Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Mêr-dewletê xwe li şîdetê pêça, jinan berxwedan li xwe kir (2)

Dosya Haber
Mijdar 20 / 2016


 

 
Li Tirkiyeyê 2016: Polîtîkayên dijminê jinê kûr bûn, jin ketin berxwedanê
 
JINHA
 
NAVENDA NÛÇEYAN-Li Tirkiyeyê di sala dawî de ji ber şerê li Kurdistanê dan destpêkirin gelek jin hatin qetilkirin, van êrîşan li bajarên Tirkiyeyê wek înfazê xwe da der.  Bedena jinên hatin qetikirin hatin teşîrkirin û polîtîkayên dijminê jinê  qadên jiyana jinan hedef girtin.
 
Em saleke ku êrîş, komkujî û şîdeta li ser jinê bi lez berdewam kir li pey xwe dihêlin. Dewleta Tirk ku ji bo kujerên jinan ceza daxistin, bi daraza serdest re hevkarî kirin û dijminahiya jinê zêde kir, şîdeta mêr jî zêde kir.
 
Di dorpêçan de bi sedan jin hatin qetilkirin
 
Li Kurdistanê di dorpêçan de bi sedan jin hedef hatin girtin.  Selamet Yeşîlmen, Taybet Înan û bi sedan jinên din di şerê dewletê de hatin qetilkirin û bedena wan bi rojan li kolanan hatin payîn.  Dewletê tehemulê polîtîka û rêxistinbûna jinê nekir.
 
Di hevkariya Tirkiye-DAIŞ’ê de komkujî
 
Bi hevkariya AKP û DAIŞ’ê êrîşên bombeyî li Amed, Pirsûs, Enqere û Dîlokê bi sedan jin hatin qetilkirin. Bi qanûnên ku heman hikûmetê derxist li dijî jinan êrîşên şîdet, zayendî û îstîmara zarokan zêdebûn çêgû. Mêrên ji polîtîkayên dijminê jinê hêz girtin êrîşê her nokteyê qadên jiyanê yên jinê kirin.
 
Nivîsên dîwaran yên zayendperest
 
Polîsên tevgera taybet di salekê de li Kurdistanê bi leşkeran re di êrîşên pêk anîn de gelek nivîsên zayendperest nivîsin. Li bajarên ku êrîş bi mehan berdewam kirin de ji aliyê JOH û POH’ê ve nivîsên wekê ‘Paqijî Îmane’, ‘Em wek fistik hatin’, ‘Em hatin tenê jinê we hebûn’, ‘Ez wê bombeyê bikim…’, ‘Di bodruman de evîn cudaye’ ‘Hun li ku ne keçin…’, ‘Ji O… kurtaj belaşe’ hatin nivîsin.  Jinên bi mehan şûnde vegeriyan malên xwe  diyar kiribûn kul i dîwarên mala wan ev hatibûn nivîsin û bincilkên wan li dîwaran hatibûn daliqandin.
 
Li bedena jinên hatibûn qetilkirin îşkence
 
Vegotinên têkidlarî jinên hatine qetilkirin yên di rapora Cizîrê de sûcê şer derdixist holê. Li gorî raporê  wêneyên tazî yên bedena jinên jiyana xwe ji dest dane ji aliyê JITEM’ê ve di çapemeniya civakî de hatine parvekirin.  Li cenazeyên jinan îşkence kirin û pêsîrên wan jêkirin. Jinek 15 salî çavê wê hatibû derxisti û bedena wê hatibû parçekirin.  Malbatek din dema cenazeya keça xwe girtin diyar kirin ku serê wê hatibû jêkirin û bedena wê çar parçe kiribûn.
 
Li navçeya Îpekyolu a Wanê li taxa Hacibekîrê polîsan bi ser malan de girtin û jinek înfazkirin û 4 heb binçavkirin. Polîsên tevgera taybet li dîwarên xaniyên cînaran nivîsên ‘Em hatin mal jinên we li malê bûn’ nivîsin û ala tirk daliqandin.
 
15’ê Tîrmehê û mêrtiya kolanê
 
Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê zayenperestî derket asta herî jor.  Di dîmenên ku ketin ser çapemeniya civakî de kesên li ser banga AKP’ê daketin kolanan dijûnên zayendperest û serdestiya mêr carek din derxist holê.
 
Taciza ji bo hemşîreyê hat rewakirin
 
Serokwezîr Bînalî Yildirim di civîna koma AkP’ê de diyar kir ku gel êdî  ji bo dermankirinê naçe beşên lezgîn û dagirkirina ji bo tacîzê ya ji b ovan beşan jî wek ‘şîrîn’ şîrove kir. Bînalî tacîza li van beşan rewa kir.
 
Zîhniya jinê wek dayik dibîne: Jin nîvê
 
AKP û serokkomar ku jinê tenê wek dayik dibîne bi van gotinên xwe gelek caran ev zîhniyeta xwe danîn holê.  Serokkomar bi gotina ‘jina nebe dayik jina nîvcoye’ jin derxist serhildanê.  Wezîrê tenduristiyê Recep Akdag jî piştgirî dan gotinên Tayyîp û got plansaziya nifûsê û kontrola welîdînê tevlî dîrokê bûye û got ew heta hêza wî hebe wê pêşî li sezeryanê bigire.
 
Ji bo wezareta malbatê jin tine!
 
Platforma Jinan a Enqereyê ji bo polîtîkayên jinan bê hilberandin jib o Wezareta Polîtîkayên Malbat û civakî îlan da rojnameyê.  Platformê got wê li dijî polîtîkayên mêr yên serokatiyê bin û ji bo xebatên wezaretê ‘nêrîna bi çavê jinê’ daxwaz kirin.
 
Emê wek madam bimrin
 
Serokkomar Tayyîp Erdogan di axaftineke xwe ya Trabzonê de got ‘wek mêr mirin heye û wek madam mirin heye’. Piştî vê axaftinê li ser pirsa Parlamenterê HDP’ê Îdrîs Baluken  wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakî Fatma Betul Sayan Kaya got ‘jinên Tirk baş dizanin wek mêr bimirin’.
 
Polîtîkayên dijminê jinê
 
Komîsyona Lêkolîna Destberdana Meclîsê ya ji bo lêkolînkirina destbedanan û bandorên neyînî yên li ser yekitiya malbatê hatin ava kirin re raporek amade kir û pêşkêşî meclîsê kir.  Rapor jialiyê komîsyona Edeletê ya meclîsê ve hat qebûlkirin û di vê qanûnê de her sûcê zayendî yên li dijî zarokên di bin temenê 15’yî de bê kirin kirin ji bo sûc bê hesibandin divê temen bikeve 12’yî. Ji ber vê jî sînorê îstîsmara zayendî ji 15’yî daxistin 12’yî.
 
Mexdur wê bi tecawizkar re bê zewicandin
 
Hefteyê ji aliyê AKP’ê ve ji bo  kesên rastî tecawizê hatine bi tecawizkare bê zewicandin pêşnûme pirs dan meclîsê.  Pêşnûme li meclîsê hat qebûlkirin.  CHP û MHP li dijî vê derketin û wê roja sêşemê dîsa bê nîqaşkirin. AKP di deqeya dawî li meclîsê da dengdanê û nîqaşkirina pêşnûmeyê bi dengên AKP’ê hat qebûlkirin.Her wiha hukma ku hadimê pêk tîne jî ket meriyetê.
 
Siyasetmedarên jin hatin girtin
 
Di demên dawî de bi tayînkirin qayyûman bi siyasetmedarên jin yên bi pergala hevserokatiyê temsiliyeta wekhev dikirin jî hatin girtin. Bi vêyekê re saziyên jinan jî hatin girtin û her wiha yekemîn ajansa jinan a nûçeyan ya cîhanê JINHA’yê jî hat girtin.
 
SIBÊ:
*Li Rojava jin şoreşê dihûnin
*Jinên başûr li hember polîtîkayê tundiyê li ber xwe didin