Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

10'ê cotmehê: Yên dixwazin bê xwîn li ezmanan binêrin (4)

Dosya Haber
Cotmeh 08 / 2016


 

 
Komkujiya ku dewlet ji nedîtîve hat, bi destê darazê tê reşkirin
 
Habibe Eren/JINHA
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Têkildarî piştî komkuijya 10'ê cotmehê îdianameya hat qebûlkirin û dosyaya di 7'ê mijdarê de tê dîtin de parêzera Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10'ê cotmehê Îlke Işikê agahdarî kir û got dosya ji komeke DAIŞ'ê ya 36 kesî pêk tê hatiye amadekirin û got ti peywirdarê cemawerî wek gumanbar neketiye dosyayê. Îlkeyê got di dosyayê de têkiliyên navbera gumanbaran de jî nehatiye lêkolîn kirin û dukuman nehatine deşîfrekirin û got mirina du gumanbarên 10'ê cotmehê Yunus Durmaz û Halîl Îbrahîm Durgun  jî bi gumane.
 
Piştî komkujiya 10'ê cotmehê îdianameya hat qebûlkirin jî 15 roj şûnde hat qebûlkirin.  Hêzên ked û demokrasiyê diyar kirin ku di amadekirina îdianameyê de kêmasî hene û gotin divê ji nûve bê amadekirin û yekemîn danişîn di 7'ê Mijdarê de li 4'emîn dadgeha cezaya Giran a Enqereyê de hat dîtin.
 
Parêzer 9 mehan xwe negihandin dosyayê!
 
Parêzera Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10'ê cotmehê Îlke Işikê îdianame û komkujî nirxand û got di pêvajoya destpêkê ya dozê de biryara veşariyê anîne dosyayê û got: "Dozgeriyên Tirkiyeyê di dosyayên wisa de biryara veşariyê datînin.  Me 9 mehan ev dosya nedîtin."
 
'Dozgeriyê li gorî xwe meşand'
 
Îlkeyê wiha berdewam kir: "Me ji bo vê dosyaya nedizanî têkoşîn da. Destpêkê gengeşî hat jiyîn. Daxwazên me yekî nehat qebûlkirin. Em muxatab negirtin.  100 kes jiyana xwe ji dest dide, em xizm û parêzerên wan bûn. Di îdianameyê de li gorî ya tê gotin zêdetir birîndar hebûn. Nêzî 500 birîndarî hebûn. Lê em nekarin li dosyayê binêrin. Dozger bi tena serê xwe dosya meşand."
 
'Dosya ji komeke DAIŞ'ê hat avakirin'
 
Îlkeyê got dozgeriyê ji wan re gotiye: 'têkildarî dosyayê de gelek belge girtine dest. Di destê me de dokuman hene. Hun rehet bin. Me ev dosya çareser kir. Demê bidin me. Me bi vê re ya Pirsûsê jî çareser kiriye.' Îlkeyê diyar kir ku ji destpêkê de mijara ku lihev nekirine eve ku di dosyayê de tenê li ser komeke DAIŞ'ê hatiye sekinandin. Komkujiyên li Tirkiyeyê hatine kirin hîna DAIŞ'ê negirtiye ser xwe.  Tvî vê biryar û fikrên ku DAIŞ'ê pêk aniye heye.  Piştî îdianame derket dosyayek ku ji 36 DAIŞ'ê pêk tê destê me de ye."
 
Rêxistina li Dîlokê bû sedema 5 komkujiyên cuda
 
Îlkeyê wiha berdewam kir: "Bombebarana mîtîna Amedê, bombekirina avahiyên HDP'ê yên Dîlok û Edenê, bombekirina Pirsûs, Enqere û Dîlokê  hemû li heman navendê hatine rêxistin kirin û li Dîlokê hatine plankirin. Yên ev komkujî pêk anîne girêdayê hevin. Em ji destpê de dipirsin. Ji bo pêşîgirtina komkujiya 10'ê cotmehê hewldan hebû? Lê hewldana rayedarên welat tinebû. Dikaribû hemû bihata astengkirin."
 
Nav û wêneyên bombeyên zindî li emniyetê heye
 
Îlkeyê anî zimain ku got rêveberên DAIŞ'ê bi rehetî xwe rêxistin kirine Û plan kirine, lê mixabin kesî ji vana re negotiye bisekinin û asteng kirine û got: "Hemû gumanbaer bi rehetî di demên cuda de ketine Sûriyeyê û hatine.  Li wir perwerde dîtine û hatine. Li ligel van kujeran gelek bombeyên zindî yên winda hene. Îxbarên malbatên wan heta Îstîxbarata Neteweyî diçe.  Dibêjin zarokên me windane, ew bi fikarin ku bibin bombeyên zindî.  Vana li welat digerin. Niha di rewşek wisa de jî komku jî pêk tên."
 
Îlkeyê di berdeawmiya axaftina xwe de zanîn k udi dosyayê de zehmet nehatiye dayîn ku têkiliyên navbera van gumanbaran bê lêkolînkirin û got: qeydên telefonên wan jî nehatine şopandin. Gelek dokuman hene. Ev dokuman jî nehatine deşîfrekirin.
 
Rayedarê dewletê û DAIŞ'î nekirine heman gumanbar!
 
Dosyaya 10'ê cotmehê dosyayek gelek qelse û pirsgirêka esas eve k udi van komkujiyan de berpirsyariya rayedarên dewletê û saziyan heye. Ji me re gotin rayedarekî dewletê û DAIŞ'î em nekarin bikin heman gumanbar.
 
'Mirina Yunus Durmaz û Halîl Îbrahîm Durgun bi şaîbeye'
 
Du gumanbarên sereke yên komkujiya 10'ê cotmehê mirine. Tê îdiakirin ku gumanbaran xwe teqandine. Li gorî me ev bi gumane.  Li ser Yunus Durmaz û HalÎl Îbrahîm Durgun  û Komleeya Ensar Genç lêpirsînên hatine meşandin hene. Hîna li Dadgehên Cezaya Giran a Dîlokê didomin. em niha dipirsin. Çima tedbîr nehatin girtin. Çima mudaxaleyê hucreya DAIŞ'ê ya Dîlokê nehat kirin. 
 
Îlkeyê bi lêv kir ku ti rayedarekî dewletê wek gumanbar neketiye dosyayê û got di komkujiyê de berpirsyariya emniyeta Eqereyê û wezareta karê hundir heye û got: Midûriyeta Polîsan gotin ji ber polîs bikevin nava fikaran îstîxbarat ji wan re nehatiye gotin."
 
QEDYA.
 
(sy\hu)