Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Mêr-dewletê xwe li şîdetê pêça, jinan jî berxwedan li xwe kir (1)

Dosya Haber
Mijdar 20 / 2016


 

 
Berxwedana jinên cîhanê ya li dijî şîdeta mêr-dewletê
 
JINHA
 
NAVENDA NÛÇEYAN-Ji 25'ê Mijdara 2015'an heta 26'ê Mijdara 2016'an li hemû cîhanê şîdeta mêr-dewletê zêde bû. Li Kurdistan û Tirkiyeyê û her wiha li her derê cîhanê şîdeta mêr li ser bedena jinê û jiyana wê ket nav êrîşan û dîsa ya ku ev şîdet şikand jî berxwedana jinê bû. di sala dawî de şîdeta herî mezina dewletê hat dîtin û li kolanan bedena jinan hat teşîrkirin û jinan jî bi berxwedanê navê xwe li dîrokê nivîsin.
 
Li Herêma Bakur a Komara Domînîkê di 25'ê Mijdara 1960'î de sê cesedên jinan hatibû dîtin: xwişkên Mîrabel bûn. Patrîa, Mînerva û Marîa li Salcedo, li gundê Ojo De Agua hat dinê û li dijî dîktatoriya Trujîllo têkoşîn meşandin û pêşengên tevgera Clandestîna bûn. Xwişkên Mîrabel li dijî dîktatoriya dev bixwîn Rafael Trujîllo xwe rêxistin kirin û bi navê 'perperik' jî tên zanîn. 
 
Çîroka xwişkên Mîralbel îsal zêde zindî dibe
 
Geşedanên çaryeka dawî ya 2015'an û geşedanên sala 2016'an di alî hemû jinên cîhanê de dîroka herî nêz ya çîroka xwişkên Mîrabel tê dîtin.  Li cîhanê herî zêde jin di bin bandora dîrtatorî û faşîzmê de man. Tenê li Kurdistan û Tirkiyeyê bi sedan jin di qadên rêveberiyên xweser de hatin qetilkirin, bedena wan hat teşîrkirin, rastî êrîşên zayendî hatin.  Îsal berxwedana jinê li dîrokê hat nivîsin. Dema dewletê şîdet li xwe pêça jinan jî berxwedan li xwe kir.
 
Jinên mîrateya xwişkên Mîrabel dewr girtin li dijî mêr, dewletê berxwe dan.
 
Jinên berxwedan li xwe kirin
 
Ji mafê kurtajê heta mafê hilbijartinê berxwedanên jinên cîhanê yên salekê wihane:
 
ALMANYA
 
*  Li Elmanyayê Mennheîmê mêrekî tecawizê keça xwe kiribû û jinan wêneyê wî kesî li kolana ku dijî daliqanidn û teşîrkirin.  Jinan afîşên 'parastina cewherî hêze, jinên bi çoyên sor wê hesab bipirse' hatin daliqandin.
 
*  Li Elmanyayê di qanûnan de têgeha êrîşa zayendî hat berfirehkirin û qanûna 'na, na ye' hat qebûlkirin.
 
AMERÎKA
 
*  Jinên DYA'yê tevlî kampanyaya 'Li dijî şîdeta li hemberî jinê bibin yek' a sekreterê giştî ya NY'ê bûn û eleqeyek mezin nîşanê kampanyayê dan.  Jinan her wiha bang li serokwezîrê DYA'yê Barack Obama kirin û gotin bila li cem jin û zarokên rastî tecawizê hatine be.
 
 HÎNDÎSTAN
 
* Li Hîndîstanê di 2012'an de bûyera tecawiza komî hatibû jiyîn û gumanbarê herî biçûk sê sal ceza girtibû û hatibû berdan. Di 2012'an de li Yenî Delhiyê xwendekara Tipê ya 23 salî rastî tecawizê hatibû û ji wesayîtê de hatibû avêtin û jiyana xwe ji dest dabû.
 
*Li Hîndistanê jinekê di dema tecawizê de parastina cewherî pêk anî û bûyer teslîmê polîs kiribû.
 
 * Jina hesinî Irom Sharmîla li Hîndistanê 16 salan li dijî Qanûna Rayeya Taybet a Hêzên Çekdarî çalakiya gireva birçîbûnê pêk anî û ji bo tevlî siyasetê bibe grev bi dawî kir û gotibû ger daxwaza wê pêk neyê wêvenegere mala xwe.
 
 MISIR
 
* Li Misirê zarok bi veşarî tên zewicandin. Midûra yekitiya Dij Bazirganiya Zarokan a Konseya Neteweyî ya Dayik û Zarokan Azza el-Ashmawy zewacên bi vî rengê 'di bin navê zewacê de fuhuş' dinirxîne.  Serokkomarê Misirê Abdel Fattah El Sîsî têkildarî vê de biryarnameyek derxist.
 
DOMÎNÎK
 
*Komara Domînîkê di Qanûna Cezaya Dadgeha Destura Bingehîn de di hinek rewşan de  di qanûna ku kurtaj ji sûc derkeve de guherîn kir. Bi vî awayî di mijara mafê jinan de pêngav hat avêtin.
 
 ÎRAN
 
* Li Îranê jin û zarokên keç nekaribûn tevlî maçan bibin. Federasyona Voleybolê ya Navneteweyî biryar da ku Turnuvaya Voleybolê ya Plajê a 2016'an li Îranê bike.  Midûrê Hewldana Gerdnî ya Heyeta Şopandina mafê Mirovan mînky Worden got divê welat demildest qedexeyê rake.
 
* Masîh Alînezhad ya Îranî xwest li dijî xwegirtina ferzkirî piştgiriyê bidin.
 
*Li Îranê jinan li dijî vetvaya ajotina bîsîkeletê di çapemeniya civakî de vîdeoyên ajotina bîsîkletan parve kir.
 
HOLLANDA
 
*Ji bo pêşîgirtina zewaca zarokan HOllandayê qanûnek girîng derxist. Ji bo kesên di bin 18'î de zewac hat qedexekirin.
 
SUUDÎ ARABÎSTAN
 
*  Li Suudî Erebîstanê di hibijartinên şaredariyê de yekem car jinan deng bikaranîn.  Di hiblijartinan de li Medeyê jinek ket meclîsê û bi vê re jinek bû endama meclîsa şaredariyê.
 
 BELKÇÎKA
 
*Li Belçîkayê lîstikvanên Kortrîjk Herve Kage û Abou Bakar Kamara tecawizê jinekê kiribû û ev jî kiribûn kamerayê û şantaj kiribûn.
 
ÇÎN
 
*  Li Çînê qanûna pêşîgirtina şîdeta li hemberî jinê hat derxistin. Di 1'ê Adarê de ket meriyetê.
 
 
KENYA
 
*Li Kenyayê ji sedî 50 jin rastî şîdetê tên û jina bi navê Fatuma Îbrahîm ji aliyê hevjînê xwe ve rastî êrîşa bi kêr hat. Fatma bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxaneya Naîrobî. Jinan bertek nîşanê êrîşê dan û kampanyaya Fatuma #JusticeForFatuma (#JiboFatumaedelet) dan destpêkirin.
 
PORTEKÎZ
 
* Parlamenterên Bloka Çep jib o parlamentoya Portekîzê jib o Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir ku li Sîlopiyê hatin qetilkirin pêşnûme pirs dan.  Partiyên rastgir piştigrî nedan pêşnûme pirsê û tevlî runitşinê nebûn. Parlamentoyê biryara şermezarkirina Tirkiyeyê da.
 
ARJANTîN
 
*Li Arjantînê li ser êrîşa polîsan a li dijî 'Hevdîtina jinan a navneteweyî' jinan barîkat ava kirin û berxwe dan.
 
*Li Arjantînê zarokek keç ji aliyê çeteyên tiryakê ve hat qetilkirin û li dijî vê lig elek welatan jinan çalakiyên protestoyî pêk anî.
 
NEPAL
 
*  Li  Kathmandu 235 rahîbeyî ji bo wekheviya zayendî û jiyana ekolojîk heta Delhiyê gera bisîkletê pêk anîn.
 
 GUATEMALA
 
* Li Sepur Zarco ya Guatemalayê  leşkerên artêşê jin wek kole bikar dianî û êrîşa zayendî pêk dianîn. Doza têkildarî vê bûyera 34 sal berê hatibû vekirin de di 1'ê Sibatê de hat dîtin. Rêxistinên jinan hemû rayagiştî vexwendiyê vê kir.
 
MEKSİKA
 
Li Meksîkayê li dijî şîdeta mêr  punk rock ku muzîk çêdkir kom ava kir.  Jinên rûpûş li kolanan tacîzkar teşîr kirin.
 
EKVADOR
 
* Serokkomar Tayyîp Erdogan ji bo serdana fermî çibû Ekvadorê û dema diçû meclîsê rastî çalakiya protestoyî hat.
 
TUNUS
 
*Jinên Tunusê bertek nîşanê ji hev veqetandina kafeyan a ji bo mêr û jinan dan.
 
FRANSA
 
*Li bajarên Franayê bi hezaran kes daketin qadan û  xwestin qanûna xebata nû şûnde bê kişandin.  Xwedekarên tevlî çalakiyê bûn dibistan dagir kirin û barîkat ava kirin.
 
SWÊD
 
*Li Bajarê Borlange a Swêdê di 1'ê Gulanê de nîjadperestan meş pêk anî û jina li ber Neo-Naziyan destê xwe bilin kir, wêneyê wê di çapemeniya civakî de belav bû.
 
MALAVÎ
 
*Li herêm Dedza reîsekê kabîleyê Theresa Kachîndamoto li dijî zewaca zû ya zarokan têkoşîn da destpêkirin.
PERU
 
*Li Peruyê jinan li dijî şîdeta li ser jinan meş pêk anî.
 
Başûrê Afîqayê
 
* Li Başurê Afrîkayê xwendekarên Lîçeya Keçan li dijî zextên nîjadperest çalakî dan destpêkirin û berxwedan.
 
FÎLÎSTÎN
 
* Ji deverên cuda yên cîhanê jinan li dijî dorpêça Gazzeyê di 14'ê îlonê de ji Barselonayê bi keştiyê derketin rê û balkişandin ser dorpêça dij mirovahiyê.
 
POLONYA
 
*Li Polonyayê jinan li dijî kurtajê dest bi grevê kirin. li 60 bajarî welat ji bo grevê jin daketin kolanan.
 
BREZİLYA
 
*Li Brezîlayê 13'emîn Foruma Navneteweyî ya AWID'ê bi beşdarbûna jinên ji her deverên cîhanê pêk hat.