Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Warê baweriya veguheriye vînê: Kobanê (1)

Dosya Haber
Îlon 15 / 2016


 

 
Jin berxwedana 136 rojan vedibêjin
 
Zahîde Ehmed/JINHA
 
KOBANÊ -  Li Kobanê di pêşengiya berxwedana jinan ya 136 rojan de ku hêvî wenda nebû û bawerî veguheriya vînek mezin bi serkeftinek mezin encam bû.  Jinên Kobanê yên ku cihê xwe di nava berxwedana 15 Îlona 2014'an de girtine, kêliyên berxwedanê bi mera parvekirin û gotin: "Me li ber xwe da û em bi serketin."
 
Çeteyên DAIŞ'ê bi hevkariya Tirkiyê, Suudî Erebîstan, Qatar û hêzên desthilatdar di 15'ê Îlona 2014'an de êrîşê Kobanê kirin. Çeteyên ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de êrîşê gelê bê parastin Şengalê kir û bi hezaran jin revand li bazara koleyan firot, hizir dikir heman encamê li Kobanê jî bi dest bixe. Çeteyên ku bi kiryarên hovane tirs di nava tevahî cîhanê de daye avakirin, li Kobanê hember berxwedana Arînan, Gulanan û Viyanan têk çû. Berxwedana dîrokî ya ku li Kobanê hat dayîn roj bi roj mezin bû û veguheriya berxwedanek enternasyonal. 
 
Cîhanê nefesa xwe girtibû û li vê meydanê mêze dikir, herkes li Rêvan, Arîn, Gelhat, Zehra û bi hezaran cangoriyên din heyran mabûn. Bêguman yên li vir şer kirin tenê keç û xortên Kobanê nebûn, Rojhilatî, Bakûrî, Başûrî û bi sedan şervanên Enternasyonal ên ji Îran, Elmanya, Holanda, Avusturya û hwd. ji xwe re çeperên Kobanê kirin meskenê parastina rûmeta mirovahiyê. Di 1'ê Mijdarê de li tevahiya cîhanê ji bo Kobanê çalekiyên girseyî pêk hatin. Jixwe gelê Bakûr ji destpêka êrîşan heya dawiyê li ser sînorê Pirsûsê bi şev û roj nobedarî kirin û destûr nedan ku çete ji wir êrîşê Kobanê bikin. Koçber pêşwazî kirin. Dilên xwe bi yên Kobanê re kirin yek. 
 
'Wek jin di çeperên pêş de me şer kir'
 
Endama Rêveber a Kongreya Star Sara Xelîl jî yek ji wan jinên ku li Kobanê berxwedan hilbijartiye û terk nekiriye. Sarayê bi lêv kir ku, gelê Kobanê bi salane li hember tundiya rejîma Baasê berxwedane û rejîmê di sala 2012'an de ji herêmê derxistine. Sarayê wiha domand: "Bi derketina rejîmê ji Kobanê re şoreş dest pê kir û em bi serketin. Bi derketina rejîmê re em tev kêfxweş bûn. Wek ku kevirek ji ser giya rabe û ew giya ji nûve bi awayekî serbest şîn bibe. Rewşa me jî wiha bû. Bi şoreşê re jî jinan zêdetir xwe berpirsyar dîtin û beşdarî xebatan bûn. Jin bûn pêşengên şoreşê, ji ber wê Rêbertî got 'Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye'. Me jî wiha bidest girt. Çeteyên ku hêzên xwe ji desthilatdaran digritin, serî de êrîşê gundan kir û duvre berê xwe dan navenda bajêr. Wê demê herkes ji bo parastinê çek hilda û çû eniyê şer. Wek jin di  çeperên pêş de me şer kir. Em bi serketin û gel vegeriya Kobanê."
 
'Me li ber xwe da û em bi serketin'
 
Endama Kongreya Star Semîra Elî jî yek ji wan jinan e, ku di berxwedaniya Kobanê de cih girt, wê xizmeta şervanan kir. Semîrayê anî ziman ku, di dema şer de wan zehmetiyên mezin kêşande û wiha axivî: "Gel neçar ma koçberê Bakûr bibe. Yên koçber bûn jî pir zehmetî kişandin. Çûyîna gel her çend bi êş be jî, ji bo şervanan avantaj bû. Bi valakirina bajar re karîn bi rehetî şer bikin. Şervanan nedixwest trajediya li Şengalê dubare bibe, lewre gel ji Kobanê derxistin. Lê em gelek dayik man di qada şer de. Me xizmeta şervanan kir. Dibe ku me çek hilneda destên xwe, lê me jî bi awayeke din xizmeta zarokên xwe kir. Di nava şer de êş û zehmetî pir bûn, dîsa jî me ji şervanên xwe moral digirt. Gelek caran dema em bi zehmetiyan rûbirû dibûn, me ji xwe re digot şervanên azadiyê li vir mane ji bo me şerdikin, wê demê em ê jî heta dawî li ber xwe bidin. Me li berxweda û serkeftin bû ya me."  
 
'Jin di şer de bi serketin'
 
Hevseroka Saziya Malbatên Şehîdan Kelîme Demîr ku di nav berxwedana Kobanê de mabû û erka saziya xwe domandibû wiha got: "Di şer de em gelek kes mabûn. Ji saziya me jî em çend kes mabûn li Kobanê. Di şer de çendîn şert û merc giran û zehmet jî bûn, me cardin cenazeyên xwe radikirin. Me birînên şehîdan pak dikir, ew dikir nav darbestê û darbesta wan li gor derfetên xwe dixemiland. Dema me cenaze radikirin, ji bo me pir dilêş bû, lê ji bo malbatên şervanan bikaribin cenazeyên zarokên xwe bibînin û hinek be jî bi hebûna gorên wan dilê wan rehet bibe, me hemû zehmetî dida ber çavan. Me wisa cenaze radikir. Bi her şehîdekê re me soz dida em xwedî li şop û rêya wan ya pîroz derkevin. Di wan kêliyên zehmet de me nîşan da ku jin ger bixwaze dikare her tiştekê bi ser bixîne. Ne tenê jinên şervan, dayikên xwarin çêkirin, yên di xebatên tendûrustiyê de bûn, yên çekên şervanan amade dikirin, yên şehîd vedişartin, bi giştî jin di vî şerê de biser ketin."
 
Sibê: Şêrîn Osman ya ku di şerê Kobanê de çavek xwe wenda kirî, kêliyên berxwedanê vedibêje.
 
(en/rc)