Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Salek li ser berxwedana Sûrê ya dîrokî re bihurî (3)

Dosya Haber
Mijdar 28 / 2016


 

 
Berxwedana 103 rojan a kesên  got ‘wê dawî gelek xweş be’
 
 
AMED- Bi meha cotmeha 2015’an re li navçeya Sûrê di esasa parastina cewherî de gel xendek dikola.  Heta meha mijdarê dewletê qedexeyên fîîlî îlan kir û êrîşê navçeyê kir.  Tevî vê gel çalakiyên deng derxistinê pêk anî û deng dida berxwedanê. Piştî 6’ê mijdarê şûnde pevçûnan bi navber heta 28’ê mijdarê berdewam kir.  Di 28’ê Mijdarê de piştî ku serokê baroyê Tahîr Elçî hat qetilkirin şûnde berxwedanê dest pê kir û salek li dû xwe hişt.
 
Li navçeya dîrokî ya Sûrê di 2’ê Qanûna 2015’an de ji bo dîrokek nû bê nivîsin pêngav hat avêtin.  Ev berxwedana dîrokî 103 rojî berdewam kir.  Roza, Zozan, Şînda, Rozerîn, Bêrîtan, Çiyager, Rêber, Alî, Sînan, Mahsun û gelek berxwedêrên din heta dawiyê  bi kenên xwe berxwe dan. Di roja 70’emîn berxwedanê de ji aliyê hêzên dewletê ve hat Îlankirin ku operasyon bi dawî bûne û gelê Amedê ji bo Sûrê rabûn ser piyan. Di dema vê serhildanê de  hêzên dewletê xwest gel asteng bike û bi ava şid, gaza bombeyî, wesayîtên tîpa ranger gule berdan ser gel. Ji derveyê Sûrê gel rabû ser piyan û li Sûrê di saetên êvarê de dengê teqînek mezin hat.  ev deng bû nîşaneya ku berxwedêr ji nûve hatine cem hev û xendekan dikolin, parastinê dikin.  piştî wê şevê hem berxwedana gelê Amedê û hem jî têkoşîna berxwedêrên Sûrê 103 rojan berdewam kir.
 
‘Berxwedana 103 rojan çawa dest pê kir’
 
Di 27’ê Mijdara 2015’an de ji aliyê hêzên dewletê ve  lingên Miraneya Çar Ling hatin texrîbkirin û gel ji bo vê protesto bike di 28’ê Mijdara 2015’an de li wir hatin cem hev û Baroyê dayaniya çapemeniyê da.  Dema daxuyanî qedya  serokê Baroyê Tahîr Elçî gotinên xwe yên dawî got û hat qetilkirin. Li Cadeya Gaziyê 2 YPS’î ji teqsiyê derketin û polîsan xwestin wan binçav bike.  li ser vê di navbera polîs û YPS’iyan de pevçûn derket û YPS’î ketin kolana ku daxuyanî hat dayîn. Mahsun Gurkan û Ugur Yakişir yê ku ketin kolanê û sivîl dîtin, çekên xwe berovajî girtin û berbi xendekan reviyan û di vê navbreê de polîsan gule berdan û Tahîr Elçî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Piştî Tahîr Elçî jiyana xwe ji dest da Walîtiyê ‘qedexe îlan kir’. Seranserê şevê pevçûnan berdewam kir û walitiyê qedexe rakir.  Di 2’ê Qanûna 2015’an de qedexeya ku 9 rojan berdewam dike îlan kir. Piştî 9 rojan şûnde di 10’ê Qanûna 2015’an de 17 saetan qedexe hat rakirin û  piştî wê hema qedexeya ku 103 rojan berdewam kir û hîna didome îlan kir. Dayikên Aştiyê 10 rojan şahidiya berxwedana Sûrê kir.
 
‘Qanûna 2015’an bi hilweşîn û komkujiyên dewletê berdewam kir’
 
Piştî qedexeya 17 saetan şûnde Mizgin Koçyîgît ya hewl da ji navçeyê derkeve li Qada Deriyê çiyê hat qetilkirin. Çekvar Çubuk yê 17 salî jî li ber dibistana Suleyman Nazîf bi guleya segvan hat qetilkirin. Gelê ku xwest  cenazeyên Mizgîn û Çekvar bigirin, tîmên tevgera taybet û hêzên çevîk êrîşê wan kir û guleyên rastîn bikar anîn. Berxwedana gel heta êvarê berdeawm kir. Heman şevê Walitiyê qada Deriyê Çiyê wek qada qedexe îlan kir û barîkat ava kirin. di 3’ê Qanûnê de li navçey Sûrê Mehmet Demîrel yên YPS’ê ji aliyê segvan ve hat qetilkirin. Cenazeyê Mehmet ligel hewldanan hat girtin.  Pevçûnan bê navber berdewam kir û  di 6’ê Qanûnê de  Hemama Paşa û Cemiyeta Rojnamegerên Azad dan ber agir. Di 7’ê Qanûnê de jî  mizgefta Kurşunlu hat bombebarankirin. Lê çapemeniyê got YPS’ê şewitandiye. Di 9’ê Qanûnê de dêra dîrokî ya Keldanî dan ber agir.  Di dema protestoyên derveyê Sûrê de di 14’ê Qanûnê de Şerdil Cengîz yê 21 salî, Şiyar Salman yê 18 salî  bi guleya ji Rangerdenê hat, hatin qetilkirin. Di 23’ê Qanûnê de  Mesut Sevîktek (Delîl) û Îsan oran (Mazlum) hatin qetilkirin û cenazeyên wan nedan. Cenazeyê her du YPS’iyan mehek şûnde dan malbatên wan.  Heta 30’ê Qanûnê hêzên dewletê ji bo bikevin Sûrê serî li her rê dan.
 
Tank, top, hewan û helîkopter
 
Di seranserê meha qanûnê hewl dan bikevin navçeyê û tanqên bi palet anîn navenda bajar. Di bin navê operasyona ‘Bayrak-21 Operasyona Yekitiya Taybet a Muşterek’ de yekîneyên nû anîn Sûrê û tevî hemû hewldanên hêzên dewletê berxwedanê 103 rojan berdewwam kir û neqedand. Di 8’ê Çileyê 2016’an de hêzên dewletê Rozerîn Çukur ya 16 salî li nêzî Dibistana Seretayî ya Nazîf Suleyman qetil kir.  Hêzên dewletê xanî dan ber agir û hilweşand û her wiha YPS-YPS-JIN’ê jî li dijî wan serî hildan. Di 54’emîn roja berxwedanê de hêzên dewletê bi tanq, top, bombe û hewnan, balafirên keşfê êrîşê YPS’ê kir.
 
Sê mehan berxwedan
 
Berxwedanê 3 mehan berdewam kir û  Cîhat Turkan (Çiyager) ku berpirsê Sûrê dihat zanîn û ligel wê Mahsun Gurkan, Sînan Duman, Dîlber Bozkurtê heta dema dawî berxwedan berdewam kirin.  piştî berxwedana 103 rojî şûnde hêzên dewletê wekê ku welatekî nû bidest xistine pîrozbahî kirin û li her derê Sûrê al daliqandin.  Gelê Amedê li dijî komkujiyên hat jiyîn, ji bo kesên li Sûrê jiyana xwe ji dest dan hîna şînê digirin û li taxan jî bi kepçeyan hilweşîn didome. gel got ev ciwan wisa hêsan neçûn mirinê û gotina Çiyager ya ‘Çi dibe bila bibe wê dawî gelek baş be’ bibîr tînin.
 
Sibê:  Piştî berxwedanê hilweşîna xistin dewrê