Hevrîşim karekî zor e, lê xweş e

11:33

AMED - Jinên gundê Siyaks ê navçeya Pasûra Amedê, zêdeyî 100 salin kozayên hevrîşimê çêdikin. Têkildarî karê kozayên hevrîşimê Şukran Altun, anî ziman ku hêj li gelek odeyên malan ev pîşe tê fêrkirin û wiha got: "Piştî kurm ji xewa yekemîn hişyar dibin em rojê 3 caran bi pelê darên tuyê xwedî dikin. Ev gurmê hevrîşim pir hasas in û bi bandorek biçûk dimirin. Karekî gelekî zor û zahmet e, lê di heman demê de karekî pir xweş e. Em karê xwe bi kêfxweşî dikin.

Li Kurdistanê hilberîna hevrîişim herî zêde li navçeya Pasûrê pêş dikeve. Ji ber avhewa û xwezayê hilberîna hevrîşim li vir pir guncav e. Hem li Tirkiye û hem jî li Kurdistanê hevrîşim berhemek pir bi qedr û qîmet e. Lê bi qasî qedr û qîmeta wê nayê naskirin û nayê parastin. Li Tirkiyê, Bajarê Bûrsayê wekî navenda hilberîna hevrîşim tê zanîn. Lê navçeya Pasûrê û Amed jî wekî warê hilberîna hevrîşimê ye. Ji ber darên tûyê zêde li Amedê çêdibin, binesazî û bingeha hilberîna hevrîşimê jî pir guncaw û pêkan e. Li Navçeya Pasûrê ku nêzîkî 100 salin hilberîna kozayên hevrîşimê tên hilberîn, bi qasî qîmeta xwe nirx nabîne. Li herêmê jî di 30 salên dawî de ji ber şer, hilberîn kêm bûye û li benda nirxandinekê ye. Her çend binyat û çavkaniya hevrîşim wekî Çin û Hindistanê bê zanîn jî axa Mezopotamyayê ji bo hilberînê guncavtir e.

Navçeya Pasûra Amedê li Kurdistan û Cîhanê wekî navenda hilberîna hevrîşim tê zanîn. Welatiyên Pasûrê vê pîşe û çanda hilberîna hevrîşimê ku 30 salên dawî ji ber şer wekî berê pêş naxin, dîsa dest avêtin vê çandê. Piştî salên 1990'an ji ber koçberî û şer gelek malbatan dest ji karê hilberîna hevrişimê berdabûn. Lê malbat hêdî hêdî dîsa dest bi karê hilberîna hevrîşimê dikin. Welatiyên ku di sala 2006'an de dîsa vegeriyan gundê xwe dest bi karê hilberîna hevrîşimê kirin. Li navçeya Pasûrê hilberîn dîsa pêş ket û li Tirkiyê gihişt rêza sêyemîn. Li gundê Tiyaksê yê navçeya Pasûrê jî hilberîn ji nûve zindî bû û pêş ket.

'Karekî xweş e'

Dayika 50 salî Şukran Altun ku debara xwe bi hilberîna hevrîşimê dike li ser 2 donim zevî tesîsa hilberînê ava kiriye û her sal bi sedan kîlo kozayên hevrîşimê çêdike. Şukran, destnîşan kir ku ji roja bi bîr bûye heta niha hilberina kozayên hevrişîmê dike û wiha got: "Her sal em di meha gulan û hezîranê de tovên kozayê dikin gurm û kêzik. Her kes li dorî derfetên xwe tov digire û dest bi hilberînê dike. Berê me li malê çêdikir. Lê niha em tov distînin û li tesîsan hilberinê dikin. Hêj gelek welatî li odeyên malên xwe hilberînê dikin. Piştî gurm û kêzik ji xewa yekem hişyar bûn û şûnde em rojê sê caran bi pelê darên duyê xwedî dikin. Ev kêzikên koza pir hasa sin û zû dimirin. Ji ber vê yekê divê baş bên parastin. Karekî gelekî zor û zahmet e, lê bi qasî zahmet e ew qas jî xweş û hezkirinê dixwaze. Jin bi kêfxweşiyek mezin vî karî dikin."

Kêzîk di xewa 4'an dene

Şukran, da zanîn ku ew kedek mezin didin vî karî, lê heqê keda xwe nagirin û wiha berdewam kir: "Em ji malekê 5 kes vî karî dikin. Di tesîsên kozayên hevrişîmê de 40 rojan dixebitin. Piraniya welatiyên gund debara xwe bi hevrişîmê dike. Li herêmê herî zêde li Pasûrê hilberîna hevrişîm tê kirin. Çend salan tovên sexte dan me û kezik mirin. Di 2 salên dawî de hilberinek baş heye. Lê em heqê keda xwe nastînin. Koza bi qiştî 4 caran radizên. Yên me niha di xewa 3'emîn de ye. Her xewek 4 rojan didome. 4 rojan jî hişyar dimînin. Piştî xewa 4'an kêzik xwe dikin ta û dipêçin.

Karê koza yê dawî firin e

Şukran, destnîşan kir ku koza xwe kirin ta û pêçan ew kozayan davêjin firinê û neçarin wan bikujin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ger ku em kozayan navêjin firinê dê çend roj şûnde bibin perperok (minminîk) û bifirin. Em hêvî dikin ku îsal em heqê keda xwe bistînin. Dema em heqê keda xwe distînin em bêtir kêfxweş dibin û bi hezkirin vî karî dikin.

(mae)