'Divê demildest qanûna Reforma Axê derbikeve'

11:47

JINHA

AMED - Endama MED DER'ê Oya Ocak a ku xebatên pêşîgirtina koçberbûna karkerên çandiniyê di meşînê, der barê koçberbûna karkerên çandiniyê de axivî. Oya got ku divê demildest qanûna reforma axê bê derxistin û ev tişt anîn ziman: "Bi derxistina vê qanûnê, karkerên çandiniyê êdî li ser axa xwe dê hilberînê bikin. Di encama vê yekê de şertên jiyanek baş dê bên avakirin û dê koletiya modern ji hole rabibe."

Komeleya Karkerên Çandiniyê yên Demsalî yên Mezopatamyayê(MED DER) ji bo pêşîgirtina koçberiyên bi sedema şertên aboriyê, xebatên xwe dimeşîne. Ji ber vê yekê jî MED DER'ê reforma axê xist meriyetê. Der barê mijarê de endama MED DER'ê Oya Ocak axivî û da zanîn ku ji bo lêkolînkirina rewşa karkerên demsalan bi 100 malbatan re hevdîtin pêk anîne. Oya destnîşan kir girîngiyê didin karê xwe û ev yek jî bi rêbaza anketê û hevdîtinên kûr ve xuya dike û wiha pêde çû: "Armanca me ya yekem, tespîtkirina sedemên koçberiyê ye. Û di çarçoveya van sedeman de lihevkirina hemû karker, sazî, sazgeh û saziyên sîvîl ên civakî bû. Bi vê yekê re rewşa heyî tê nirxandin û bi hevre çareserî tên dîtin."

'Divê qanûna reforma axê der bikeve'

Oya axaftina xwe wiha domand: "Mulkiyeta axa çandiniyê ya ku di destê hin kesan de hatin komkirin bi rêya Qanûna Reforma Axê tê guhertin. Piştre jî ax li welatiyan bê ax û yên kêm ax, tê belavkirin. Divê ev qanûn demildest derbikeve. Ev bê edaletiya di belavkirina axê de hatiye jiyîn, di navbera karkerên bê ax ên çandiniyê û karkerên demsalî de pirsgirêkên mezin afirandine. Ji ber vê yekê pêwîste demildeset der bikeve. Bi vê yekê re koletiya li ser karkerên çandiniyê hatiye ferz kirin dê ji holê rabibe û şertên jiyanek mirovî bên afirandin."

'Çandiniya Kolektif bi rêxistin bûye'

Di axaftina xwe de Oya mînaka karkerên çandiniyê yên Brezilya yê da û da zanîn ku nêzî 2 milyon karkeran, axa dewlemendên axê dagirkiribû û li wir çandiniya kolektîf bi rêxistin kiribû. Oya got ku armanc tenê dagirkirina axê û hilberîna wê ne bû. Bi vê çalakiyê ve armanca girîng, li hemberî 'tovikên xwedî genên termînator', afirandina tovik û hilberîna xwezayî bû. Oya axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Bi avakirina kooperatîfên xwe ve berhemên xwe derxistin. Û bi vê yekê re jî bazarên alternatîf derxistin holê. Her wiha bi vê dagirkirina axê re şahiyên çandî pêk di anîn û di konbajarên hatin avakirin de bi hezaran kesî jiyana xwe derbasdikir. Ango mirov dikare bêje ku jiyana komunal a modernîteya demokratîk, di jiyana 'Bê axan' de jî zindî bûbû."

(bd)