.
 
 *Yekemîn Mîhrîcana Huner û Wêjeyê a Jinên Kurd ya Rojava di çarçoveya şahiyên Adarê de li Qamişlo pêk hat.  mîhrîcan bi dirûşmeya ‘Emê bi hunera jinê jiyanê ji nûve bi nexşînin’ li Salona Navenda Çanda Mihemed Şêxo pêk hat û armanca mîhrîcanê ev bû ku zincîrên koletiya di qada çandê de li jinan tê ferzkirin bê şikandin.
 
*Li bajarê Hesekê bi pêşengiya Kongreya Star 40 jinên tevlî dewreya perwerdehiya yekîneyên Parastina Cewherî bûn mezûn bûn. Ji Kongreya Star a Hesekê Medya Şîşlî diyar kir ku her jinê azadiyê dixwazin divê bi îradeyek xurt tevlî perwerdehiyên parastina cewherî bibin û anî ziman ku jinên Rojava li dijî çeteyan bi lehengiyek mezin xaka xwe diparêze.
 
*Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên cîhanê  li kantonên Rojava jin daketin qadan û jinên berxwe didin slav kir.
 
*Jinên ji Tîrmeha 2015’an de di  Hêzên Parastina Sivîl (HPC) de cih girtin yekemîn tabura xwe ava kirin û HPC-JIN ava kirin. yekemîn navenda xwe jî li bajarê Hesekê ya girêdayê Kantona Cizîrê vekirin.
 
 *YPJ ya ku li Kobanê bi têkoşîna kul i dijî DAIŞ’ê dan tên nasîn, yekemîn buroya xwe ya çapemeniyê ava kirin. Fermandara YPJ’ê Nûjîn Dêrik ku di merasîma vekirina buroyê ya Dêrikê de axivî û diyar kir ku bûro bi saya fedekarî û keda jinên wekê Arîn Tirbespiyê û Agirî Reqa vekirine.
 
*Rêxistinên jinên Rojava ku li Kantona Cizîrê hatin cem hev bi şîara ‘Heta em mafên xwe bigirin emÊ têbikoşin’ pêngav dan destpêkirin.
 
*Mala Jinê ya li hemû kantonên Rojava hat vekirin parastina mafên jinan berdewam kirin.
 
*Jinên bi şoreşa Rojava re li her qadên jiyanê rêxistina xwe kirin, di jiyana xebatê de jî cih girtin û aboriya xwe xurt kirin.
 
* Di 8’ê Adarê de li Cebht El-Ekrad ku li herêma Şehba a girêdayê Kantona Efrînê ye bi navê ‘ Şehîd Jiyan Ehres’ yekemîn tabura jinê hat avakirin û xwişkên Tirkmen jî tevlî bûn.
 
*Fermandara QSD Rojda Felat ku di Pêngava Azadkirina Bakurê Rakkayê de cih girt diyar kir ku pêngav bi serkeftî berdewam dike û wiha berdewam kir: “Berxwedana me ne tenê ji bo gelê Kurde.Ji bo gelê Ereb, Ermenî, Suryanî û hemû gelane. Li dijî mirovahiyê li ku derê êrîş hebe emê li wir bin. Heta yek DAIŞ’î bimîne wê têbikoşin.
 
*Jinên Mînbîcê ku bi salan di destê çeteyên DAIŞ’ê de dîlgirtîbûn, bi pêngava azadiyê ya hatiye destpêkirin re ji derbasî qadên bi ewle yên şervanên Meclîsa Leşkeriyê ya Mînbîcê lêne bûn.  Jinan çarşefên reş avêtin. Bi piştgiriya Meclîsa Sivîl a Mînbîcê li bajar Mala Jin vebû.
 
*Yek ji fermandarên Pêngava Mînbîcê Rengîn Xalya Nimed diyar kir ku di serkeftinê de hêza jinê bi bandor bûye û got ev hêz bi awayekî rêxistinkirî wê mayînde bikin.
 
*Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Hesekê yekemîn navenda xwe vekirin. Navê navendê jî ‘Şehîd Berfin’ danîn.
*Şervanên Xezeba Firatê li gundê Til Semen bi pevçûnên dijwar pêşveçûna xwe didomînin.  şervanan piştî ku herêma bakur a gund ji çeteyan rizgar kir ala YPJ’ê daliqandin.
 
Beş 4:Jinên Başûr li dijî polîtîkayên zextê berxwe didin.