Nûçe Dosya Çap Bike Veşêre

Warê baweriya veguheriye vînê: Kobanê (3)

Dosya Haber
Îlon 17 / 2016



 
Şervanên YPJ'ê: Me şerê hebûn û nebûnê da
 
Binevş Sarya/JINHA



KOBANÊ - Şervanên YPJ'ê yên ku cihê xwe di berxwedana Kobanê de girtine diyar kirin ku, wan şerê hebûn û nebûnê daye û gotin: "Baweriya me tev ya serkeftinê hebû. Tevahî hevalên me yên bûne qehreman û şehîd ketine, pêşengiya şoreşê kirin. Me Kobanê azad kir û niha jî bi rihê şehîdan em li Kobanê azad dijîn."



Li Kobanê berxwedana dîrokî ya ku bi pêşengiya jinan li hember çeteyan hat dayîn, ji tevahî cîhanê re bû çavkaniya baweriya serkeftinê. Şervanên YPJ'ê ligel bawerî û vînek mezin bi tilîliyên xwe enî bi enî pêşve çûn û serkeftinên mezin bi dest xistin. Me mîkrofonê xwe dirêjî şervanên YPJ'ê yên ku di berxwedana dîrokî ya Kobanê de cih girtine kir. Şîlan Cabar ya ku cih di berxwedanê de girtî got: "Çeteyan di serî de êrîşê gundê Zor Mixare kir. Li wir yekîneyek YPJ'ê û YPG'ê hebû. Piştî şer mezinbû welatî ji gund hatin derxistin. Heval li wir sê roj berxwedan û di encamê de şehîd ketin. Ji bo em cenazeyên hevalên xwe rizgar bikin, hewldanên me çêbûn. Lê ji ber şer giran bû û çete bi çekên gran êrîşê me kirin, me nekarî em xwe bighînin hin cenazeyan."



'Bi çekên giran êrîşê me dikirin'



Şîlanê da zanîn ku çeteyan bi çekên giran êrîşê wan kiriye û wiha domand: "Di destên me de tenê qilêş û narîncok hebûn. Çeteyan ji sê aliyan ve êrîşê me dikir. Gelek heval di wan êrîşan de şehîd bûn. Dema şer kete gundê Aşmê, çeteyan xwest ku tank bêxin gund. Lê hevalan jî gelek li ber xwe dan. Di wî şerî de fermandarê yekîneyê hevalê Hogir û çend hevalên din ên li wir şehîd bûn. Her ku diçû şer gurtir dibû. Li gundê Cebil Fercê hevalê Gever ji bo dijmin pêşve neyê, çalakiya fedayî kir. Vê jî hêza berxwedanê xurtir kir. Vîna hevalan hêztir bû."



'Pêşengiya şer jin dikirin'



Şîlanê anî ziman ku piştî çeteyên DAIŞ'ê ketin tevahî gundan ew derbasî navenda bajêr bûn û berxwedan û wiha pêl da axaftina xwe: "Çeteyan ji milê Kaniya Kurdan ve êrîşî bajar kirin û li wir berxwedaniyeke dîrokî hate dayîn. Di encama şerê giran de gelek hevalên me şehîd bûn û birîndar bûn. Bêguman gelek çete jî hatin kuştin. Di destpêka şerê bajar de hevala Rêvana çalekiya fedayî kir. Di her kêliyê de hevalan ruhê berxwedanê pêş dixistin. Hevalên jin di şer de jî pêşeng bûn. Hemû heval bi dileke mezin, mil didan milên hev û wisa bi ser dijmin de diçûn. Berxwedaniya li vir hate kirin, mirov nikare li ciyeke din bibîne. Me şerê hebûn û nebûnê da."



'Me soza azadkirina Kobanê dabû'



Şîlanê bi lêv kir ku, kêliyên şer bi çend saetan nayê vegotin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Ji xwe ew roj bi gotin jî nayên terîfkirin. Hêza mirov têr nake ku wan lehengî û berxwedaniyan bîne ziman. Di wê zivistana sar de ku tiliyên mirov li ser tetîkê diqerisî û çavên mirov ji ber sermayê venedibûn, dîsa jî yek tevahî hevalên di berxwedanê de gav paşve ne avêtin. Armanca me azadkirina Kobanê bû û li ser vê yekê me soz da hev. Em tev bibûn evîndarê rizgariya Kobanê."



'Serkeftin bû para me'



Şîlan di dawî de ji bo tevahî hevalên xwe yên ku di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane soza domandin têkoşînê da û wiha axivî: "Di şer de ji hemû bajarên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û welatên derve ciwan tevlî berxwedanê bûn. Me bi hev re ji bo serkeftinê têkoşîn kir û gelek hevalên me tevlî karwanê nemiran bûn. Lê di dawî de dîsa jî serkeftin bû ya me. Ji ber me ji hev re soz dabû ku em ê serbikevin. Ez di dawî de ji hevalên xwe yên şehîd re dibêjim bila dilê we rehet be, serkeftin bû para we."



'Gel li Kobanê nimêja cejnê kir'



Ji şervanên YPJ'ê Penahber Leman jî wiha qala berxwedana Kobanê kir: "Ez di şerê bajar de amede bûm. Li kêleka min bi dehan heval şehîd bûn. Hemû hevalan ji bo serkeftina Kobanê canê xwe feda dikirin. Dema DAIŞ'ê got 'em ê nimêja cejnê di mizgefta Kobanê bixwînin', me jî soz da ku dê niştecihên Kobanê werin cejna xwe li Kobanê pîroz bikin. Çend roj dereng be jî, birastî gelê Kobanê hatin û cejna xwe li bajêr pîroz kirin."



'Me dorpêça çeteyan şikand û govenda serketinê gerand'



Penaberê tevahî rêhevalên xwe yên di oxira azadiya Kobanê de canên xwe feda kirin bi bîr anî û got: "Di kesayeta Zehra Penahber de, ez hemû pekrewanên berxwedanê bi bîr tînim. Di şerde şervanên YPJ/YPG'ê mil dan milên hev û dorpêça çeteyan şikandin. Şervanan govenda serkeftinê gerandin. Şerê bajar şereke giranbû. Jixwe dema girê Miştenûr û Qara Berkel ketin destên çeteyan, hîna girantir bû. Lê hêviyên me hemûyan hebû ku em ê biser bikevin. Di vî şerî de tev hevalan bi lehengiyeke mezin li berxwe dan û bûn pêşengên şoreşê. Kesên weke hevala Zehra ku di şer de hem şerker û hem jî fermandara me hemuyan bû, ji bo me bû sembola serkeftinê. Ger me çendî di şer de zehmetî kişandibe jî, lê di dawiyê de me tola hevalên xwe li erdê nehişt. Me Kobanê rizgar kir. Ji ber di şer de ruhê berxwedanê hebû, me bi vî ruhî şer bi ser xist û em niha jî bi awayeke azad li Kobanê bajarê şehîdan dijîn. Bila ruhê hevalên me yên şehîd şad bibe. Kobanê êdî xemgîn nîne."



QEDİYA.



(en/rc)