Li Dîcleyê Vuriye Tekîn bi çêkirina hingivê ve navdare
09:41
Têkoşîn Tekîn /JINHA
AMED - Vuriye Tekîn li hember ferasetên zayandîperest têkoşîn dide û li navçeya Dîcleyê ev 10 sale bi çêkirina hingivre mijul dibe. Vuriye hingivên ku çêdike difroşe û wiha dibêje: "Çêkirina hingiv xebatek hesase û hişyarbunek mezin dixweze. Ji ber ku jin dikeve kurahiya karê xwe, pêwîste ev xebat jî bi navê jin pêşbikeve. Ez karê xwe gelek hezdikim û bi coşek xebatê xwe rêvedibim."
Ji ber ferasetên zayendîperest jin li her qadê nikare kar peyda bike. Jin bixweze bixebite jî hişmendiya civakê destûr nade vê yekê. Çîroka Vuriye Tekîn jî yek ji jinên ku, bi pîşeya ku hilbijartiye li hember ferastên zayendîperest têdikoşe. Vuriye ya 50'î salî ev 10 salin li navçeya Dîcleya Amedê karê hingiv çêkirinê re mijul dibe. Li navçeyê tenê Vuriye bi çêkirina hingivê re mijul dibe, ew jî di serîde ji bo alîkariya malbatê dest bi vî karî kiribu. Lê belê bi demêre her ku diçe encama xebata xwe dibîne, êdî ew ne ji bo debara malbatê, ji ber ku ji karê xwe hezdike û pêre weke meslek pêşketiye vî karî didomîne.
'Ez karê xwe baş dikim'
Li ser pirsa "Te çawan dest bi kar kir" Vuriye wiha got: "Birayê min karê hingiv çêkirinê re mijul dibû. Hingivê ku çêdikir ji min re dişand min jî difrot. Piştre birayê min ji min re got 'tu jî karê hingiv çêkirinê re mijul bibe'. Ez jî di serî de ji bo alîkariyê bidim debara malê min destpêkir. Bi demê re baş fêrî karê çêkirina hingiv bûm. Ez niha karê xwe bi heskirinek mezin dikim û ji xwe bawerim ku hingivê baş çêdikim. Mûşteriyên ku tên bi taybet demê hingivê ku min çêkiriye hildibijêrin min gelek kêfxweş dike."
'Ji ber ku xebatek bi hesase, tam li gora taybetmendiya jine ev kar'
Bi pirsa ku "Hun wek jinek bi tenê xwe di vî karî de zehmetî dikêşin" Vuriye wiha got: "Bi giştî ev 20 sale ez hingiv difroşim. 10 sal hingivê ku birayê min çêdikir min firot û niha ez berhemên xwe difroşim û debara xwe dikim. Karê hingiv çêkirin karek hesase. Ji ber ku jin dikeve kurahiya karê xwe, ev kar jî tam li gora taybetmendiya jinê ye.Ez ji karê xwe gelek hezdikim û bi coşek xebatê xwe rêvedibim."
(rc)