'Medya bi aşkere cudahiya jinê û eboriyê dike'
10:33
Derya Ceylan / JINHA
STENBOL - Endama Platforma KEÎG'ê Meltem Arioglu Pultar, dêkildarî zimanê medya yê li ser jin û aboriyê axivî û diyar kir ku medya jinan wekî ku ji aboriyê fam nekin dide nîşandan û dixwaze hişekî wisa ava bike. Meltem, destnîşan kir ku bandora medya li ser avakirina hişmendî û çavdêriya li ser civakê xwedî bandorek mezin e û pir aşkere xuya dike ku medya wekî jin û aborî pir dûrî hevin dide nîşandan.
Endama Platforma Hewldana Îstîhdama Keda Jinê (KEİG), bi boneya balê bikşîne ser aboriya ku bi têgehên wekî îstîhdam, enflasyon, finans tazminatê naveroka wê tê valakirin û ceribînên jinê vîdeo amade kirin. KEÎG, bi vîdeoyên amede kirine dixwaze balê bikşîne ser têkîliya ked, huner û afirîneriya jinê û aboriyê. Dîsa dixwaze balê bikşîne ser têgehên jiyana rojane yên wekî têkiliya jinê û ked, xebat, hilberîn, serfkirin, karê malê karbeşiya kar a zayendî. Têkildarî mijarê Endama Platforma KEİG'ê Meltem Arioglu Pultar, anî ziman ku medya bi gotin û têgehên bikar tîne bi awayekî aşkere jinê û aboriyê ji hev cuda dike. Meltem, destnîşan kir ku bi van vîdeoyan 10 jinên ku di karên cuda de dixebitin anîn cem hev û ji wan pirsa "Hûn di nava jiyanê de van têgehan çawa dibînin, çawa şirove dikin, çawa dijîn, çawa tê hemberî we" pirsîn.
'Me xwest hişmendiya jin ji aboriyê çi fam dike bişkînin'
Meltem, bibîrxist ku medya hişmendî û elimandinek 'Jin ji aboriyê çi fam dike' ava dike û her dem di nava vê hewldana ku jin ji aboriyê fam nake, deye. Meltem, anî ziman ku rolê medya yê di têkiliya aborî û jinê de pir zêde ye û bi destê medya cudakariya jin û aboriyê pêş dikeve. Meltem, daxuyand ku wan bi van vîdeoyên hatine amadekirin rol û rista medya ya li ser jin û aboriyê daye xuyakirin û wiha got: "Zimanê ku em diaxivin pir aborî ye. Dema em hemûyan tînin cem hev em dibînin ku jin pir ji aboriyê fam dike û raste rast di nava aboriyê de ye. Em dibînn ku jin di navenda aboriyê de ye. Lê medya dixwaze ku wekî jin tiştekî ji aboriyê fam nake û aborî ne karê jinê ye bide nîşandan û bi têgehên ku bikar tîne dixwaze wekî ku jin û aborî têkiliyên wan bi hev tune bide nîşandan. Ji ber vê yekê divê em zimanê akademîk bişkinin û zimanê rojane yê jiyanê li ser aboriyê bikar bînin."
'Têgehên aboriyê perçeyekî jiyana me ye'
Meltem, diyar kir ku medya wekî ku zimanê aboriyê ji civakê pir dûre dide nîşandan, lê di rastiya xwe de zimanê aboriyê zimanekî nava jiyanê ye û wiha got: "Em jî dixwazin zimanê aboriyê yên jiyana rojane bikar bînin. Dema di nûçeyên rojname û televîzyonan yên têkildarî aboriyê de em dibinin têgeh ji zimanê jiyana rojane pir dûr in. Lê di rastiya xwe de ne wisa ye. Ji ber ku aborî jiyana rojane her roj eleqeder dike û her roj têgehên aboriyê dinava jiyana rojane de tê bikaranî. Lê medya van têgehan bi zimanekî cuda dide nîşandan. Me jî bi rêxistinên jinan re civîn çêkir û têgehên akademîk yên wekî îstihdam, ekonomî, finans, berxwirî, teqewîtî dixwazin aboriyê ji me dûr bidin xuyakirin binirxînin. Lê di rastiyê de ev têgeh di nava jiyana me hene."
Meltem, bibîrxist ku di tevahiya Tirkiyeyê de îstîhdama jinê di asta kêm de ye û wiha got: "Dema em li 10 salên aboriyê dinerin em dibînin ku ji sedî 6 pêşketin heye. Li Tirkiyeyê îstîhdama jinê ji sedî 20 e. Lê li hemberî vê yekê îstîhdama zilam ji sedî 70'î ye. Bi taybetî îstîhdama jinê di qada çandiniyê de kêm e. Lê herî zêde yên kedê didin jin in. Hem karê zeviyê dikin û hem jî karê malê dikin û kedek zêde didin. Di qada aboriyê de jin wekî asta duyemîn tê dîtin. Di peymana tomarî de jin bê sîgorta û ji mafê xwe dûr dixebitin. Wekî ku karê jinê yê ewil paqijî, xwarin û karê malê be tê dîtin. Her dem di plana duyemîn de tê dîtin. Divê ev hişmendî bê guhertin. Lê ji ber ku polîtîkayên hikûmetê jî piştgiriyê didin vê hişmendiyê ev hişmendî zû bi zû nayên guhertin."
(mae/rc)