TEDAŞ'ê çav berda bêrîka cotkaran!
09:34
Sarya Gozuoglu / JINHA
MÊRDÎN - Şêniyên gundê Hêşeriyê ku debara xwe bi çandiniyê dikin, ji ber qutkirina ceyranê bêzar in. Şêniyên Hêşeriyê anîn ziman ku hemû debara wan çandinî ye û ger ku çandinî têk biçe dê berîşan bibin. Şêniyan, anîn ziman ku TEDAŞ'ê dest danî ser piştgiriya ji bo rençberan û ew dê li mafê xwe bigerin. Şêniyan, destnîşan kirin ku qer qutbûna ceyranê berdewam bike dê dest bi çalakiyan bikin.
Li Gundê Hêşeriyê yê Qosera Mêrdînê ji ber ku her rojê 6 saetan ceyran qut dibe, welatiyên ku bi çandinî û rençberiyê debara xwe dikin perişan û bêzar bûne. Welatî li hemberî vê helwesta TEDAŞ'ê bi bertek û bêzar in. Şêniyên gund anîn ziman ku ji ber rojê 6 saetan ceyran qut dibe, hemû çandiniyê wan ê gariz, pembo û zeviyê hişk û zuha dibe. Şêniyên Hêjeriyê tenê debara xwe bi çandiniya zeviyan dikin. Şêniyan bi derfetên xwe bîrên sontajê kolane û ava xwe bi xwe temîn dikin. Hemû pêdiviyên xwe yên avê ji van bîran temîn dikin û zeviyên we bi van bîran av didin. Ji ber her roj ceyran qut dibe, pombe û dalgişê wan ê avê dişewitin. Li aliyekî alavê avdaniyê dişewitin û zerarek mezin dibînin, li aliyê din çandiniyê wan tev bê av dimîne û hişk dibe. Rençberên gund ji ber pirsgirêka ceyranê ji bo zerarek mezin nebinin ji sedî 25 zeviyên xwe av didin û ji sedî 75 zeviyên wan jî terkî zuhabûnê hatiye hiştin. Keyayê Gundê Hêşeriyê Aziz Karaaslan, anî ziman ku TEDAŞ neheqiyê li wan dike û ji ber qutbûna ceyranê her rençberek bi milyaran pere zerarê dibîne. Keya Azîz Karaaslan, anî ziman ku rojê 6 saetan ceyran qut dibe û hemû çandiniyê wan zuha û hişk dibe.
'Bi zorê protokol bi rençberan dan îmzekirin'
Keya Azîz Karaaslan, anî ziman ku TEDAŞ bi milyaran faturayên ceyranê ji rençberan re dişînin û ji bo vê yekê dixwazin bi riya zorê bi rençberan protokolê bidin îmzekirin. Azîz, destnîşan kir ku ev lîstikên dewletê ne û dixwazin gundiyan bi vî rengî ceza bikin û wiha axivî: "Dixwazin bi îmzekirina vê protokolê bi pereyên ceyranê rençberan mahkûmî dewletê bikin.
'TEDAŞ'ê piştgiriya rençberan jî desteser kir'
Keya Azîz, da zanîn ku ne tenê Hêşerî, li gelek gundên Mêrdînê jî rençer hatine mexdûr kirin û TEDAŞ'ê piştgiriya ji bo rençberan hatiye qetandin jî desteser kiriye. Azîz, diyar kir ku TEDAŞ'ê hesabê wan ê bankayê jî bi dest xistiye û li Mêrdînê nêzî 40 trilyonlan piştgiriya rençberan hatiye desteserkirin.
Azîz, bibîrxist ku heta niha bi dehan caran serî li rayedarên TEDAŞ'ê dane û ji bo pirsgirêk çareser bibe rê û rêbaz nîşan dane. Azîz wiha got: "Em qebûl dikin ku ceyran di navbera saetên 02.00'an heta saetên sibê qut bibe. Lê em naxwazin ceyran di saetên rojê de qut bibe. Ji ber qutbûna ceyranê gelek cîhaz û amûrên ceyranê şewitîn û arîze dan. Armanca rayedarên dewlet û TEDAŞ'ê ewe ku bi zorê protokolê bi rençberan bidin îmzekirin û heta emrê wan heye bikin koleyên xwe. "
'Cotkarî têk biçe em jî têk diçin'
Azîz, daxuyand ku gundî tenê debara xwe bi çandinî û cotkariyê dikin û ger cotkarî têk biçe ew jî dê têk biçin û dê bêzar bibin. Azîz, bilêv kir ku ger ev pirsgirêka ceyranê wisa bidome, dê dakevin kolanan û dest bi çalakiyan bikin.
'Ji bo em kurdin vê eziyetê li me dikin'
Hevseroka Meclîsa Gundê Hêşeriyê Helo Ertaş jî anî ziman ku ji ber pirsgirêka ceyranê hemû alavên wan ên elektronîk û spî şewitîn û wiha got: "Em nikarin çandiniyên xwe av bidin. Hemû çandiniyên me hişk bûn. Hemû alavên me yên elektronîk û spî şewitîn. Ji ber ku em kurdin vê zilmê û neheqiyê li me dikin. Kes nikare bi zorê neheqiyê li me bike. Ew mecbûrin ku ceyranê bidin me. Ev mafê me ye."
Şêniya gund Sabahat Ertaş, jî anî ziman ku ji ber qutbûna ceyranê hemû alav û amûrên wan şewitîn û êdî gel perîşan e û îsyan dike. Sabahat, anî ziman ku rayedarên TEDAŞ'ê 2 salin vê îşkenceyê bi wan dike.
(gc/mae)