Ji hêza hevpar bawer kir û ji bo hemzayendên xwe jiyanek hevpar avakir

10:34

Gülşen Koçuk / JINHA

SAMSUN - Mamostaya teqawî Sefa Oz di salên xwe yên li gund mamostatî kiriye ji pirsgirêkên jinan re şahiydî kiriye, ji bo çareseriya pirsgirêkên wan despêkê dikanek ya karê dest vekiriye û wiha dest bi kar kiriye. Sefa dema ku îflas kiriye mala xwe firotiye û hewil daye ji bo jinan ya ji destê wê tê bike. Sefa pêşengiya vekirina Komela Bihêzkirin û Piştevaniya Jinan ya Samsunê ya ku niha 678 jin têde li kêleka hev di nava şêwirmendiyê de dixebitin kiriye.

Ji bo keda jinan bê dîtin çareserî di berhevkirina hêza hevpar dene. Li Samsunê Mamostaya teqawî Sefa Oz ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan berpirsyarî girtiye ser milê xwe û Komela Bihêzkirin û Piştevaniya Jinan ya Samsunê avakiriye. Sefa ya ku ji bo ku jin ser lingê xwe bisekine heya îflasê çuyî jî cardin ji bo tekoşîna jinan gav paşde ne avêtiye diyar kir ku jin beriya zarokên wê jî tên ji bo wê.

Mala xwe firotiye û xwestiye alîkariya jinan bike

Sefa ya ku ji mamostatiya dibistana seretayî teqawît bûyî di jiyana xwe ya mamostatiya li gund de ji pirsgirêkên jinan re şahidî kiriye. Sefa anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêkên jinan piştî teqawît bûye ketiye nava tevgerê û wiha got: "Ji bo serketinê ez neçar mam mala xwe bifiroşim. Dema ku jinan keda xwe li bazarê didît gelek şanaz dibûn. Vê rewşê ez jî ber bi zêdetir xebatkirinê ve dibirim."

'Jinên nava komelê dest bi karê hostatiyê kirin'

Sefa bilêv kir ku di xebatên jinan de ew ne li benda ti alîkariya madî bûye û wiha domand: "Tenê ji bo hişmendî kirina jinan min ked da. Em fikirî vê xebata xwe dibiniya komeleyekê de kombikin û me komele avakir. Niha 678 endamên me hene. Em hewildidin hemû endamên xwe bigihînin û bikin mamosta. Ji bo hilberînê divê hişmendî bê dayîn. Em dixwazin her tiştî bi xwe bikin, bi xwe weke hilberîna tiştan hilberîna ramanî jî bikin. Divê êdî dewlet alîkariya jinan bike û karê wan yê nava malê bixin bin ewlehiyê."

Niha dibiniya komelê de jin ser mekineyên hilberîna fayîkan dixebitin û aboriya xwe bi dest dixin.

(zt)