Jin alternatîfa aboriya xwe avadikin

09:14

Nurcan Yalçın/ JINHA

AMED - Raziye Mutlu ya 50'î salî li gundê Narlica ya navçeya Pasûrê cafeyek dide meşandin û bi hêza xwe li ser lingê xwe disekine ev yek jî mînakek alternatîf ji bo jinane. Raziya a ku bi aweyek erînî li gund tê pêşwazî kirin, banga hemû jinan kir ku bi xwe aboriya xwe pêşbixin.

Gelek jin xwe ji xelekên 5 hezar sal a koletiyê dişkînin û bi qasî derfetên di destê xwe de alternatifên xwe ên aborî avadikin. Yek ji van jinan Raziye Mutlu a 50'î saliye. Raziye berî du salan ji Izmîrê tê gundê Narlica (Tiyaks) ya navçeya Pasûra Amedê û cafeya bi navê Aşxane Awdgês vedike. Raziye tevî hevserê xwe cafeyê dide xebitandin û bi rûyê xwe yê ken û xwerinê xwe yê xweş buye navendê meraqê mirovan.

'Ez rastî bertekên erînî têm'

Raziye bal kişand ser zehmetiyên xebitandina cafeyê di nava gund de kir û wiha got: "Ez ji Izmirê me her çiqas di warê ziman de zehmetî bikêşim jî êdî ziman Kurdî û dimilkî jî fêmdikim. Nêrîna her kes ji bo min erîniye. Welatiyên ku min nasdikin ji min hezdikin û rêz didin min. Jiyana xwezayî û hewayê wê xweşe lê belê zehmetiyên jiyana gund jî heye. Di mehên havînê de ji bajar gelek welatî tên gund wê demê de karê me jî baş rêve diçe. Niha ez li cafeyê tost, kofte û goştê bijarti çêdikim. Taştê jî li vir tê kirin lê belê di mehên havînê de her tişt hîn zêdetir dewlemend dibe. "

Raziye bang li jinan kir û wiha got: "Jin li kur dibin bila bibin dikarin derfetên aboriyên xwe bi xwe avabikin."


(rc)